Dizanim derengî ye... Lê divê wisa derbas nebe û derengtir nekeve... Li hemberî gotinên vî necamêr û nemerdî divê dengê Kurdan zêdetir derkeve û ev meymûnê di şiklê mirovan de rûyê rehetiyê nebîne...
Ji ber ku rojevê pir naşopînim, haya min zêde ji bûyeran çênabe ji ber vê yekê pirî caran dûr dimînim ji qewimînan... Ka berê xwe bidine gotinên zînazadeyê bêesl... *"Ev mehek e ez li Başûrê Rojhilatê digerim* ..* *Li ji sedî 90-ê malan heşt kes bi hev re dijîn.* *Xweşik xwarin nakeve ji sedî 90-ê malan.* *Kitêb nakeve ji sedî 90-ê malan.* *Rojname nakeve ji sedî 90-ê malan.* *Lê tiştek ku dikeve ji sedî 90-ê malan heye .* *Sêlên satalîtê...* * * *Satalît tenê Roj TV-ê nîşan nade. Porno dikeve wan malên kitêb û rojname nakevinê...* *Xendekarê dibistana serate jî kalê 80 salî jî heft roj 24 saet dikare li pornoyê temaşe bike...* *Paşê çi dibe?* *Li vê deverê mêrê 70 salî dest davêje neviya xwe, bûka xwe. Zarokê 14 salî dest davêje pitikekê, bira dest davêje xwûşka xwe, yan jî hewl dide dest bavêje jin û keça cîranê xwe û pirê cara jî biser dikevin."* Vaye maila wî jî li jêr e... Bi uzirxwestinê divê mesele neqede... [email protected] -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
