Hêjeyan,
Kerem bikin ez bi nivîseke nû dîsa bi we re me.
Slav û rêz.
Bûbê Eser
 
 
 
Helwest biryar û îstîqrar
 
Bûbê Eser
 
Berî her tiştekî divê mirov ango însan xwedî helwest bin. Di çi warî de û di çi 
halî de dibin bila bibin, dema xwestin biryarekê bidin, tiştekî pêk bînin an jî 
li hember tiştan bê deng nemîne divê bibe xwedî helwestekê. Loma jî helwest 
girtin di jiyana mirovantiyêde cihekî girîng digire. Ji ber vê yekê ye ku mirov 
bi rehetî dikare kesên xwedî  helwest û yên bê helwest bibîne û wan li gor vê 
li mêzînê xe.
Biryar girtin di qedera gelan û mirovantiyê de cihê wê girîng û barê wê giran 
e. Loma jî mirov nikare hema bi lez û bez li hember her tiştekî bibe xwedî 
biryar. Ji ber ku berî biryar girtinê divê mirov, lêbikole, lê baş bifikire, li 
hember bûyer û kiryaran bihnfireh be da ku mirov bikaribe bibe xwedî biryarên 
rast. Biryardayinên çewt û şaş birîneke kûr di civatê de vedike û dilê gelek 
mirovan jî diêşîne. Ji ber vê yekê ye ku berî ku mirov li ser tiştekî an jî li 
hember tiştan divê nebe xwedî biryarên bi lez û bez da ku şaşiyan neke.
Li gor min ya herî girîng jî ew e ku mirov ango însan bikaribin bibin xwedî 
îstîqrar (xwediyê gotin, biryar û peyvên xwe bin) da ku jiyana wî/ê helwest û 
biryar girtinên wan cihê xwe bigire. Ji ber ku kesên bê îstîqrar mirov tu caran 
nikare bi wan baweriyê bîne. Loma jî di jiyanê de mirov bi îstîqrarbûna xwe 
dikare rola xwe bilîze. Ew jî baş an xerab dikare bibe. Ji ber vê yekê ye ku 
bawerî tim bi kesên ku bi îstîrar in tê û kesên weha bêtir dibin cihên rûmetê.
Kesên ku bi helwestên xwe baş in, di biryardayîninê xwe de xwedî îstîqrar in, 
dikarin civatê jî îdare bikin. Dikarin rêveberiya gelê xwe bikin û ji bona 
azadî û rehetiya neteweya xwe tevbigerin. Bi ya min divê mirov û mirovantî li 
ser van baş rawestin. Tahlîl, nerîn û dîtinên xwe li gor van pêk bînin.
Îcar ka em vegerin ser rewşa ku îro em weke kurd têdene. Em li dora xwe, li 
partiyên xwe, li rêxistinên xwe, li mirovên xwe û li însanên xwe binêrin. Em 
binêrin û bibînin ka gelo ew tiştên min li jor behsa kirî ye bi kes û 
kesayetiyan re, bi partî û rêxistinan re, bi siyasedmedaran re  maye an na. Hûn 
ya rastî bixwazin ez dibêjim ku nemaye. Ma tenê ew? Na, bawer bikin, şexsiyet, 
bawerî, pîvan û gelek tiştên din jî îro bi piraniya kes û kesayetiyên ku bi 
siyasetê ve mijûl in û tenê berjewendiyên xwe difikirin re nemaye. Ji ber vê ye 
ku di rêxistinan, di partiyan û bi mirovan re hema hema îrade nemaye.  Yên 
xwedî îrade kêm in. Lê rast in. Roj bê ewên bi serkevin. Loma jî divê ew kes û 
kasayetî, ew partî û rêxistinên weha divê her karên xwe bidomînin. Ji ber ku 
taliya talî  rastî  wê  bi ser bikeve.
Dema mirov behsa vê dike û rastiyê dibêje, dibe kelemê çavên gelek an. Loma jî 
îro, rewşenbîr û nivîskarên me jî nikarin an jî naxwazin rastiyê bêjin. Ji bona 
ku cihê xwe, heval û dostên xwe wenda nekin, rastiyê nabêjin. Li gor min 
rewşenbîrên vê dikin jî divê mirov wan weke rewşenbîrekî/ê bi nav neke. Lê 
mixabin îro kesên weha li pêş in û di şert û mercên îro de rewşenbîrên herî baş 
ew bi xwe ne(!)
Çareserî çi ye? Ma kî vê nizane. Zanin lê nakin. Dibînin lê nabêjin. Loma jî bi 
kiryar û  bûyerên xwe hin ji siyasedmedarên me, rewşenbîrên me yên ji bona 
berjewendiyên xwe ê şexsî  tevdigerin li gor vê jî  berê civatê berbi şaşiyan 
vedikin. Ew şaşiyên têne kirin, dê serrastkirina wan gelekî zehmet û zor be. Lê 
mirov ji ku derê şaşiyê vegere ew kar e. 
Bi vê munasebetê ez helwesta HAK-PARê û bi taybetî ya serokê wê brêz Bayram 
Bozyel ya ku nebû namzetê (berendam) partiya bê îrade, pîroz dikim. Ev 
helwesteke dîrokî bû ku wê gelek ji vê fêdê bîbînin, wê gelek ji ber vê ji xwe 
şerm bikin. Ya girîng ev e ku ev ê bibe rêlibervekirina fikra azad ku êdî wê bê 
gotinê…09.04.2011


 


                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap