Ji boyî rexneya we pir spas. Ji we re nebe zehmet der barê "mijarên rojane" de nêrînên xwe veb'êjin da di helbestên paşerojê de rêya min rohnî ke.
2010/11/12 Rojda Xanim <[email protected]> > Min pirr eciband mamoste hêja. Weki gotina we uslûb û gotin hema hema wekî > hev in. Lê di helbesta we de mijarên rojane hene. Spas. > > 2010/11/11 Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]> > > Nezîreya Şox û Şengê >> Nezîre ji erebiyê têt. Wateya wê ya ferhengî hinkûf, deng, wekok e. Di >> îstîlahê de dema helbestvanek helbesteka helbestvanekî dî ko jê hez dike >> deyne li ber xwe û bi heman awa, beşavend, pîvan û redîfê helbesteka dî >> çêbike ji bo wê helbestê "nezîre" tê gotin. Nezîre ji wêjeya farisî derbasî >> wêjeyên dî bûye. >> >> Nezîreyên ko ji boyî tinazê, tinazpêkirinê jî hene. Ji nezîreyên bi vî >> rengî re "tehzîl" yan jî "hezl" tê gotin. Her çiqas ne heddê min jî be ko ez >> di der barê qesîdeyên Mewlana de behsa nezîreyê jî bikim, lê ji ber evîna >> min ya di der barê wî de bêhemdê xwe weke "nezîre" hin peyv ji devê min >> derketin. >> >> Heke ev peyvana wek nezîre bêne navdan pêwîst e wê hingê ez lêborîna xwe >> ji giyanê cenabê Mewlana bixwazim û jê re bibêjim ko: >> >> "Seyda, ji ber ko ez gelik ji te hez dikim, destûrê bide min ko hin peyvên >> min yên bêqedr li cem yên te bin, dibe ko Xwedê min bide xatirê te." >> >> Ez ê serê pêşî qesîdeya Mewlana Cizîrî pêşkêş kim, pişt re nezîreya xwe ya >> ko min li ber wê amade kiriye. >> >> Şox û şengê zuhrerengê >> Dil ji min bir, dil ji min >> Awirên heybetpilingê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Wê şepalê miskê xalê >> Dêmdurê gerdenşemalê >> Cebheta biskan sema lê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Zulf û xalan nûn û dalan >> Wan ji min dil bir bi talan >> Goşeyê qewsê hilalan >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Dêm nedîrê bo 'ebîrê >> Xemrî û gîsû herîrê >> Sîne kir amancê tîrê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Surşirînê nazenînê >> Kuştim û nakit yeqînê >> Wê bi çengala evînê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Fetl û taban da xuraban >> Ebleq û cohtê şebaban >> Dame ber pence û kulaban >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Xweşxeramê ez xulamê >> Nazikê şîrînkelamê >> Tûtiya eywanmeqamê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Mahirûyê miskiboyê >> Surpilingê şêrixûyê >> Wê bi zulfa şubhê goyê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Herdu weşman naz û xeşman >> Kê ji ber wan 'eql û hiş man >> Sa'eta min dî bi çeşman >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Mahitabê afitabê >> Dêm ji roj û şeb niqabê >> Xweş bi çengal û kulabê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Serwinazê serferazê >> Şubhê zêr remza mecazê >> Dame ber çakûç û gazê >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Bejn û bala tûx û 'ala >> Min kirin vêk ra mutala >> Çîçeka terhîn-i wala >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Mîrê xazî şîrê tazî >> Vêk-i ran min dî bi bazî >> Kir li me j' xeflet ve gazî >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Şîr û xişt in zulf û qişt in >> Hin veşarin hin vehiştin >> Pehlewanan dest vemiştin >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> Rohniya çehvên Melayî >> Ew tecellaya te dayî >> Ya ji Ehmed dil revayî >> Dil ji min bir, dil ji min >> >> *** >> >> *Nezîreya min* >> >> Wê delalê, çaf-xezalê, >> Dil ji min bir, dil ji min. >> Hûrîya sahib-cemalê, >> Dil ji min bir, dil ji min. >> >> Ez vebestim, girtî destim, >> Wê dema bo dîtnê xwestim, >> Teşbîhê dûpişkê gestim, >> Dil ji min bir, dil ji min. >> >> Berzelingê, zîvî-singê, >> Dil-kuça hişkûbiringê, >> Wê bi bimba û tifingê, >> Dil ji min bir, dil ji min. >> >> Dewama nivîsê di lînka jêrde ye. >> >> Lînka Nefelê: >> http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5287 >> >> Lînka Blogê : >> http://abdulkadirbingol.blogspot.com/2010/11/nezireya-sox-u-senge.html >> >> -- >> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke >> ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki >> azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen >> reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin >> an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. >> - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu >> yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her >> millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. >> Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler >> onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda >> Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: >> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane >> > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
