*Berjewendiya netewayan û helwesta kurdan*CIZÎRA BOTAN, 5/9 2011 -- Neteweya
kurd ne tê de, li cem hemû netewayên ko îro li ser rûyê erdê xwedî-dûgel û
xwedî-nav in berjewendiya netewaya wan û berjewendiya welatê wan armanca wan
ya bingehîn e. Bi gotineke din ev netewe hemû nirxên mirovî, olî û wijdanî
gorî berjewendiya neteweya xwe û welatê xwe dikin.

Hertim bi vî berçavkî li dinyayê û li bûyerên ko di dinyayê de rûdidin
dinêrin. Hemû pêwendiyên xwe yên bi dûgelên nêzî xwe û dûrî xwe re li ser vî
esasî didin rûniştandin. Çi dema berjewendiya welatê wan bûbe mijara gotinê,
gotin di cî de be avên rûbaran radiwestin. Ev rasteqîniya hanê aşkere ye. Ji
xwe her kes vê bi dengekî bilind dibêje, ti hewceyiya veşartinê jî nabîne.

Wek min di serî de jî got netewaya kurd bi tenê ne bi vî hawî hewl dide.
Kurdan her tim ji berjewendiya welatê xwe û netewaya xwe bêhtir berjewendiya
şexsê xwe, ya eşîra xwe û herêma xwe daye pêş. Bi hestên netewebûnê bêhtir
bi hestên olî, mezhebî, eşîretî û herêmî tevgeriyane. Dijminên wan jî hertim
ji vê bikaranîna çewt ya hestên wan sûd wergirtine û malik li wan xirab
kirine. Di dawiyê de ol jî, mezheb jî, eşîret jî, welat jî xistine di bin
kontrola xwe.

Ji dema rikeberiya Êzdînşêrî û Bedirxan Begî ve ev adet didome. Her çiqas
mirov dikare bibêje ko bi zêdebûna xwendin û bi saya serê xwendevanan yên di
demên dawî de ev rewşa çewt û kambax ber bi erêniyê ve seyr dike jî, ango
hejmara yên ko di vê mijarê de bi awayekî erênî dinêrin zêde bûbe jî, lê
belê ne kafî ye. Ne kafîyê wê çendê ye ko bandora xwe li çarenûsa gelê kurd
bike.
http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=11077&RubricNr=24&MemberNr=36&ArticleNr=6115

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap