*Mele Mehmûd Bîlge û qesîdeya Bûrde**>> A. Kadir Bîngol*CIZÎRA BOTAN, 1/6
2011 -- Qesîdeya "Bûrde" ji aliyê Îmam Bûsîrî ve hatiye nivîsîn. Navê Bûsîrî
yê tam Şerefeddîn Ebû Ebdullah Muhemmed binî Seîd binî Muhsîn binî Ebdullah
binî Heyyanî ... el-Bûsîrî ye. Di 1211-yê zayînî de li bajarê Behnesa-ya Misrê
çavê xwe li dinê vekiriye.

Tê gotin ko ev hozanê gewre yê ereb di dawiya temenê xwe de falincoyî dibe.
Ew bixwe serhatiya xwe ya vê nexweşîyê û nivîsandina wê qesîdeya navdar holê
vedibêje:

"Min gelik qesîdeyên ko pesnê Resûlullah didan nivîsandibûn. Dema ez
falincoyî bûm, min qesîdeya xwe ya gewre "Qesîdeya Bûrde" nivîsand. Dû re jî
ji bo ko şîfayê bide, min ev qesîde kir wesîle û lava ji Xwidê kir. Min ew
qesîde xwend û ez girîyam û di ber de ez nivistim. Min di xewna xwe de
Pêxember (selat û selamên Xwedê li ser bin) dît. Destê xwe yê tiberik bi ser
rûyê min ve anî û xirqeyek avête ser min. Di wê gavê de ez baş bûm.

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5881

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap