Panzdehemîn Salvegera Mirina Seydayê Min Mela Sûleymanê Şirnexî


Her tişt bi dengê zengilê telefonê dest pê kir. Ew telefona malkampax digel
ewqas xizmetên girîng bo mirovan dike jî, lê belê carcaran xeberên nexweş jî
bo wan digihîne. Wek çawan neh sal beriya hingê mirina pismamekî min î gelik
hêja gihandibû min. Ji wê rojê û vir de ye dema ku zengila telefonê lêdixe
tirseke mezin dikeve nav dil û canê min.

Wê rojê... Erê, wê rojê... dîsa telefon... dîsa xeberek reş....

Li aliyê din yê telefonê jineke xizmê min hebû û ev xebera nexweş digihande
min:

"-Zû xwe amade bike, em diçin Şirnexê...Belê... Erê, gellik nexweş e."

Tenê behsa nexweşinê dikir, behsa tiştekî din nedikir. Ji xwe haya min ji
nexweşîna wî hebû. Lê mirina wî qet ne di fikr û mitaleya min de bû.
Gotineke holê heye: "Xweyê mirî kor e." Wê gotinê di wê demê de li ser me
xuya dikir.

Min hema amadehiya xwe kir. Ji amirê xwe destûr xwest û hatim çaryanê ku li
navenda bajêr bû. Li wir birayên min yên din digel xêzanên xwe rawestîyayî
bûn û li benda min bûn. Ez jî li taksîya wan siwar bûm û me berê xwe da
Şirnexa wêran.

Em çar kes bûn di taksîyê de... Deng ji kesî dernediket. Em tev melûl bûn.
Heta wê demê jî min ew nexweş dizaniya, tiştekî din na. Bes hayê wan jê
hebû. Min ji xwe re digot: ji xwe nexweş e, hema nexweşiya wî hîn girantir
bûye, ew qas...

Taksiya me hinkê ji bajêr dûr ket. Em axivîn... Dema wan dît ku haya min ji
mirina wî nîne, xebera reş ji min re gotin:

"-Ne miriye!!!"

Vê hevoka kin giyana min serobino kir. Xelk dibêjin, hinga filan tişt, yan
bêhvan tişt çêbû dinya di çavê min tarî bû. Min ev biwêj mubalexe dizaniya.
Lê belê wê rojê min ew rewş bilfiilî jiya. Dinya li ber çavê min bûn rengekî
din, êdî min dinya nedidît. Sikûnetek kete nav mirovên di taksiyê de. Lê ez
dibêm di nav wan de yê herî ecizbûyî, qehirî ez bûm. Lewra di dema bihûrî de
gelek têkiliyên me, sohbet û havaltiyên me bi hev re çêbibû. Ew hem seydayê
min yê ewil bû, paşê zavayê min bû, hem jî şirîkê min yê dikanê bû.

Em ji Geliyê Qesrikê derbas bûn. Me Çiyayê bimbarik yê Cûdî li pey xwe hişt.
Dema çavê min li vî çiyayê ku navê wî di Qur'ana Pîroz de derbas dibe diket,
bivênevê xeyalê min çûn dîrokê kûr. Li ser vê xaka pîroz çi bûye, çi nebûye.


Pêşî Evdê Şekûr, bavê dûyemîn yê mirovahiyê Cenabê Nûh hate ber çavê min.
Dema qewmê wî ew diêşandin, lê guhdarî nedikirin, bi dîtina wî tiliyê xwe
dixistin guhê xwe û ew jî neçar bû holê digot: "Rebbî înnî mexlûbûn,
fentesîr=Xwedayê min, ez tûkçûyî me, alîkariya min ke!" ev qêra wî heçkû
dihat ber guhê min. Hela rewşa wî û kurê wî. Weledê wî yê ku li wî guhdarî
nedikir û di sefa gawiran de cî digirt, li ber pêlên qasî çiyayan diket û
dimir. Dimir bes, ya ji mirina felakettir ew bû ku li ser kufrê çû. Hela
xatûna wî... Ew xatûna ku di hemberî wê zatê bimbarik de bûbû sîxurê kafiran.
Evan hemûyan qehra wî zêdetir dikir.

Xeyalan dev ji wî berda û ez ji wir anîm 400 salan beriya Mîladê. Dema ku
babikên min, Kardukên cengawer di van çiyayên bimbarek de di hemberî
dagirkerên Yuwnanî de têdikoşiyan û di vegera wan a ji welatên Persan de
rehetî ji wan re nehiştibûn.

Wek çawa Ksenofon di pirtûka xwe ya "Vegera Dehhezaran" de behsa welatê min
Kurdistanê dike û qehremaniya Kurdistaniyên wê demê ango Kardukan aniye
zimên.

Ji wir hatim dewra şahê Birca Belek Bedirxanê mezin. Bedirxanê
niştimanperwer, Bedirxanê Kurdperwer. Çawa di vê herêmê de hemberî artêşa
Osman Paşêyê dagirker qehremanî û cengawerî nîşanî dost û dijmin dabû. Çawa
di mintiqeya Botanê de îdareyek adil saz kiribû. Belê.. belê... Min çavê
gerand, lê min leşkerên vî lehengî nedîtin. Li şûna wan de mîn xwe-firoş
dîtin. Yên ji bo yî çend qurîşan birayên xwe dikujin min didîtin.

Ji nişka ve ez hatim ser hemdê xwe. Taksiya me bi lez ber bi Şirnexê ve
diçû.

Demsal nava zivistanê bû. Bi gotina Çîlekêşê serdema bîstemîn zivistanê
kifinê xwe yê sipî li xwe kiribû û rûyê erdê bi wî rengî xemilandibû. Hewa
sahî bû û tavê dida erdê, lê hêza wê ya ku kariba berf bihelandiba nebû.
Heywanên nazik û nazenîn ji bo ko zor û zehmetiya demsalê nebînin ji aliyî
Wî Dilovanî ve hatibûn razandin, ketibûn xewa mirinê. Xweza xemilî bû. Dar,
ber, teht, çiya, nuwal, gir... dibiriqîn. Mirov her dixwest ku lê binêriya, jê
têr nedibû. Gorî bibim, erdnîgariya welatê min, çi qeder xweş bû, çiqas
rewneqdar bû.**

*Ew milkê Kudan tev xêr û bêr e,*

*Alî'k me'den e, yek zîv û zêr e.*

........

Lê ji ber ko di mitaleya min de her ew û veqetana ji wî hebû min tamek ji
temaşeya wê sînemaya belaş nedidît. Dilê min tejî ecziz bû; min dixwest wê
ecza xwe bidim der, bes min nedizaniya wê ecza xwe di serê kê re
derxista.  Dema
ez di ber heyberan re derbas dibûm, min bi çavê neyartiyê li wan dinêriya.
Heçko sedema mirina wî ew bûn. Dilê min digote min wan tirimbêlên di ber me
re derbas dibin, rawestîne, mirovên tê de jê peya bike û ji wan pirsiyar
bike ka çima ew miriye?

Dîsa ew hate bîra min. Sohbeta wî, xeberên wî yên xweş.. Axx! Êdî ez ê neyêm
Şirnexê û li wê sohbeta te ya Ol-perwer û niştîman-perwer guhdarî nekim. Ez
ê êdî ji devê te guhdarîya van qesîdeyên Mewlana nekim:

*"Selwe sehî-qed xemilî,*

*Lew kemilî mestane reqs,*

*....*

*Muhbetê, mihnet di zor in,*

*Hub dibêm bêşik bela ye.*

*.....*

*Bêhisap şox û şepalê li Melê qehr û xeder kir,*

*Ne em anîne xiyalê ne li halê men ezer kir.*

Ew sohbetên me yên di wan şevên dirêj de... Geh me behsa belengaziya gelê xwe
û azadiya welatê xwe dikir, geh me ew derî digirt û me deriyeke din vedikir;
deriyê dîn û diyanetê .. Me behsa Rîsaleê Nûr, behsa Ustadê xwe dikir. Ji
nişka ve jî te qîr dikir.

"Sebahûl-xeyrî xanê min!"

Ax!!! Ez ê jî mîna Mewlana Cizîrîyê ku ji ber şewta hîcrana dilbera xwe
şewitî bikim qîr hawar:**

*"Ah-ê eyyamên wîsalê weko xweş borî û çûn,*

*Ew şeraba îş û noşî ma li pêşber min serab."*

Çendîn caran ji bo ku te bibînim û dengê te yê nerm seh bikim hatibûm
Şirnexê... Cendîn caran tu bi xwe jî ji ber vê çendê hatibûyî Cizîra Botan.

Axx! Mela Sûleyman ez qet wan rojên xweş yên di navbera min û te de
derbasbûyî ji bîr nakim. Dema te dersa min ya kitêban digote min te xwe bi
min ve diêşand, dakû ez baş hîn bibim. Dema te digot "îza kanel emrû" û tu
li benda min disekinî da weke bersiv "kezalîke"yê   bibêjim, hêjan li ber
çavê min e. Dema tu li mizgeftê bûyî û ez jî derve bûm. Min çixare dikişand
û te jî şîret li min kir ko dev jê berdim. Her çiqas hingê min nekarîbe xwe
û dev jê berneda be, lê şîreta te di pêşerojê de cihê xwe girt û min dev jê
berda.

Axx, Mela Sûleyman, ew exlaqê te yê spehî qet ji bîra min naçe. Hela ew xûyê
te yê nerm.. Te adeta xwe li hedîsa Fexrê Kaînat ya "Kade-l helîmû en yekûne
nebîyye" girtibû. Ew hilma te... Ma hilm tenê, sidq û rastiya te, teqwaya te,
hemû di lotkeya herî jor de bûn.

Min li nik xwe digot gelo cenaze rakirine an na. Heke ranekiribin wê derfet
ji min re çêbibe ku ez ê wî di rewşa mirî de bibînim. Heke ez bibînim dê
haleta rûhîya min ya hingê wê çawabe!

Di dawiyê de em gihîştin Şirnexê...Şirnexa wêran...Şirnexa ku ew ne têde . Ev
dibû cara yekem ku ez dihatam Şirnexê lê ez wî nebînim. Taksîya me bi eciz
li caddeyên vî bajarî de digeriya. Heçkû ewê jî qehr û kula sivarvanên xwe
par ve dikir. Di dawiyê de li ber deriyê wî rawestiya. Ax ew derî... Xwediyê
wî derîyî çiqas ez bi awakî germ pêşwazî kirime. Lê îro... Xwediyê wî derîyî
êdî alema xwe guhûrtibû.

Zarokên wî xwaharziyên min... Ez dibêm qey gotina "xwarzî" ji bo wan şaş bû.
Lewra xwiha min çi qederî nêzîkî min bû, ya kêm ew jî ew qeder nêzîkî min
bûn. Ji ber wê çendê gotina "birazî" bêtir di cihê xwe de bû.

Çawa ez dîtim qîr û hawarên wan çû ber erş. Di nav qîr û hawarên wan de ez
ketim wê odeyê ku ew tê de bû. Lê çi heyf! laşek bêgiyan têdebû.

Min spasiya Xwedê kir ku derfet da min ko li ser te nimêja cenazeyî bikim û
te ber bi gorê ve bibim.

Erê Mela Sûleyman tu jî çûyî... Ez dikarim li pey te vê bibêjim di vê dinyaya
xapînok de min du dostên sadiq dîtin; yek ji wan tu, yê dî jî ruhê min, canê
min Mela Îhsanê kurê Seyîd Selmanê sietçêker. Beriya ku tu bar bikî, biçî bi
heft salan ewî bi hîcrana xwe nîvê giyanê min ji min stand û çû,. Bawerim
nîvê mayî jî dê tu bi xwe re bibî.

            Lê ji ber ku em bawermend in û li gori baweriya me mirin ne
neyîn e, ne fena ye, ne vemirîn e; belkî gehiştina dost û xizman e, em bi
mirinê serbilind in. Tu çûyî em ê jî li pey te werin

            Li benda me bimîne, li benda me...






            Abdulkadîr Bîngol
                                                           Abdulkadirbî
[email protected]

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap