*İbrahim Zozan Nivîsî: "Li Dêrsimê Şer Hebû"* Gava bay dukêl bi rêxê me ve tîna, bêhna me çik dikir. Bêhnekî geni dihat. Paşê me zanî ku leşê insana wêt danayi serek wêt sojin. Behna bedena insanêt soti kete pozê me, hej jî ew bêhn ji kepîye me nederketîye.
22/09/2011 - 21:17 Büyüteç 1:1 1:1,2 1:1,5 <http://www.ufkumuz.com/tavsiye.php?haber_id=12341> <http://www.ufkumuz.com/yazdir.php?haber_id=12341> <http://www.ufkumuz.com/12341_Ibrahim-Zozan-Nivicircsicirc--quotLi-Decircrsimecirc-Ser-Hebucircquot.html#> Paylaş<http://www.addthis.com/bookmark.php?v=250&username=xa-4c9c800b588ec7cc> Ji esman, ji erdi agir dibarî. Day li biçûki xwudan nedibû. Qiyamet bû. Li bihara zozana, xwun di barî. Çend salan xwun barî ji esmana. Rondik li çavan da hişk bû. Xwuna li erdê ax sor kir. Hindî dem dirêj bû, giranahîya êş û elema zêdetir bû. Wextê li naw xwuna germ, mirov li xwe nedihesya. Xwun wextê sar bû, êşa wi zêde bû. Birîn, kulêd kezebê geştir bûn. Hinde mirova ev êşe ji herkesekê pitir di kêşa. Ewa ew roj dîtibûn, qêrîna zaroka, girya dayika halê bibûn. Li gundi gundîyek hebû bi navê Mihemet. Gundîya ji ber çav biçûkbûna, belkî jî ji ber kundîtiya wi di gotinê Hemê Kor, hine caran jî di gotnê Hecî Hemo... İnsaneki xerîb bû. Bê dengîya wi, bi dizîkî girîna wi, cergê insana disot. Dizîka ve di ço bin darekê çavêt xwe li noktekê asê dikir û rondikêt xwe hûrik hûrik di berdane ser axa bi xwunê hati avdanê. Eve halê wi bû, her gavê xwe ji çavan dûr têxist. Çi kesê hal lorîna wi, girîna wi nedibû. Ew nedigirî, rondik ji rebenîya wi, bedengîya wi dibarîn. Yê pêhesyaba, tu kes caba girîna wi ne dihesya. Girîna wi raza wi bû. Nedişîya bo tu kesê behsbiket, yan ne divekir. Ewi razek, sirrek diveşart. Hesnedikir, tu kes pêbihesit... Di civatan da gava behsê mirinê, kuştinê dihat divecinîqî. Di nişkave ji cihê xwe direcîfî. Tiştek di gewrîya wî asê dibû, di xendiqî. Gele insana nedizanî, ka serhatîya wî çiye. Ew şeq şeq bûna destêt wi, nav çavêt wi ezman ne dikeftin ku serhatîya wî bêjin. Ew jî netaxift. Gava berze dibû, mirofêt zana dizanîn ku ew wê çoyê bidizîkîve girînê. An wê li deşt û mêrgan, an wê li ber kahnîyekê li ser selekê runîştîy, an li bin dareke pîr bi dizîkîve digirît. Dar, ber, çîya jî li gel wî digîrin. Ewa hemişka ligelêk gele tişt dîti bûn. Çend sal berî nehe bû, min vîdeoyek dîtbû. Ew diaxift, serhatîya xwe digot. Ji xwe, serhatîya xwe, diroka xwe şerm dikir. Ew di nav komkujîya Dêrsimê bû. Gava qirkirina Kurdan, ew jî harîkarîya qatila kiribû. Destebira bûna qatilan kezeb soj bû. Lê caran xeflet mirovi ji xwe dûr têxit, mirov xwe ji bîrdiket. Eslê xwe Kurd bûn û, kurd kuştin, bêbextî kirin şolekî zor bû. Ewi wê wexti nedizanî, paşê tê gehişt, lê dem derbaz bi bû. Cara, wextê ji çavan, ji guhan dûr dima waha di got: "Ço borî mîrim, ço borî. Êdî bê feydeye..." Ew li bin hukmê qomitan Abdullah Alpdoğan bû. Her çend kurd bitin jî, leşkerê Alpdoğan bû.. Li nav gundi yê serhatîya wi dizanî hesnedikir li gel wi xeber bidet, bi axivit. Hine insana jî hesdikir tişta wi ku bi çavê xwe dîti, bi bihîsit û ew gotinêt wi şibya senedeki dirokî weşêrit... Belê ewi nediwêra xeber bidet. Bi çi vechey axiftin qebûl nedikir. Belê raste, serhatîya wî gelek balkêş bû. Ew lîstîkvanê serekeyê artêşê Alpdoğan bû. Ew li gelêk di nav xeletîyekî mezin bûn, lê ew pê nedihesya. Piştî ku hişêt wi hatne serê wi, bi xeletîya xwe hesya lê direng mabû. Di wê videoyê da, hemi tişt, çiroka Hemê, giyanîya kezeba wi bi ronahî aşikar bû. Di nav rastîya xwe di gevist. Rojekê li bin darekê dîsa runişti bû û cigara xwe ya ji tutina dijvar di kêşa hinavêt xwe û bi dûr çavêt xwe asê kiribûn û hûrik hûrik digirî û dinalî. Axin, xwe ji dil û kezeba wî di werest. Min dizanî ku teji kezaba wi xwun bûye. Ez çom li keleka wi runiştim û min halê wi dît, axînek ji xwe ji dilê min bistya, ço wan deşt û nehalan deng veda. Dilê wi bimin sot, xwe ji dil bi min fikurî û got: "Tolaz! Te kuye? Çi xema te heye? Ma li vê dinê ji min pêvetir çi xwelîser hene? Tu bo halê min di sojîy? Veşartîyet pêşîyê ne tu dizanî û ne ez. Ev tipa qewsele ne tu dizanî û ne ez. Gotina min û te di paş perdeyê de ne. Ko perde ket, ne tu dimînî û ne ez." Dê were ji bin van qesan derkeve! Bi şiklê vi pîremêri birênîy, ava destê wi navexey. Min cigarek ji wi xwast, kotya xwe ya tutinê derexist peça û cigara min hilkir û da min. Ji dileki sotî min pifkirê. Go: "Sozê bide min, ku tu qesêt ez bo te dibêjim nabêjye tu kesê, ez dê serhatiya xwe bo te bi kurtî bêjim." Bi sed derd û kuteka mi îna ser rêkê.. Apê Hecî, nav şerê komkujîya Dêrsimê bû. Dest pêkir, behsê wan roja kir. Lê mi baş dizanî nêşet timam biket. Gava piçekê kûr ço, de asêbit... http://www.ufkumuz.net/yazar_408_169_Li-Decircrsimecirc-Ser-Hebucirc-NUcirc.html -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
