Sîyaseta Kurd li Tirkîyê û Zimanê Kurdî

Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî
pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û
nasnameyek e.

Li Tirkîyê, di nav çend salên dawî de guherînên mezin di warê zimanê
Kurdî de çêdibin. Berê gelek rexne ji sîyasetvanên Kurd re dihatin
kirin ku girîngî nadine zimanê xwe yê zikmakî û piranî bi Tirkî
dipeyivivin.

Lê, wusa xuya ye ku tevgera sîyasî ya Kurd li Tirkîyê, bi helwesteke
nû nêzîkî babeta ziman dibe û bi awayekî karîgertir li ser vê
disekine.

Wekî mînak, axaftin û gotarên Kurdî di perlamana Tirkî de, kepmeynen
peyîvîna bi Kurdî, boykotkirina dibistanên Tirkî, konferans û
semînerên li ser ziman û wêjeya Kurdî û gelekên din di jîyana Kurdan
de cîhê xwe digirin.

Bi vê guherîna sîyaset û helwesta Kurdan, dilê gelek xemxwar û
hezkirîyên zimanê Kurdî jî şa dibin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku
sîyasetvanên Kurdî bi şîyarbûneke nû qinyata zimanê xwe yê dayikê
dizanin û hewilan didin ku rê li ber Kurdî vekin.

Hun li ser helwesta û nêrînên partîyên Kurdan anku BDP, HAKPAR, KADEP
û komel û rêxistinên din yên netewî derbarê zimanê Kurdî çawa dibînin?

Li gorî we, kar û barên wan têrî hêvî û bendawarîyên we dikin?

Bi dîtina we, parlamenterên Kurd yên nû di parlamana ya Tirkîyê de,
derheqa zimanê Kurdî sîyaseteke çawa biafrînin?

Taybetî, jibo destxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê Kurd çi bikin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin:

http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/2011/06/07/siyaseta-kurd-li-tirkiye-u-zimane-kurdi/

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap