Hêjeyan,Ez vê nivîsa bi we re jî parvedikim.Her şad û serketî bin.Bûbê Eser
Yekîtiyeke çawa?
Bûbê Eser
Ji roja Kurdistan di nava dagirkerande hatiye perçekirin û heta
roja îro, tim di rojeva kurdan de yekitiya gelê kurd peyde bûye. Ji bona wê kar
û xebatên hêja, kedên bê hempa hatine kirin û rijandin, lê mixabin ew yekîtiya
ku gelê me xwestiye hê jî pêk nehatiye. Ji xwe Ehmedê Xanî ev bi wê gotina xwe
ya delal, şêrîn û neteweyî ku dibêje: ”Me heba yekîtiyek” dabû zanîn ku bê
çiqasî pêwîstiya kurdan ji yekîtiyê heye, hebû û dê her hebe. Her weha piştî
Ehmedê Xanî û heta vê gavê jî gelek ji rewşenbîrên kurdan, nivîskar,
siyasetmedar û kesên têgihiştî tim yekitiya gelê kurd xistine rojevê. Lê dîsa
jî heta vê gavê, em kurdên bakur di vê mijarê de bi serneketine.
Ez naxwazim tiştên berê li vir dubare bikim û bi vê yekê nivîsa
xwe dirêj û serê we jî biêşînin. Hema em carekê li dîroka bakurê Kurdistanê ya
piştî salên 70ê binêrin, em ê bibînin ku ji bona yekîtî, bi hevre karkirin û
hevkariyan gelek gavên hêja hatine avêtin lê dîsa jî em di vê mijarê de di
sinifê de mane û bi
serneketine. Heta vê gavê jî em vê derza xwe dixebitin lê em dikin û nakin em
di vê ezmûnê de bi sernakevin. Heyfe... Lê gelek sedemên vê têne zanîn, lê
nayên gotin.
Heger em bala xwe bidin tevgera gelê xwe ya li bakur em ê
bibînin ku îro rêxistineke ku ne ji bona berjewendiya gel tevdigere, heye û
rojeva
kurdên bakur îro di destê wê de ye, çawa dixwaze rêxistin û partiyê din li dû
xwe dikişkişîne. Çawa dixwaze berê wan bi aliyê ku ew dixwaze vedike. Çawa ji
bona wê baş be, çawa jê re li hev bê weha dike. Di van tevgerên wê de tu
berjewendiya kurdan tune ye. Mixabin çi dema berjewendiya kurdan ketiye rojevê
ji
bona wê têk bibe, çi ji destê wê hatiye texsîr nekirî ye.
Belê ez bawerim we fêm kir ku ew rêxistina min bê ku navê wê
bidim û behsa wê kir, we fêm kir ku ew kîjan e. Lê dibe ku hin vê hê jî fêm
nekin an naxwazin ku fêm bikin, loma ez dibêjim; ew rêxistin, ew partî ew dem û
dezgehên wê ji bona berjewendiya kurdan bi ser nekeve, kar û xebatê dike PKK bi
xwe ye. Loma jî ez dibêjim heta ew weha bi hêz be û di bin kontrola erkenekonê
de be wê tu tevgerên din li bakur nikaribin bibin xwedî hêz û qawet...
Belê wê tu hêzên din nikaribin bibin xwedî hêz û qawet, ji ber
ku vê gavê ya bi hêz û qawet ew rêxistina ku berjewendiya gelê kurd naparêz e,
bi xwe ye. Ji ber ku çi dema hêz û tevgerên ji bona berjewendiya gel
derdikevin, ango tevdigerin te hew dît ew ket pêş û ew tevger xiste bin hîmeya
xwe. Heger bê bîra we (Lê kurdên bakur zû do jî bîr dikin) berî hilbijartina 12
hezîrana 2011an li bakurê kurdistanê û di nava tevgerên welatparêzan de ji bona
bi hevre kar bikin ango tevgereke
neteweyî amade bikin, dihatin ba hev û li ser vî asasî çend civîn jî çê kirin.
Lê me hew dît PKK kete nav wan ew ji hev belakir û dîsa weke gelek caran her
tiştek weke xwe kir. Rêxisin û tevgerên
ku bikaribe ji bona gelê xwe kar bikin, ji hev belav kir. Blokek sexte amade
kir û ew di wirde li gor xwe bi cih kirin. Kirin ku ew bê qeyd û şertan
piştgiriya wan bigire û girt jî. Bi gotineke
din hemû rêxistinên ji derveyî xwe bi vê yekê xiste bin kontrola xwe û hê jî ev
didome.
Hê jî ev didome. Ji ber ku çi dixwaze vê yekê bi rêxistinên din
jî dide qebûlkirin. Çawa bixwaze weha dike. Ji ber ku hê ew blok heye çi dikin
li ser navê hemû kurdan tê zanîn ango qebûlkirin. Ji ber ku ew blok hê jî zîndî
ye. Tiştên niha dike jî hemû ji bona çi ye, ji ber çi ye, tê zanîn. Niha ew ji
bona armancên xwe yên gemarî û yên
ne di berjewendiya gel de ne, hemû partî û rêxistinên bakurê kurdistanê li dû
xwe dikşîne. Yên me jî hemû bê deng in. Heta kêfxweş in ku ew li dû vê
rêxistinê ne. Kêfxweş in ku li dû vê rêxistina ku tu caran berjewendiya gel
neparistiye, ne. Bê ku hay û bala wan jê hebin, niha ew bi xwe jî ji bona hemû
armacên vê rêxistinê di nava karên qirêj dene. Divê çi bibe?
Li gor min pêwîst e ji nû
de hemû rêxistin, partî û komeleyên bakurê kurdistanê li ser vê hevkarî an jî
yekîtiya (konferans, kongre kombûn ûhwd) ku dixwaze bi destê pkk e bibe, baş
bifikirin. Divê bê dîtin ku ev ji bona çi ye? Armanc û helwesta vê berbi ku de
ye. Heger tiştekî weha di bin sîwana pkk ê de pêk bê aha wê gavê em ê bi destên
xwe Lozana dudan pêk bînin ku êdî wê ne hêsan be ku em vê ji ser gelê xwe
rakin. Loma jî dibêjim; heger em berjewendiya gelê xwe diparêzin, heger em
dixwazin gelê xwe bighêjînin azadiya wî û yekîtiyeke neteweyî pêk bînin, divê
em ji
hemû tevgerên pkk û rêxistinên girêdayî wê ne dûr bikevin. Ango xwe ji wan dûr
bigirin. Heta ku em dûvikê wan bin, heta ku em li gor wan rojeva xwe bimeşînin
em ê tu caran yekîtiyeke neteweyî li bakurê kurdistanê nebînin. Heger em bi
rastî jî berjewendiya gel diparêzin divê em bi awayekî giştî xwe ji hemû,
hevkarî, tevger, bi hevre karkirin û yekîtiya bi pkk û yên der dora wê re dûr
bikin. Ya na em gelê xwe dixin bin
bandora Lozana dudan ya ku pkk dixwaze pêk bîne. Êdî hûn dizanin.
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.