XOFÊ  JI XWE RE NEKIN PAX !

     Jîyan bê xof , bê tirs ne rengîne çimkî xof piçek berpirsîyarî li
mirov bar dike, lê ev jî heye xofa herî  zêde li ser jîyanê tesîrekî,
bandorekî wisa dike; jîyan sero bin dibe carnan. Xofa bêwate  derûnî
ya mirova jî xerab dike. Xof ku bibe pax(fobî) divê bi tedawîya
(dermankirin) pisporên psîkyatrî bê çareser kirin. Ji berê de heya
niha civaka Kurda ji hevûdu re xof peyda kirine û hevûdu bi xofên bê
wate tirsandine ! Bi çîrokên xwe, bi metelokên xwe, bi qewelikên xwe
xof hûnandine û van vegotinan bê hay bûn li ser jîyana wan bandor
kirîye ! Xofa zikê wan li ser kesahî ya wan jî tesîrekî neyînî kirî
ye…

    Cûreyên xofê, taybetî, malbatî, civatîne. Mirov dikare sedemên
xofê jî bi du cûreya binavke. Yekem, jê xerabî dîtin e; ya dudoyan jê
fêde girtin e. Tişta mirov jê xerabîyê bibîne ji bo mirov dibe xof,
tişta mirov jê  fêde bigre ji bo neyê winda kirin mirov bi xofekî
erênî di parêze. Xofa fêde girtin li mirov berpirsîyarî jî bar dike,
kesahî ya mirov di nav sînorê vê xofê de gehîştînekî pêk tîne. Rûmet û
xof dibin wek destebirak ji hev re, di nava çerçoveyekî de hevûdu
sehêt dikin.

     Zemanê berê di koşk û qonaxên gunda de çîrokbêj hebûn, mijara
çîrokên wan bi piranî li ser xof û tirsê bû. Qala sawêr û rotê şevê
dikirin. “ Nizanim li kîjan deverê li kîjan newalê sawêr, dil û cegera
kîjan mirovî bi pencikekî xwe qetandîye û xwîna wî vexwarîye…hwd ”
Dîsa dihate gotin “ nizanim li kuderê filankes şev di ber goristanê re
derbas bûye, sawêr bi çekê sipî li xwe kirî ji paş re dest avêtî ye
stûyê wî qetandîye û birîye kirîye gora xwe ….hwd “ Kesên di civatê de
nikaribûn bigotina “ malneket ma qey mirîyên me cinawirin ?qey mirovan
dixwin ! “ Mijar û babetên suhbetê ku xof bû qala fîraran dikirin,
qala cendermeyan dikirin, wexta merûyek bi rêyekî de biçûya û biketa
newalekî ji şêlandina fîraran di tirsîya. Gava cendermeyek bi dîtina
direvin di mejûyê wan de xof peydabibû carek, nikaribûn xwe ji wê xofê
xilaskirana !

    Di van salên dawî de jî gelek xofên  din ji xwe re peyda kirin.
Xofa rêxistina, xofa cerdevana, xofa JİTEM û nizam xofa qizûlqurtê…
Civatê bi xwe ji xwe re jîyan sînor kir, derûnî ya xwe di nav jîyana
sînorkirî de xerab kir mixabin. Ev xwebêbawerîyeke mezin bû, qidûm
şikestîn bû. Lewma civak bê xof, bê tirs  nikare azad tevbigere.
Bawerîya  xwe bi xwehêza xwe nayne û li dij pirsgirêkan bi çaplûkî
diçe.

    Hewceye ez babetê bi kurteçîrokekî bi xemlînim. “ Zilamek li
qehwexanê bi heval û hogirên xwe re lîstok dileyze. Bilasebeb bi
henekî carê bi ser yekî de di qîre. Xwedîyê qehwê dibê ‘ tu zêde di
qîre dengê te pir derdikeve, hinek dengê xwe bibire lo’ Zilam dibê
keko ez li malê ji pîrekê, li gund ji cenderme, li kar ji serkar, li
dibistanê ji mamoste, li bajêr ji polîs, li leşkerîyê ji fermandar
gelek tirsîyam li vir jî tu derketî pêş min; tu xwedê tu bise ez
hinekî bê tirs li kêfa xwe mêzekim ma nabe!.. “ Mirov bi xwe ne bawer
be, ji her tiştî xof girtin mimkûne bê guman.

    Xûyaye divê mirov bi ser xofa de biçe ku xof derûnî ya mirov xerab
neke, ji mirov re nebe pax. Bi xwe bawer bin ku xof we radest neke.
Ji  gefên rêxistinî û sîyasî jî netirsin. Ramanên xwe azad bînin zimên
holê ji hedidkaran re nehêlin. Bi ser xofê de biçin bera ew ji we
bitirse ku jîyana we radest hilnede…26 Kewçêr 10

Tevger ÇEKDAR


-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap