Hêjeyan
Kerem bikin ez bi vê nivîsa xwe li gel we me.
Silav û rêz
Bûbê Eser
Em tim dijmin sûcdar dikin!
Bûbê Eser
Ji roja ku welatê me perçe bûye û em li ser erda xwe ji hev cûda bûn in. Di her
zerar û ne bi serktina xwe de, tim dijminê xwe sûcdar dikin. Lê çi mixabin em
kêmanî, şaşî û ne rastiyên xwe nabînin an jî naxwazin wan bibînin. Heger me
carekê bi tenê jî ev dîtibana belkî îro rewşa welatê me ne weha baya.
Em tim ji bona nusûbetên li me ketinin, dijmên destnîşan dikin û dema ku em
nikarin azadiya gelê xwe pêk bînin tim dijmin sûcdar dikin. Helbet sedem dijmin
e. Gelo çareseriya wê çiye û divê em çi bikin?
Ji ber nakokiyên nav xwe û ne li hevkirinên xwe em dixin hustiyê dijmin ku ew
vê dikin. Helbet ew vê dikin û wê bikin heta ku em di bin destê wan de binalin.
Ma gelo divê em li hemberî vê bê helwest bîninin? Helbet Na û divê em bibin
xwedî helwesteke neteweyî.
Nefêrbûna zimanê dayikê û ne bi karanîna wê jî dikin para dijmin ku wan qedexwe
kiriye loma em jî nikarin bi karbînin. Helbet wê qedexe bikin da ku zimanê xwe
bixin devên me. Ma divê em jî weke wan bikin? Na û divê em qedexeyên weha nas
nekin. Xwe hinekî sûcdar bîbînin ku em ji bona fêrbûna zimanê xwe, zehmetiyê
nakşînin.
Em ji ber sedemên ji hev belavbûn û perçebûna xwe dijmin sedem rê didin. Rast
e, lê gelo em ê her bi ya dijmin bikin û li hember vê bêdeng bin? Helbet na,
rêyên çareseriyê gelek in. Vana bi zelalî tê zanîn. Lê em pêk naynin.
Dikarim mînakên weha dirêj bikim. Lê bawerim vana bese û zêdene jî. Ji ber ku
pêşiyên me xweş gotinên û anîne zimên: " Yê ku zane, zane, yê ku nizane baqê
nîska ne!"
Mesela me kurdên bakur jî ev e. Yanî em her tiştên ku xerab dihare dikin para
dijmin ku ne ji wî/wan ba, em ê bi serketina. Loma carekê nehatiye û nayê bîra
me ku em bi xwe li hember gelek tiştên xweş û hêja, astengin. Çima?
Niha bi awayekî vekirî û eşkere tê gotin û dîtin ku dijmin tim karê xwe dike.
Karê wî jî ew e ku miletê dagir dike, bi her awayî bikaribe desthilatdariya xwe
li ser wî bijdîne. Ji bona serê xwe raneke, çi lazim be wê dike. Ev karê dijmin
e û divê em ji ber vê loman nakin. Ji ber ku dijmin tim karê xwe ji bona
berjewendiya gelê xwe dike. Lê em çi dikin?
Yekîtî û hevkariyeke xurt di nava kurdên bakur de tune ye. Çima? Ji ber ku
dijmin vê dike û dixwaze loma. Baş e ma em jî her tiştên ku dijmin dixwaze pêk
bînin û serî jê re bitetewînin?Helbet Na.
Em zimanê xwe yê şêrîn xweş, delal û zelal nizanin. Çima? Ji ber ku dijmin
qedexe kirî ye loma em jî nizanin. Heger dijmin ev kiri be, ma nabe ku em li
dij vê rawestin û zimanê xwe ji dest nedin. Wî fêr bibin û di hemû qadên jiyanê
de bi kar bînin. Ma em vê bikin wê çi bibe? Em ê bi hêz û baweriyên kurdawarî
bêne xemilandin. Da ku welatê xwe zû azad bikin. Lê çima em vê nakin? Ji ber ku
dijmin qedexe kirî ye. Ma her tiştên ku dijmin li me qedexe kirîye em ê jî yek
bi yek pêk bînin? Helbet Na.
Ji roja welatê me dagir bûye em jî weke kurd ji hev belav bûn, perçe bûn, tar û
mar bûn, hin li bin xetê û hin jî li ser xetê man. Em vê dikin para dijmin.
Helbet rast e dijmin dîsa li vir karê xwe kir û wê bike. Ma gelo em ê jî li
hember vê bêdeng rawestin û bêjin ku dijmin li me weha kirî ye? Helbet Na.
De baş e wê gavê divê em çi bikin? Tiştên ku em bikin rehet in û herkes jî
dizanin ku divê çi bikin. Lê nakin. Çima? Ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û
malbatî. Baş e wê evê çawa ji nava me rabe da ku em jî weke her miletekî cihanê
azad bijîn? Rehet e ku em herkes berjewendiyên xwe yên şexsî bidin alîkî û çi
gava ku em weke welaparezekî ji dil, durust û tenê ji bona berjewendiya gel
jiyan û berjewendperestekî neteweyî bin û çi gava em xwedî li hev derkevin, wê
ev ê jî bibe.
Ma ev ewqasî zehmet e? Helbet na. Lê heta berjewendiyên şexsî li pêş yên
neteweyî bin ev ê zehmet û zorbe ku pêk bê. Ê baş e em ê vê çawa rakin?
Rakirina vê bi zanînê, bîreweriyê, bi sebr û tehamulê û bi dûrbînîyê dibe. Ew
jî bi xwendinê dikare pêk were. Lê mixabin xwendin jî niha di nava kurdan de
hema hema tune ye. Ev ê çawa bibe? Çi dema em bi çavên xwe nefikirîn, bi guhên
xwe nebînin, bi devên xwe nebihîzin û ji ber hemû tiştên xwe dijmin sûcdar
nekin û hinekî sûc û gunehên xwe jî bibînin, dê wê gavê êdî rastî bê holê.
Tiştên ku em bi salan in li dû ne, wê pêk bên.
Têbinî: Ez sala nû li gelê xwe û li hemû kurd û kurdistaniyan pîroz dikim.
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.