*Kekê Bûbê Eser,*
*Belê HAKPARê bi rewşeke Kurdawarî erka xwe bi cîh anî,ez ji dil û can pîroz
dikim.Ev çalakîyeke bi aqil bû û gelek watedar bû. Ez jî bawerim xeyrî
federasyonê tu car pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çareser nabe.Nivîsa we jî
gelek baş nirxandî ye dest û dilê we sax be.*
*Digel silav û rêz*

2010/11/1 bube eser <[email protected]>

>
> Hêjeyan,
> Min xwest vê nivîsê bi we re jî parve bikim. Bi hêviya ku ev bi dilê we jî
> be.
> Silav û rêz
> Bûbê ESer
>
>
>
> Hakparê  Erkê xwe anî cih, lê me...
>
> Bûbê Eser
>
>
>
> Berî ku dest bi nivîsa xwe bikim, ez ji bona di 4mîn kongre xwe de Ey Raqîb
> da xwendinê HAPKARê pîroz dikim.  Wan vê carê jî weke gelek caran li
> Tirkiyê yekek din pêk anî û hin ji partiya serdest ya tirkan ji ber sirûda
> neteweyî ya kurdan rakir ser nigan. Ma gelo ev ne casaret û erkekî mezin û
> girîng bû ku HAKPARê pêk anî. Îcar baweriya min ew e ku vê carê wan erkên
> xwe yên welatparêzî weke hate xwestin pêk anîn.
>
>
>
> Gelo em kurd partiyeke çawa û hêzeke bi çi rengî ji xwe re dixwazin? Heger
> îro daxwaza kurdan ji sedî nod federasyon be ew pêk hat. Partiyeke ku di
> qada eşkere li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ji bona kurdên bakur
> Federasyonê bixwaze û dixwaze ma hîn em doza çê lê dikin? Partiyeke bikaribe
> li paytextê Tirkan sirûda neteweyî ya kurdan bide xwendin û gelek karmendên
> dewletê jî di navde hemû li ser lingan rawestîne heta ku ew bi dawî bû. Ma
> gelo ji vê xweştir hîn wê çi bibe. Destpêka axaftina serokê partiyê bi kurdî
> bû. Ma gelo ev ne mesejek bû, ji bona karbidestên Tirkan û cihanê?
>
>
>
> Mirov dikare gelek tiştan li ser 4mîn kongre HAKPARê binivîsîne. Lê bawer
> bikin vê carê di pratîka xwe de HAKPARê da îspatkirin ku ew ji bona mafê
> kurdan û ji bona azadiya welatê xwe kar û xebatê dike. Hin dikarin bêjin ku
> ma berê jî neweha bû? Belê ez dibêjim ji serî de weha bû. Lê heta ku mirovên
> me bi çavên xwe tiştan nebînin bawer nakin. Li gor min niha aqilê kurdan di
> çavên wan de ye. Loma jî tiştên bi çavan têne dîtin ji wê bawer dikin. Li
> gor min ev xetereke. Ji ber ku car carna çav dikare şaş jî bibîne.
>
>
>
> HAKPARê vê carê bê tirs ev erkê xwe ye neteweyî anî cih. Ji ber vê ye ku ew
> gelek caran rastî êrîşan bûye û bawerim wê ji niha û pêde bêtir bibe. Lê
> xwezî ew êrîşana tenê ji aliyê  dewletê ve hatibana kirin. Ji ber ku gelek
> ji wan êrîşana ji aliyê qaşo hin kurdên ji bona azadiya welêt(!) kar dikin,
> hatine kirin.
>
>
>
> Ez naxwazim zêde dirêj bikim û bi kurt û kurmancî dibêjim; HAKPARê erkê ji
> dihat xwestin pêk anî. Niha dor dora me kesên em ji xwe re dibêjin;
> welatparêzin, li dijî gotin û fikrên Îmraliyê ne. Gelo em ê jî ji niha û
> pêde erkên ku ji me her kesekî/ê tê xwestinê pêk bînin ya na? Êdî gelek tişt
> zelal bûne. Ya em ê li wir ya jî li vir bin. Li gor min tu altarnatifeke din
> tune ye û nemaye.
>
>
>
> Heger em berjewendiya welatê xwe dixwazin divê êdî bê tirs û bê
> berjewendiyên şexsî divê  her yek ji me helwesta xwe zelal bikin. Dem
> derbas dibe, rojev zû têne guherandin û halê gelê me jî ne zêde zelal û xweş
> e. Rewşa me hemûyan jî li ber çavan in ku bê em çawa ji hev bela welane. Bi
> vî halî em ê nikaribin tu tiştekî ji bona azadiya gelê xwe bikin. Loma ji me
> re hêzek, dengekî cûda ku tenê ji bona berjewendiya gelê  xwe di nava kar
> û xebatê de ye lazim e. Li gor min ev îro li gor şert û mercên heyî HAKPARe
> . Heger em jî îro vî erkê xwe bi cih neynin wê sibê zehmet be ku em
> bikaribin pêşî li Kurdên Kemalîst ku li gor berjewendiyên tirkan tevdigerin
> bigirin...
>
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke
> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki
> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin
> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler
> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda
> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap