Gelek spas mamoste, destxweş. Carna herkes şaştiyan dike. :)

2011/5/24 sadi maruf <[email protected]>

>   Rojda Xanima hêja,
>
>
>
> Min par bû pêrar dîsa gotibû, divê moderator heta ku dibe bêalî bin û
> derheqê nirx û hêjahiyên neteweyî de beriya ku hin tiştan bibêjin pir hûr û
> kûr bifikirin...
>
>
>
> Dayika min, ez ne şaş bim Ocalan derheqê Şêx Seîd de çend caran gotibû "ew
> ketiye dafika ajanên Îngîlîzan"
>
> Mirov çawa vê gotinê wek " ew ajanê Îngilîzan bû" rawe dike?
>
>
>
> Dibe ku gotibe jî... Ev tesbît û nêrîn hêjayê nîqaşek dîrokî û
> entellektûelî ya navxweyî ye û roj bê, teqez wê Kurd li ser vê yekê jî
> nîqaşên dûvdirêj bikin.  Lê Nivîsa Birêz Necîp Bingol,  li ser *ew kesên
> kêmhejmar* ên tu car nehatine-nayên ser xeta têkoşîna azadiyê bû...
>
>
>
> Ew esilkurd( Kurd kokenlî)  ên ku heta niha di tu Partî û pûrtiyên Kurda
> de cih negirtine, girtibin jî, bûne Beko Ewanên hemdem û partî û tevgerên
> Kurda ji hev belav belavî kirine û  heta niha nehîştine yekîtiya neteweyî
> ya Kurda ava bibe...
>
>
>
> Xwîşka min,  xebata ku hûn dikin ne karek tiroviro ye.
>
> Bi hezaran mirov nivîsên we dixwînin û li ser naverokên wan ji xwe re fikr
> û ramanan ava dikin û pêşkêşî kesên derûdora xwe dikin. Lewma beriya
> nivîsandina hevokek divê herî kêm bi qasî dema nivîsandina wê em biponijin
> ka ew gotin ber bi ku ve diçe, xizmeta kê û çi dike...
>
>
>
> Îro serok û rêveberên hemî partiyên Kurda, di roraka me de ev cara yekem e,
> tev bi hev re  bo hevdîtinan diçin Başûrê Kurdistanê. Bo xatirê vê roja
> pîroz be jî gere mirov "birînên kewa xwe girtî"  nekole, qertûşan li wan
> nexe ku qaşik girêdin û sax bibin...
>
>
>
> A din, gelê me yê bi rûmet du hefteyê din dê biçe ser sandoqan û nexşeya
> pêşeroja xwe destnîşan bike. Şikur ji  Xwedê re, Kurd û Kurdistanî û
> hevalbend û rêhevalên Kurda, nalet li çavên şeytan û neyaran anîn û tifaqa
> xwe kirin yek. Ji vir pê de  cahşên li derve mabin, wek MHP'yiyên duh ên
> Erdîşê, heta lêborîna xwe ji gel nexwazin, binê lingên dayîkên  şehîdên me
> maçî nekin kes wan efû jî nake, nake şûna mirovan jî...
>
>
>
> Xwîşka min a delal, hevalê necîp di nivîsa xwe de rexne li wan cahşan
> kiribû; ma camêr ji min û ji te re çi gotibû?
>
>                                                         Mamoste Marûf
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
>
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
> taninir.
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap