[www.mamostemaruf.blogspot.com]
Ew mamoste bû...
Lê ne mamostekî ji rêzê, umrê xwe li ser zanista dîrokê pûç kiribû.
Pir xwendibû. Pir vekolandibû.
Bi taybetî li ser dîroka gelê Kurd û ya gelên derûdorê xwedî agahiyên
pir kûr bû.
***
Min, ApêTorî û Apê feqî, du evîndarên Kurd û Kurdistanê, di sala
2000’an de, di dema qursa yekemîn a mamostetiya zimanê Kurdî de- ya ku
ji alî Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû lidarxistin- de bi hev re
nas kirin.
Di kelekela germa havînê de, her du xweşmêr, bi kaltiya xwe nediman,
çar bû, pênc bû, nizanim êdî çendik û çend qat bû, wek şêran
radipelikîn merdîbanan û dihatin wane didan me.

Her du kalexort jî ji heman nifşê bûn; nifşa red û înkar kirî, nifşa
tune hesibandî, nifşa di bin pestû pekûtiyan de di qula derziyê re
derbaskirî, reben û stûxwar mayî... Nifşa Apoyan; Apê Mûsa, Apê Feqî,
Apê Torî ...

Lê ew, ji wan çend kesên berxwedêr bûn ku li ber dijmin ti car serî
dananîbûn.
Evîndarên Tevgera Azadiya Kurd, du zehmetkêşên zanistê...
Êdî ji wan nedihat ku ço bigirin, lê pênûs dabûn dest û dikirin bext û
siûda reş a gelê kurd biguherînin.

Xwedêyo ew çi kelecan bû, çi evîndarî bû di dilan de! Per û bask hebûna
dê ew ên bifiriyana...

Apê Torî pir dilşewat û nefsbiçûk bû. Gava yekî dijberiya gotineke wî
bikira disekinî, di mejiyê xwe de dibir dianî, dida ber daneyên zanistî
û dûre bi rûkenî, bi helîmî û selîmî lê dizivirand.

Ew hez ji gotinên zêde nedikir. Di dema wanedayînê de pir kêm diaxivî.
Piştî çend hevokên bi bingeh ên zexm ên zanistî, li benda pirsên
xwendekaran dima û hemiyan bi xweşbînî dibersîvand.

Di ser de deh salên têr û tijî bihurîn lê, Apê Torî bi xweş sifetê xwe,
wek abîdeyek sebr û tebatê, zanist û hunerê, hê jî li ber çavê min e.

Ew î roniya her du çavan di ber gelê xwe de rijandibû. Çavên wî ji
evîndariya Kurd û kurdistanê wek çavkaniyên welatê wî vekirîbûn lê,
mala min ê , êdî nedidîtin....
***
Êdî ji me çûye lê, hêviya min ew e ku dê xortên me xwe li Apê Torî
bigirin û çend keviran jî ew daynin ser hîmê dîrokzanî û dîroknivîsiya
Kurd.

Divê bête zanîn ku heke em dîroka xwe bi xwe nenivîsin wê neyarên me
wek qertelên ser berateyan hemû hebûn û hêjayiyên me birûçikînin û me
rût û repal li holê bihêlin.

Em dizanin, dişukirînin ku Apê Torî bo gelê Kurd û gelên cînar xizmetek
mezin kir. Xwezil bi canê wî, ew ketibû bin barekî pir giranbiha û
pîroz. Heta dawiya temenê xwe jî ew wî barî ji pişta xwe navit û deynê
xwe yê bo gelê xwe heta quruşa dawîn da...

Em Apê Torî jî bi hêstirê çavan, bi dilê xemgîn ber bi bihûşta rengîn
ve bi rê dikin û piştî şîna wî em ê di halê xwe de jî bigirîn: “Ew çi
ji dest hat kir û çû, gelo em ê jî bikaribin deynê xwe bidin?”

Mamoste Marûf

--
10/21/2010 11:57:00 AM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap