Hêjeyan,
Min xwest vê nivîsê bi we re jî parve bikim. Bi hêviya ku ev bi dilê we jî be.
Silav û rêz
Bûbê ESer
 
 
Hakparê  Erkê xwe anî cih, lê me…
Bûbê Eser
 
Berî ku dest bi nivîsa xwe bikim, ez ji bona di 4mîn kongre xwe de Ey Raqîb da 
xwendinê HAPKARê pîroz dikim.  Wan vê carê jî weke gelek caran li Tirkiyê yekek 
din pêk anî û hin ji partiya serdest ya tirkan ji ber sirûda neteweyî ya kurdan 
rakir ser nigan. Ma gelo ev ne casaret û erkekî mezin û girîng bû ku HAKPARê 
pêk anî. Îcar baweriya min ew e ku vê carê wan erkên xwe yên welatparêzî weke 
hate xwestin pêk anîn.
 
Gelo em kurd partiyeke çawa û hêzeke bi çi rengî ji xwe re dixwazin? Heger îro 
daxwaza kurdan ji sedî nod federasyon be ew pêk hat. Partiyeke ku di qada 
eşkere li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ji bona kurdên bakur Federasyonê 
bixwaze û dixwaze ma hîn em doza çê lê dikin? Partiyeke bikaribe li paytextê 
Tirkan sirûda neteweyî ya kurdan bide xwendin û gelek karmendên dewletê jî di 
navde hemû li ser lingan rawestîne heta ku ew bi dawî bû. Ma gelo ji vê xweştir 
hîn wê çi bibe. Destpêka axaftina serokê partiyê bi kurdî bû. Ma gelo ev ne 
mesejek bû, ji bona karbidestên Tirkan û cihanê?
 
Mirov dikare gelek tiştan li ser 4mîn kongre HAKPARê binivîsîne. Lê bawer bikin 
vê carê di pratîka xwe de HAKPARê da îspatkirin ku ew ji bona mafê kurdan û ji 
bona azadiya welatê xwe kar û xebatê dike. Hin dikarin bêjin ku ma berê jî 
neweha bû? Belê ez dibêjim ji serî de weha bû. Lê heta ku mirovên me bi çavên 
xwe tiştan nebînin bawer nakin. Li gor min niha aqilê kurdan di çavên wan de 
ye. Loma jî tiştên bi çavan têne dîtin ji wê bawer dikin. Li gor min ev 
xetereke. Ji ber ku car carna çav dikare şaş jî bibîne. 
 
HAKPARê vê carê bê tirs ev erkê xwe ye neteweyî anî cih. Ji ber vê ye ku ew 
gelek caran rastî êrîşan bûye û bawerim wê ji niha û pêde bêtir bibe. Lê xwezî 
ew êrîşana tenê ji aliyê  dewletê ve hatibana kirin. Ji ber ku gelek ji wan 
êrîşana ji aliyê qaşo hin kurdên ji bona azadiya welêt(!) kar dikin, hatine 
kirin.
 
Ez naxwazim zêde dirêj bikim û bi kurt û kurmancî dibêjim; HAKPARê erkê ji 
dihat xwestin pêk anî. Niha dor dora me kesên em ji xwe re dibêjin; 
welatparêzin, li dijî gotin û fikrên Îmraliyê ne. Gelo em ê jî ji niha û pêde 
erkên ku ji me her kesekî/ê tê xwestinê pêk bînin ya na? Êdî gelek tişt zelal 
bûne. Ya em ê li wir ya jî li vir bin. Li gor min tu altarnatifeke din tune ye 
û nemaye.  
 
Heger em berjewendiya welatê xwe dixwazin divê êdî bê tirs û bê berjewendiyên 
şexsî divê  her yek ji me helwesta xwe zelal bikin. Dem derbas dibe, rojev zû 
têne guherandin û halê gelê me jî ne zêde zelal û xweş e. Rewşa me hemûyan jî 
li ber çavan in ku bê em çawa ji hev bela welane. Bi vî halî em ê nikaribin tu 
tiştekî ji bona azadiya gelê xwe bikin. Loma ji me re hêzek, dengekî cûda ku 
tenê ji bona berjewendiya gelê  xwe di nava kar û xebatê de ye lazim e. Li gor 
min ev îro li gor şert û mercên heyî HAKPARe . Heger em jî îro vî erkê xwe bi 
cih neynin wê sibê zehmet be ku em bikaribin pêşî li Kurdên Kemalîst ku li gor 
berjewendiyên tirkan tevdigerin bigirin… 
                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Attachment: Hakparê Erkê xwe anî cih.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap