Xûşk û birayên hêja,

Gelek kes bawer dikin ku faktora herî girîng ya dûrbûna zaravayên
Kurdî, karanîna 2 alfabeyên cihê ye.

Her çiqas piranîya Kurdan, li Tirkîyê, Sûrîyê û li welatên Sovyetê
berî alfabeya Latînî bixebitînin jî, li Îraq û li Îranê alfabeya Erebî
tê karanîn. Jiber ku Kurdistana Îraq perçeya azad e û gelek rojname,
kovar û pirtûkên Kurdî lê têne çap kirin, karanîna alfabeya Erebî li
wê beşê karîgerîyeke girîng li ser hemî Kurdan dike.

Gelek rewşenbîrên navdar yên Soranîaxêf wek Ferhad Şakelî û vê dawîyê
sernivîskarê Ajansa Nûçeyan a Kurdistan Bedran Hebîb jî dîyar dikin ku
alfebeya Erebî jî Kurdan re baştir e.

Bi dîtina we kêşeya herî girîng ya zimanê Kurdî cûdabûna alfabeyan e
yan ne? Eger wiha be, kîjan alfabe baştir e, alfabeya Erebî yan a
Latînî? Eger alfabe yek bin, gelo Kurmancî û Soranî pirtir nêzîkî hev
dibin yan ne?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

http://blogs.voanews.com/kurdish/zimanujiyan/?p=38

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap