Gelek rewşenbîrên me hene ku xîmetên heja ji ziman û çanda Kurdan re kirine.
Di vê blogê de emê hewil bidin ku hinêk ji wan rewşwenbîrên me ji we re
bidine nasîn. Bi rêya heval û hogir û her wiha çavkanîyên cihêrengî jîyan û
berhemên wan baştir nas bikin.

Mixabin li nav me Kurdan rêzgirtin û nirxgirtina kêsên zindî pêş neketiye û
gelek caran, piştî mirina wan em li ser wan dinivîsin û pêsna wan didin.
Loma jî, em dixwazin bi nîvîskar, hunermend, lêkolêrên ku hîn jî li nav me
ne, dest bi vê babetê bikin.

Ji wan kesên ku salên dûr û dirêj xizmetî ziman û çanda û her wiha,
rojnamevanîya Kurdî kirîye, yek jî Tosinê Reşîd e.

Nivîskar Tosinê Reşîd li sala 1941’ê , ji malbateke Kurdên Ezîdî li gundê
Kûrekendê, li Ermenîstanê hatiye dinê. Ew heta sinifa çaran li dibistana
gund xwendiye û dû re xwendina xwe li dibistana gundê cîran domandîye, ku
gundekî Ermenîyan bûye. Reşîd li sala 1964’an fakûlteya fîzîk-matêmatîk ya
Enstîtûya Yêrêvanê ya Pedagojîiyê temam kirîye.
Tosinê Reşîd ji sala 1993’an vir ve li Australyayê dijî û îsal 70 salîya wî
ye. Em jî wekî Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê pîrozbahî li nivîskarê hêja
dikin û temenekî dirêj û serfiraz ji wî re dixwazin.

Kerema xwe nêrîn, hêst û bîranînên xwe yên li ser mamostayê hêja Tosinê
Reşîd bi me re parve bikin.

http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/2011/09/06/nirxen-me-tosine-resid/

http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/?p=121

Em li benda nivîsên we ne.

Ji niha ve gelek spas.

Robîn Reşvan

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap