*Brêz Meheme Rojbîn,*
*Ewil ji bo pêwendîya ya te sipasdarim. Min jî xwest em li ser hinek mijarên
civatî bi peyivin û niqaş bikin. Rast an nerast ew pesnandina we ye. Min
gorî nêrînên xwe rast nivîsî dibe xweşa we neçûbe ew jî ji bo min girînge.
Hemû fikr û raman di merca xwe de bêne zimên wê bibin navgînîya rast
dîtinekî* *bêguman.Digel silav û rêz*

2010/11/3 Meheme Rojbin <[email protected]>

> Birêz Talha Çekdar,
>
> Nivîsa we ya şêrîn aliyê rastnivîsê de na, lê aliyê naverokê de balan
> dikişîne. Xwezî tu hin tîpên xweşik bi kar bianiya. Û divê paragrafek bes sê
> çar rêz bibe bes e.
>
> Silav û rêz
> M. Rojbin
>
> 2010/10/26 T.Cekdar <[email protected]>
>
>>                        XOFÊ  JI XWE RE NEKIN PAX !
>>
>>     Jîyan bê xof , bê tirs ne rengîne çimkî xof piçek berpirsîyarî li
>> mirov bar dike, lê ev jî heye xofa herî  zêde li ser jîyanê tesîrekî,
>> bandorekî wisa dike; jîyan sero bin dibe carnan. Xofa bêwate  derûnî
>> ya mirova jî xerab dike. Xof ku bibe pax(fobî) divê bi tedawîya
>> (dermankirin) pisporên psîkyatrî bê çareser kirin. Ji berê de heya
>> niha civaka Kurda ji hevûdu re xof peyda kirine û hevûdu bi xofên bê
>> wate tirsandine ! Bi çîrokên xwe, bi metelokên xwe, bi qewelikên xwe
>> xof hûnandine û van vegotinan bê hay bûn li ser jîyana wan bandor
>> kirîye ! Xofa zikê wan li ser kesahî ya wan jî tesîrekî neyînî kirî
>> ye...
>>
>>    Cûreyên xofê, taybetî, malbatî, civatîne. Mirov dikare sedemên
>> xofê jî bi du cûreya binavke. Yekem, jê xerabî dîtin e; ya dudoyan jê
>> fêde girtin e. Tişta mirov jê xerabîyê bibîne ji bo mirov dibe xof,
>> tişta mirov jê  fêde bigre ji bo neyê winda kirin mirov bi xofekî
>> erênî di parêze. Xofa fêde girtin li mirov berpirsîyarî jî bar dike,
>> kesahî ya mirov di nav sînorê vê xofê de gehîştînekî pêk tîne. Rûmet û
>> xof dibin wek destebirak ji hev re, di nava çerçoveyekî de hevûdu
>> sehêt dikin.
>>
>>     Zemanê berê di koşk û qonaxên gunda de çîrokbêj hebûn, mijara
>> çîrokên wan bi piranî li ser xof û tirsê bû. Qala sawêr û rotê şevê
>> dikirin. " Nizanim li kîjan deverê li kîjan newalê sawêr, dil û cegera
>> kîjan mirovî bi pencikekî xwe qetandîye û xwîna wî vexwarîye...hwd "
>> Dîsa dihate gotin " nizanim li kuderê filankes şev di ber goristanê re
>> derbas bûye, sawêr bi çekê sipî li xwe kirî ji paş re dest avêtî ye
>> stûyê wî qetandîye û birîye kirîye gora xwe ....hwd " Kesên di civatê de
>> nikaribûn bigotina " malneket ma qey mirîyên me cinawirin ?qey mirovan
>> dixwin ! " Mijar û babetên suhbetê ku xof bû qala fîraran dikirin,
>> qala cendermeyan dikirin, wexta merûyek bi rêyekî de biçûya û biketa
>> newalekî ji şêlandina fîraran di tirsîya. Gava cendermeyek bi dîtina
>> direvin di mejûyê wan de xof peydabibû carek, nikaribûn xwe ji wê xofê
>> xilaskirana !
>>
>>    Di van salên dawî de jî gelek xofên  din ji xwe re peyda kirin.
>> Xofa rêxistina, xofa cerdevana, xofa JİTEM û nizam xofa qizûlqurtê...
>> Civatê bi xwe ji xwe re jîyan sînor kir, derûnî ya xwe di nav jîyana
>> sînorkirî de xerab kir mixabin. Ev xwebêbawerîyeke mezin bû, qidûm
>> şikestîn bû. Lewma civak bê xof, bê tirs  nikare azad tevbigere.
>> Bawerîya  xwe bi xwehêza xwe nayne û li dij pirsgirêkan bi çaplûkî
>> diçe.
>>
>>    Hewceye ez babetê bi kurteçîrokekî bi xemlînim. " Zilamek li
>> qehwexanê bi heval û hogirên xwe re lîstok dileyze. Bilasebeb bi
>> henekî carê bi ser yekî de di qîre. Xwedîyê qehwê dibê ' tu zêde di
>> qîre dengê te pir derdikeve, hinek dengê xwe bibire lo' Zilam dibê
>> keko ez li malê ji pîrekê, li gund ji cenderme, li kar ji serkar, li
>> dibistanê ji mamoste, li bajêr ji polîs, li leşkerîyê ji fermandar
>> gelek tirsîyam li vir jî tu derketî pêş min; tu xwedê tu bise ez
>> hinekî bê tirs li kêfa xwe mêzekim ma nabe!.. " Mirov bi xwe ne bawer
>> be, ji her tiştî xof girtin mimkûne bê guman.
>>
>>    Xûyaye divê mirov bi ser xofa de biçe ku xof derûnî ya mirov xerab
>> neke, ji mirov re nebe pax. Bi xwe bawer bin ku xof we radest neke.
>> Ji  gefên rêxistinî û sîyasî jî netirsin. Ramanên xwe azad bînin zimên
>> holê ji hedidkaran re nehêlin. Bi ser xofê de biçin bera ew ji we
>> bitirse ku jîyana we radest hilnede...26 Kewçêr 10
>>
>> Tevger ÇEKDAR
>>
>>
>> --
>> -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke
>> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki
>> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
>> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin
>> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
>>  -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
>> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
>> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
>> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler
>> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda
>> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA:
>> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>>
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke
> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki
> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin
> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler
> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda
> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap