Rojda Xanima hêja,
Min par bû pêrar dîsa gotibû, divê moderator heta ku dibe bêalî bin û derheqê nirx û hêjahiyên neteweyî de beriya ku hin tiştan bibêjin pir hûr û kûr bifikirin... Dayika min, ez ne şaş bim Ocalan derheqê Şêx Seîd de çend caran gotibû “ew ketiye dafika ajanên Îngîlîzan” Mirov çawa vê gotinê wek “ ew ajanê Îngilîzan bû” rawe dike? Dibe ku gotibe jî... Ev tesbît û nêrîn hêjayê nîqaşek dîrokî û entellektûelî ya navxweyî ye û roj bê, teqez wê Kurd li ser vê yekê jî nîqaşên dûvdirêj bikin. Lê Nivîsa Birêz Necîp Bingol, li ser ew kesên kêmhejmar ên tu car nehatine-nayên ser xeta têkoşîna azadiyê bû... Ew esilkurd( Kurd kokenlî) ên ku heta niha di tu Partî û pûrtiyên Kurda de cih negirtine, girtibin jî, bûne Beko Ewanên hemdem û partî û tevgerên Kurda ji hev belav belavî kirine û heta niha nehîştine yekîtiya neteweyî ya Kurda ava bibe... Xwîşka min, xebata ku hûn dikin ne karek tiroviro ye. Bi hezaran mirov nivîsên we dixwînin û li ser naverokên wan ji xwe re fikr û ramanan ava dikin û pêşkêşî kesên derûdora xwe dikin. Lewma beriya nivîsandina hevokek divê herî kêm bi qasî dema nivîsandina wê em biponijin ka ew gotin ber bi ku ve diçe, xizmeta kê û çi dike... Îro serok û rêveberên hemî partiyên Kurda, di roraka me de ev cara yekem e, tev bi hev re bo hevdîtinan diçin Başûrê Kurdistanê. Bo xatirê vê roja pîroz be jî gere mirov “birînên kewa xwe girtî” nekole, qertûşan li wan nexe ku qaşik girêdin û sax bibin... A din, gelê me yê bi rûmet du hefteyê din dê biçe ser sandoqan û nexşeya pêşeroja xwe destnîşan bike. Şikur ji Xwedê re, Kurd û Kurdistanî û hevalbend û rêhevalên Kurda, nalet li çavên şeytan û neyaran anîn û tifaqa xwe kirin yek. Ji vir pê de cahşên li derve mabin, wek MHP’yiyên duh ên Erdîşê, heta lêborîna xwe ji gel nexwazin, binê lingên dayîkên şehîdên me maçî nekin kes wan efû jî nake, nake şûna mirovan jî... Xwîşka min a delal, hevalê necîp di nivîsa xwe de rexne li wan cahşan kiribû; ma camêr ji min û ji te re çi gotibû? Mamoste Marûf -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
