Esmer Çû Li Ser Dilovaniya Xwe

Di sala 2008’tan de li bajarê Stenbolê di maleke germ de du mêvan peyda bûn. Li 
bin bêhna tûtin û li ber sîbera (siya) daristanê Esmer, li ber qala roja 
Tîrmehê jî ez bûbûme mêvanê  ew bajarê li bin behra mezin û li bin dîroka 
şaristaniya li ser piya.
Tîra germê, xwe leşê me dida û sîpelên xwe li ser eniya me da li berjor diket.
Bajareke mezin e Stenbol. Heft girên wî yê taybet rengekî balkeş dide. Esmanî 
wî û behra wî şîn û şîn e, wek çavên zeriyeke rûberf û çavşîn mêze mirov dike. 
Û gazî û hawar dikeve li nav dilê mirov. Wek evîna gav ket.
Em li wî bajarê Konsantîn di maleke Kurdistanî de bûne mêvan. Hay û bala me ji 
yekudin nîne. Malbat salên şer di welatî de har bûbû wî demê ji ber karê xwe 
koç bûbûn li Stenbolê. Di riha wan de welat û welatî hebû û pê bêhna wan jiyana 
xwe ya paşerojê bibîr dianîn.
Birastî, gava mêze li nav çavên mirov dikirin kêfa wan di dilê mirov de dibû 
bihar.
Ew qas ken û ew qas mirovanî nêzî mirov dibûn, di cergê (cîger) mirov de xerîbî 
nedima. Pêla xerîbiyî hatibiya bîra mirov ew malbat dibû sedema xemrevîniya 
mirov.
Wekî çîrokeke welatên dûr tê bîra min. Çawa ku di çîrokan de mirov dikeve li 
nav tengahiya û bêçare dimîne wê demê mîna hespê boz di devera mirov de tê 
ahaaa wisa! Dihat alikariya mirov ew malbat.
Em di gel Esmerê de du biyanî bûn û hema du navçeyên li ber paşiyên yekudin 
bûn. Lê mixabin me yekudu bajarê Konstantîn nas kir. Xerîbî nasbûn kêmeke 
heyecanê zêde dike kêmeke elektrîkeke pozîtîf dide mirov. Bîra mirov naçe. 
Dimîne li nav mêjî de.
Min pirsyara wî kir. Ev kî ye..
Yên li malê ji min re gotin; Ev Esmer e. Ji me re gotin rûne, nasyarê me ye. 
Hinek nexweş e.
Çi ye nexweşiya wê?
Pençeşêr e(şêrpence)…
Ayyy mixabin! Sed heyf!
Bajarên me bajarên tuneyiyê ne. Mamoste tune ne, dibistan tune ne. Êş, elem, 
derd û keder zehf in, lê derman nîne, dixtor nîne. Rê ji bo şere qirêj hatiye 
ew jî kend û kol in. Gava mirov derket riyê li gel vesayitê kî berên li ser 
gulçiskan gel rek û teka dikevin. Aliyekî ber û aliyekî delhezê kûr hene.
Bêçare ne, gava çare peyda bû wê gavê li beriya çareyê astengî şîn dibe wek 
giyayê jehr.
Wî bajêr zilm û zorî dîtiye. Wî bajêr xwîn û xwîndarî dîtiye. Naçar maye. Ji bo 
pélek dermanî deşt û çol derbas bûne gihiştine li ser lêvên (qerax) behran…
Li nav çiyayên asî de carna ji bo xatirê dê û baban (bav)  an ji bo xatirên 
evîndara xwe an ji bo xatirê axa xwe dûr dimîne û dûr asîmanî maye gel. Lê dûr 
mirovaniyê nemaye…
Ji ber vî çendê Esmer bona êşa li nav hundirê xwe rabûbû û gelek bajar, gund û 
navçe hêla bûn dû xwe û gihîştibû derê lêva behra Marmarayê… Ku derman bikeve 
nava hundirê wî.
Ez jî ji dû bêçaretiyeke zortir hatibûm Konstantîniyê. Ji ber ku lawê apê min 
di hundirê zindana de bû.
Du êşên me hebûn.
Her du êşên me bêderman bûn.
Riya me û ya wê malbatê li ser yek hatibû… Em paydarên kederê bûn. Kedera kûr û 
bêbext.
Bi wê encamê vegeriyana me di çend rojan de pekhat. Ez vegeriyam welêt. Ew ma 
li derê behra Marmarayê…
Sal çû… berf ket, bihar hat, havîn derbas bû, payîzeke dereng bi telefonê re 
xeberek gihîşt min. Got: Esmer çû li ser dilovaniya xwe.
Birîna wê kûr bû!
Li gel wê birînê nekarîbû şer bike.
Ew kedera kemer taziyek xiste li nav dilê min. Cerg û dilê min qerînên xwe 
birin asiyan.
Em du rewing (rêwî) bûn li gel Esmerê. Em hatin bajarekî hindî dinyayekê û 
mezin. Li ber lêva (qerax) behra Marmarayê. Bajarê Kon-stan-tîn…
Birîna me xwîn e, dilopan dike…
Esmer çû lê ez hêj mame… Bitirse! Bêçaretî ez ê te bifetisînim bi hebûna xwe…
Biaramî razê Esmer, mirin tiştek nîne eger mayîna mirov bêdengî bibe…           
                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap