Helbesta Kenanê Nado di Kovara Çîrûsk, di hejmara dawî de...
BI NIYETA CENABETHILDANÊ
BERÊ'M LI Ş'ÎRÊ
Mixabin mirovahî cenabet e!
Rênas Jiyan
Du tas avên cemidî
Xewnên tarîreş dicirifînin
Di çelavên gilover de qirêjiyê diweşînin
Qirêjiya...
Ku tiştên sik ji mêjûyan naheçheçikînin
Şefeq, sibe, roj diherikin
Lê mixabin...
Mirovahî cenabet ma!
Nûh cihê xwe dî rûnişt
Birahîm ji agir av guvaşt
Îsmail li çolê qurban peraşt
Ûsiv bi yazdeh stêrkan gurek kuşt
Meryem bi tasek ava vaftîzê serê Îsa şûşt
Lê mixabin...
Mirovahî serpîs ma!
Pêşiya avê Feqî girt
Tîrên eşqê ber bi ezman Mela avêt
Bi destê bav Rênas keç kuşt
Ev helbest dubare min nivişt
Lê mixabin...
Mirovahî cenabet ma!
01.08.2010 02:00 Kenanê Nado
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.