mixabin kêmasî hene û gelek in jî. lewra di kurdî de nêzîkî sê çar deng
neketine alfabeya Celadet Bedirxan de. weke tîpê "h" ku ji bo mînak em
dibêjin herî (çamur),hêstir (gözyaşı) tîpê "k" ku ji bo mînak em dibêjin ker
(sağır), kund (başkuş); tîpê "eyn" ku ji bo mînak em dibêjin eyar (derî)
eyne (ayna) tîpên "t" ji bo mînak ku em dibêjin teyr (büyük kuş), teyrok
(dolu) û hwd.

em dikarin bibêjin ku ev peyvê me nivîsîn telafuza wan tam nayê gotin. ji
ber ku ev tîp di vê alfabeyê de nînin. bi rastî mînak ne ev tenê ne jî. em
dikarin vê rêzê gelekî dirêj jî bikin. ev kêmasî, bi rastî jî nivîsandin û
zêdetir jî xwendina kurdî pir zehmet dike. Celadet bi xwe jî di pirtûka xwe
de dibêje ku alfabeya kurdî, alfabeyeke fonetîk e. yanî dibêje ku her tîp
dengekî telafuz dike. lêbelê peyva "hêstir" tê me'neya bi tirkî gözyaşı û
katır. an jî ev peyva min nivîsî ku "eyn" nebe weke "meneya" tê nivîsandin û
naye fêhmkirin.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap