Gotin evqas jidil û bi dilsozî tê kirin. Hêviya min ew e ku Kurd vê carê bi decalên hemdem nexapin û bi girsehî bo xwe biçin ser sandoqan. Ev tifaqa me karekî dîrokî ye. Heke biserkeve çi CHP çi AKP çi ERGENEKON wê dagirker bi tevahî bizanibin ku êdî Kurd bi tu awayî naxapin û bêrûmetiya 90 salan napejirînin. Bo xatirê bi mîlyonan Kurdên bindest, stûxwar û mezlûm wê Xwedê Teala jî derîkî nû veke. Ma, xeynî Kurdistanê, li kîjan welatî zilm û zordestî 90 salan bê navber kudandiye? --- En date de : Mar 7.6.11, Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]> a écrit :
De: Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]> Objet: {Diwanxane} Hilbiratinên 12-yê Hezîranê û Serkeftina Gelê Kurd À: [email protected] Date: Mardi 7 juin 2011, 12h12 Welê xuya dike ku hilbijartinên 12-yê Hezîranê wê bi serkeftina gelê kurd û hilweşandina statûkoyê bidawî bibe. Nîşaneyên wê jî yeko yeko derdikevin holê. Li gorî nêrîna min nîşaneya herî ber bi çav hişyarbûna gelê kurd ya derbarê ola xwe de ye. Wek tê zanîn ev dused sal in gelê kurd ji boyî bidestxistina mafê xwe ya rewa têdikoşe. Bêguman di vê têkoşînê de berdêlên giran jî daye. Bi îfadeya milyonan welatparêz xwîna xwe rijandine. Bi milyonan kes ji cî û warên xwe dûr ketine, koçber bûne. Jixwe zîyana madî nayê hesabê… Digel vê dema xwe ya dirêj jî hetanî îro serkeftin bidest nexistibe bêguman hin sedemên wê hene. Dibe ku mirov di vê mijarê de gelik sedeman rêz bike. Lêbelê li gorî nêrîna min ya herî girîng xapandina wî ya bi olê ye. Neyarên gelê kurd hestîyarîya gelê me ya li ser olê zanîye, ji ber wê çendê çi dema ku serê wan êşa ye, li wan qewimîye destxwede xwe bi tayê dînê Îslamê girtine û gelê kurd bi wê xapandine. Di bikaranîna vê ola paqij û pîroz ya di berjewendiyê xwe de jî çi mahzûr nedîtine. Dîroka wê jî dirêj e, ta diçe Bedrixanê mezin, heta xwe digihîne peymana di navbera Yavuz û Îdrîsê Bedlîsî de jî. Di hemû serîhildanan de biratîya misilmantîyê deynane ser masê û bi vê çendê hîleya xwe birine serî. Ji xwe argûmanên wan yên ayet û hedîsan jî amade ne: “Înnemel mû’mînûne îxwetûn-Bê guman bawermend birayên hevûdu ne”(ayet), “el muslîmû exûl muslîmî- misilman birayê misilmanî ye”(hedîs). Belê mirov dikare bibêje ku biryara şandina panzdeh hezar meleyan ya bo Kurdistanê xeleka herî dawî ya vê zincîrê ye. Lê sed heyf û mixabin gelê me yê belengaz ji ber nezanîna xwe çi deman nekarîye van du pirsan ji wan bike: -Gelo ewên biratîya misilmantîyê didin pêş bixwe çi qeder misilman in? Çi qeder li gorî ferman û rêzikên Îslamê tevdigerin? -Biratîyê misilmantîyê çî ye, ji aliyan çi dixwaze? Lê cihê dilşadîyê ye ku di van salên dawî de çavê gelê me vebûye û dikare wan pirsên li jor bike. Herweha êdî biryara xwe daye ku bi vê biratîya sexte nexape. Xasma kesayetîyên mîna birêz Altan Tan ku bi salan di nav tevgerên wan de cî girtibû û ji ber vê çendê bi hemû hîle û ên wan agahdar bû, ji van gotinên wan yên sexte re bersivên welê dide, êdî wan poşmanî gotinên wan dike. Bi vê munasebetê ez wan kesên ku keda wan di xistina rewşenbîrê Kurd Altan Tanî ya di nav refên tevgera azadîxwaz de çêbûye, pîroz dikim. Wek çawa birêz Altanî jî anîye zimên, gelê Kurd berî tirkan dused salî ev ol qebûl kiriye. Herweha mirov dikare bibêje ku yê cîhana Îslamê ji lehîyê artêşa xaçperêzan paraztî û bajarê pîroz yê Qudsê ji destê wan rizgar kirî lehengê Kurd Selaheddînê Eyûbî ye. Kurdan dema ji ola Îslamê re xizmet kirine mebesta wan ne netewe, xanedan û malbata wan bûye, xayeya wan bitenê bilindkirina ola Îslamê û bidestxistina rizaya Xweda bûye. Herdu mûcedidên dawîn Kurd in; yek Mewlana Xalidê Zûl-Cenaheyn e, yê dî jî Bedîûzzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Du sehabîyên kurd jî hene. Heta van salên dawîn jî akademîsyenên tirk dihatin Kurdistanê û ji seydayên kurd ders werdigirtin. Roja me ya îroyîn jî gelê me problem û kêşeyên di nav bera xwe de dibin ba melayan û çareserîyê di şerî’eta Xwedê de dibînin. Bi kurtasî ji aliyê olê ve em têra xwe hene, hewceyîya me îrşada melayêm îmam-xetîbî tune ye. Eger hûn meleyan ji bo îrşadê dişînin, yên herî zêde hewceyîya wan bi îrşadê heyî bêguman deverên rojavaya Anatolîyê ye. Wan meleyên xwe bişînin wan deveran. Me li jor gotibû ku wê hilbijartinên 12 hezîranê biserkeftina gelê kurd encam bide. Belê piştî ku ev astengîya hîleyê ya xapandina bi olê ji holê rabû ji xwe di rêya serkeftinê de çi pirsgirêk namîne. Mirov dikare vêya jî bibêje: Qîr û hawarên rayedaran yên di derbarê gotinên olî de ku di qadan de bikartînin nîşaneya qehra wan e. Ez dixwazim helbesta xwe ya ku min di derheqê berendamên serbixwe de amade kiriye li vir deynim: Dilkulê Cizîrî Faîlatûn/ Faîlatûn/ Faîlatûn/ Faîlat Tercîha min tu bipirsî heftî carî serbixwe, Ez dê vê eşkere bêjim bê veşarî serbixwe. Elçî’yê şêrê Cizîrî hem Hesîbe wek piling, Yûksel û Ehmedê Altan Tan tev bijarî serbixwe. Gûlser û Oztûrk û Ehmed, İdris û hem jî Turan Yên ji kanya serxwebûnê av vexwarî serbixwe Bengi, Ayla, Herdu Murat, hem Selaheddînê can Hilbijêrin da nebin ew şermezarî serbixwe Nursel û Leyla û Dicle, Cerciş û herdu Kemal Çarî Mehmet kurd ji wan ra hewcedarî serbixwe. Ayşegûl, Erdal û Faîq, Sirri, Gani hem Erol Kamuran, Pervin û Şehbal zor kubarî serbixwe Aysel û Îsa û Akin, hem Xelîl û Gûvener Gel bi tev heval e: Gundî hem bajarî serbixwe Kes ji Emrullah û Selma nade alî berê xwe Bil ji wan yê nîn be wan ra kurdewarî serbixwe Sariyildiz ji Cizîrê derkevit ew bêguman Hem jî Ayna dê bo Amed kit peşarî(*) serbixwe Bo Hûsamettin û Adil, Avci, İhsan û Esat Kurdino! Wer em ji bo wan çin hewarî serbixwe Herdu Îbrahîm û Ferhat, Tûzel, Onder hem Çelîk Ta nebin ew parlementer nîn hedarî serbixwe. Ûçer û Gûltan Kışanak, Nazmi Gür hem Mustefa Danzdehê mahê Hezîran Bendewarî serbixwe Ger Levent û hem Sûreyya “deng”ê wan pir çênebit Dê bo Îstanbul bibin her gilîkarî serbixwe Erzurum Yılmaz ke hembêz hem jî Semsûr dê Welî Lazim ew zanin ji wan ra feydedarî serbixwe. Mülkiye bêt hilbijartin ew ji Serhed bêguman Hem jî ertuxrul bo Îçel kin dîyarî serbixwe. Ew gulên milletê kurd in, dilşewat in bo welat Çist û çalak in bidest û hem bizarî serbixwe Ger evên han tev de bibne parlementer wê demê, Bêguman ez dê bi wan kim îftîxarî serbixwe. De’we û doza me kurdan dê bibin meclisa wan Dê bikin ser hev xebatê heta karî serbixwe Çendik û çend sal e ev gel ma di bini zulm û zorê Êdî bes em vê qebûl kin hey hewarî serbixwe. Dê gelê kurd tev de rabit, dazdehê mahê şeşê, Da ji “deng” va nekişînin tengezarî serbixwe. Mi nevêt dohn û meqerne, nan tisî bit herçiqas, Ez neşêm bo milletê xo kim neyarî serbixwe Dilkulê dilkul dixwazit her ji Rebbê Lemyezel, Da bikit bo van hêjayan arîkarî serbixwe. Abdulkadîr Bîngo Dilkulê Cizîrî -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
