Wey tu bi xêr hatî, Kekê Şerefedîn!

 

Ez, tevlî çend camêran 
li çayxanekê rûniştîbûm gava mizgîniya endamtiya Kekê Şerefedîn dan min.
Ez ewqas şad bûm ku per û baskên min hebûna ez ê bifiriyama.

 

Endamtiya Kekê Şerfedîn nîşaneya yekîtiya Gelê Kurd bû. 

Belgeyek biçûcik a  bidawîbûna
qedera me ya reş a hezar salan bû. Hêvî bû. 

Êdî kes nikare bibêje; hûn ne netew in, her yek ji we
ji  êl û eşîrek, ji “derûdorek  siyasî” berpisyar e. 

Êdî kes nikare bibêje Tevgera Azadiya Kurd gelê Kurd hembêz
nake..

 

-Oro çayfiroş, Sulhedînê delalî,  ji kerema xwe re çay deyne ber me, ber civatê,
ber her kesî. 

 

Bila çaya te ya “bihn qunefîl”  noşî canê  Şerefedîn Elçî be…

 

Di xortaniya min de ew wezîr bû. Mezinên me yên xizan ên bê
kar û bê şuxul, serde jî bê zar û ziman, ji Kekê Şerafedîn bi heft bavan dûr û
xerîb, ga û golikan difirotin, lêdixistin diçûn Enqereya şewitî bo serdana wî.
Mabest tim û tim yek bû: 

-Karekî ji bo me heye ez benî?

 

Di wan dewr û dewranan de ji gundiyên me kesek xwedî dîplome
tunebû. Feqîrno pol û poşman, destvala vedigeriyan gund. Lê, nefsbiçûktî,
camêrî, rabûn û rûniştandina wî ya kurdewarî ya ku ew şahedî kiribûn di nav gel
de jî  belav dikirin. 

 

Di salên 70’yan de ji Kurdên me yên Tatosî, Xinûsî û
Qereyaziyan, ên ku dibistana seretayî qedandibûn dor bi dor diçûn cem; çend roj
şûnde karekî bidest dixistin, bi kêfxweşiyek bêhempa vedigeriyan mala xwe. 

 

Beriya wezîrtiya Kekê Şerefedîn Kurdên Erziromî karekî li
deriyê dewletê di xewna xwe de jî nedidîtin. Ev yek jî li alîkî, di şarederiya
vî bajarî de  ew nedikirin çopçî jî.

Şarederiyên navçeyên kurda jî, ji berê de di destê çend
malmezinên feodal de bû; xeynî xizm û nas û dostên  wan 
kesî newêribû şêmûga şarederiyan tarî bike. 

 

Ew xizmeta Kekê şerefedîn li Kurdistanê encameke pir mezin a
civakî derxist holê. Kesên bi alîkariya wî ketibûn ser kar îro bi gelemperî
teqawid bûne. Lê ew  bûn xwedî derfeta
perwerdekirina zarokên xwe. Ji wê nifşê bi hezaran xortên welatparêz ên xwedî
dîplome gihîştin. Dibe ku ew bi gelemperî di warê siyasî de ne li ser şopa Kekê
Şerafedîn bûn lê, dîsa jî wek yekî wan temi kiribe, derheqê wî de gotineke neçê
nedikirin. Her kesî di dilê xwe de qedr û qîmeta wî dizanîbû.

 

Îro ew bi biryara endamtiya wekîltiyê ya di nav refê Tevgera
Azadiya Kurd de dilê gelek kesan xweş kir. Êdî em ne tenê bi dilkî  , bi devkî 
jî dikarin biqîrin bibêjin; her
bijî Kekê Şerefedîn, her bijî… Xwedê temenek dirêj bide te. Tu ewladekî bixêr ê
Kurdistanê yî…

                                                                          
                        Mamoste Marûf

 

  

 

 

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap