*Kekê Cankurd,* *Belê bapîran xweş gotine "dil pîr nabe" Her çiqwas merû pîr bibe jî, hest û hezkirinê me hêvîyên bi me re di meşin. Ev hevrêtîyeke taybete. Car heye merû bi rê hevalên xwe re di şer de be jî, dil naxwaze bi terikîne. Di nav xweşî û nexweşîde be jî ev bi salan didomîne wek ewrekî li asîman bi bayê ve ge li vî alî ge li wî alî diçe û tê. Jîyan cergobeze bi lorîkên êş di kurahîya dila de dê bijî.* *Digel silav û rêz.*
2010/11/11 Cankurd <[email protected]> > Bêjeya dil > > (1) > > Cankurd > > November 11, 2010 > > Hestiyên wî yên zerbûyî nîşana temenekî dirêj bûn. Ewirên sipî yên di > asîmanê re wekî hêştirên westiyayî, bi rengê porê wî bûn. Çavêd wî yên wekî > di kortên komir têde hatibû sotandin, êdî di bin ariya bê agir de winda > bûbûn. Ew ji zû ve di rê de ye... Çend salin? Çend sed salin an çend hezar > salin, ew bi xwe nizane...Ji ku ve tê, çi demê kete devê rê, navê wî çiye, tew > nema tê bîra wî... Niha jî wekî Bûdiyekî kirasçirî û çovê di destê wî de wekî > wî jar û piştxar bûye, giha ber dîwarekî bilind û qaling, ku ji surha Çînê > dirêjtir e, bi rojava û rojhilat vediçe û di dûriyê de winda dibe...Serî û > dawî naxuyin û kesek nikane wan bibîne, ne bi çavan û ne bi dûrbînan... > > Êdî dawiya rêya wî ye, teviya jiyana xwe di rê de bû, pêrgî gelek asteng û > tengiyan hat, pir zivistan û havîn, pir payîz û behar derbas kirin...Rojên > germê, şevên seqemê, tolî, berf û baran, di nav mij û dûmanê re, û carina > tîna germeke bê wekanî dihêla ku bihna wî biçike, û tîrêjên royê li pişta wî > diketin, wekî tîrên di şergehê de, di pişta hespekî rewan de, vediniştin... > > Erê, wan demên tehl û tirş, yek û yek di ser re çûn, an jî ew di nav re çû, > lê rêgirtê tev mezin, mestrîn astengî ev dîwarê ji berd û kevirên reş e, di > va deşta bê dawî de, ne burceke wî ya li ser dekan heye, ku di ser wê re > gavbike û xwe bavêje aliyê dî û ne jî nerdewaneke wî ya bilind heye, ku têre > hilkişe ser surhê... > > Di çavlêdanekê de xwe dît, ku ew bûye çekdarekî ji çekdarên Selahdîn, û xwe > ji burceke wilo ve avêt ser surha Qudsa pîroz, û berken bû, hema lêvên wî > yên ji tîhna û ji pîrbûnê zirav û jar bûne êşiyan...Ew berken bû, ji ber ku > dizanî ew xewn û hîvî bû...Tew hêz û kanîna wî ji ceng û pevçûnan re nemaye, > tew dema wî jî bo rojeke wilo ya bi rûmet nîne...Lê ji wî hatiye xwestin ku > derbas bibe aliyê dî yê dîwarî...Dîwarê bê dergahek, bê taqek, û bê ku çareyek > dî jê re hebe, bi şêweyekî an bi teherekî kevirên girs û giran ji ser hev > bavêje, an di wan re hilkişe jor, da bibîne çi li aliyê dî li hîviya wî ye, > kî çavrêya wî dike, kî li bendê ye, ku ew jî zincîra koletiyê bavêje histoyê > wî, paş ewqas rengên koletiyê di jîna wî de li vî alî. > > Paş ku demekê li dîwarê bêdengiyê temaşa kir, dizanî ku dîwar wê çi > bersivan nede wî, gawa ew pirsan jê bike, û bê wate bû ku ew guhên xwe bide > ser wan kevirên qaling û kehr, da hîviya bihîstina dengekî ji dengan > bike...Dem diçû, siyên dar û hejên ku wekî govdeyê wî hişk bûbûn, dirêjtir > bûn... Dawiya roja wî ya dawî bû...û jê hatibû xwestin ku bi windabûna rojê > re, > di paş çiyan de, ewên li ser milê wî yê çepê pozberiya dîwarî dikirin, > derbas be aliyê dî...Di jîna xwe de tew sozên xwe nedixwarin,wê niha jî sozê > xwe nexu,hema çawa? > > Carina mirov binzor dibe, ku soz û peymanên xwe bişikîne, ji ber ku ew > mirov e, ew carina lezdike û sozekê dide, lê pişt re li xwe hişyar dibe, ku > ew tew nikane wî sozî bi cîh bîne... > > Ya rast di vê hatinê de, ewe ku vîn û axaza wî bi xwe tune bû, ji wî hate > xwestin ku ew dev ji niştê xwe, ji merivên xwe, ji pez û rezê xwe, ji mirîşk > û segê xwe berde û teviya jîna xwe bibe rêwî, bibe koçer, bibe kesekî nenas > û dûrwelat... histobariya wî ewe bû, ku rêya xwe bibe serî, ji tiştekî netirse > û bi rêyeke dî de neçe, rewinda nebe... > > Di va rêya dirêj de, ku carina xar û vîç bû, û carina wekî doxekê rast û > dirist bû, herikên govdeyê wî neman, ne av, ne xûn, ne hêstirên çavan û > gilêza devê wî...û ne jî avka mêraniya wî, tev miçiqîn û zuwa bûn, berşê û > winda bûn...Ji wî re govdeyekî ku bi êş û keleman xawênkirî maye, wekî termekî > ku di çaleke qerasê de bi hezaran sal mayî, reş û hişîn, zer û mor, wekî > termê mişkekî genî...û canê wî, wekî çavkûrekî di binmaxeke tarî de, di şeveke > bê heyv de, ji wan şevên zivistanê, tew tamzara jînê di devê wî de nehêlaye, > ne ken, ne girî, ne hezkirin, ne jî nevîn... Carina dihizire ku canê wî ji > govdeyê wî bazdaye, ew wekî kundirekî hindirê wî valakirî bûye, û ji xwe > dipirse "*Qey mêşek jî di kundirê wî de nake vingeving..."* > > Erê, ew hatibû binzorkirin, û veger jê re hatibû neykirin....Niha jî, gava > destê xwe da ser berdên reşên dîwarî, ew niştê ku herji bîra wî hatibû > hilkirin, ji nişka ve wekî kaniyeke avê di mejiyê wî de xulxulî...Li ku ye êdî > ew nizane û ne jî dikane vegere...Hêstir di çavan de nema bûn, hema dilê wî > yêpîr giriya... > > Ü niha? > > Paş ku gelek li dora xwe, li asîmanê bala û vala, li deşta bê kenar, û li > çiyayên reş û dûr nêriya, tiştek baş nedît, ji ber ku bi wan çavên rohnî > têde vemirtî wê çi baş bibîne... > > Rûnişt, pişta xwe da kevirên piçekî germ bûne, li ber xwe, bi seriyê çov > hinek gerînok, çarçiv û xêz, wekî fîlosofekî Girîkî, kişandin, xwest tiştekî > hêja ku di rêya xwe de pêrgî wî hatiye bîne bîra xwe, hema mejiyê wî yê > zuwabûyî kar nekir... > > Hêdî-hêdî hate bîra wî ku carekê ew û yara xwe li bin siya dareke merxê > rûniştin û ji xwe re pêşgaviyek danîn, bo civandina peyvên zimanê xwe...Wan bi > navên gulan dest pêkirin, pişt re bi navên firindan û gava wî ji yara xwe > pirs kir, ka çend parçe govdeyên mirov hene û çi herik ji govde derdikevin, > bi hev re jimartin, ew keçik ji ber fedîbûna xwe ve, ku çi carekê hin ji wan > nav û peyvan ji devê wê derneketi bûn, an jî giş nebihîsti bûn, ji cîh > hilgavt û bazda, ji ba wî çû û nema careke dî hevdu di jînê de dîtin, bûn > wekî stêrkên Ley û Mecnûn, bi milyonan sal ji hev bi dûr ketin...Dibe jî ew çi > car dî rastî wê neyê...Bo çi wilo ji hev çûn, ta niha jî ew nizane, û wê di > roja xweya dawî de, di dawiya rêya xwe de jî nizanibe...Jîn carina gelek > zorbaz e... > > Dawî ramanek hate bîra wî û biryara xwe da ku wê bi cîh bîne, ew jî çûyîna > nav çiyan e... Ji xwe re hizirî û di ber xwe de kire pisepis, got: > > "-*Êdî ro diçe ava û çi care di destê min de nînin bo derbasbûna aliyê dî > yê vê surhê, ezê berê xwe bidim çiyan, dibe ku ji serê çiyan ve ez bibînim > çi li aliyê dî yê surhê heye...*" > > Pişt re hate bîra wî ku çavêd wî yên jar wê ji dûr ve nikanibin tew tiştekî > bibînin û hêz û kanîna wî bo hilkişîna serê çiyan tew nemaye... > > Li wir çomik wekî sepetek ji şivên hişkên mêwan demekê rûniştî ma..Ro di > paş çiyan de wind bû, û ji ber ku ew westiya bû, birçî û tî bû, jar û bê hêz > bû, di cîh de seriyê wî daket, rihên ser çenga wî li ser sîngê wî duta > bûn, û wekî dixuya ew kete xewneke dirêj, dibe jî tew ne xewn bû, rewşeke dî > bû, ku ew berê çi caran neketibûyê...dibe jî navê wê rewşê mirin be...Surha > reş > û bilind jî wekî bazekî basikfireh û mezin ji herdu aliyan ve ew di nav xwe > hembêz kir, wekî dayîkekê ku dest û piyên xwe li dora kurekî xwe yê > windabûyî gerandin, û baran wekî hêstirên çavên wê dayîkê bi ser wî hejarî > de dilop bi dilop barîn... > > Li bin dareke merxê ya pîbûyî, ku gelek dûr bû ji wê surhê û ji wî rêwî, > jineke navsalî ya hîn rûgeş û çavrohn, mêşeng û lêvsor, di h'êlikeke ji > ermoşê hûnandî de, xwe h'êldikir û di destê wê de defterek û pênivîsekî > qurşînî hebûn, ji xwe re hûrik-hûrik hinde peyvin zimanî dinivîsandin, > carina seriyê xwe radikir, li vî alî û li wî alî dinêrî, keser dikişandin, > di çavan de hêstir dicivîn...Wekî ew li hêviya hatina kesekî bû, çavrêya > mirovek hezkirî dikir... > > > Carekê li malpera me ya Kurdî - Erebî binêrin: > <http://peyam.eu%20%20/>http://peyam.eu > <http://peyam.eu%20%20/> > û têde berhemên gelek hêjayan bibxwînin > http://cankurd.wordpress.com > *Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat* > Têldest: (+49) 163 869 81 59 > Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany > *Cankurd* <http://kurdax.net/> > > > > <http://peyam.eu/> > > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
