*Betlaneya Îsal û Gera Înegolê *

   Ev nêzî  bîst salan e ku ez meheke dijwar ya demsala havînê li derveyî
Cizîrê derbas dikim, ji ber germiyê baz didim.

   Cizîr û germayî... Dema dibêjin germayî Cizîr tête bîra mirov, dema dibêjin
Cizîr jî germayî...

   Nesredîn Xoceyê tirkan şeveke havînê ku li ser bên radiket her çawa be
dikeve erdê. Cîranên wî pê dihesin, diçin serdana wî, jê pirsiyar dikin:

-Seyda! Ka bêje, çawa çêbû? Em çi bikin? Gelo tu gelik êşiyayî?

Seyda bi kul û êşa xwe ve bersiva wan dide:

-Gelo, di nav we de yê ji serbanî ketî heye? Herin pirsa min ji wî bikin. Ew
bêhtir dizane.

    Pirsa germayiya Cizîrê jî  ji yekî Cizîrî yan jî ji yekî ku demsaleka
havîna xwe li wir derbas kirîbe bikin. Yê di demsala havînê de rêya wî
neketibe Cizîrê nizane ev bajar çiqas germ e. Lêbelê ji ber ku ev du sal in
meha rojiyê jî dikeve germayiyê êdî rev dibe bivê nevê. Lewre dema rojiyê û
germayiyê mil dane hev û êrîşî mirovî kirin, êdî ji bilî bazdanê riyeke din
namîne, berxwedan zor dibe. Pêşiyên me jî bigotinên xwe yên qedirbilind rê
dane bazdayîna rewşeke holê û gotine ku:

 "Car heye rev ji desthilanînê çêtir e."

    Belê wek çawa Selmaya dilketiya Mewlana Cizîrî 'Sefera Şam û İraqê lê
lazim fer kiribû, eyne mîna wê jî ji ber ku rojî û germahiyê mil dan e hev û
ketin rewşa êrîşê êdî sefera devereke hûnik ji bo me jî lazim û fer kir.

   Di çerçeweya betlaneyê de hin caran ez diçûm bajarokê Zeytînlîyê ya ser
bi bajarê Mereşê ve. Li wir germav heye. Hin salan ez diçûm vexuravka
(îçmeler) Elbîstanê. Van sê salên dawî jî ez diçûm Tetwan û Xelatê. Lê îsal
çarenûsê berê min da devereke dûr, derveyî welêt, navçeya Înegolê ya ser bi
bajarê Burseyê ve.

   Înegol her çiqas navçe be jî lê gelheya wê ji ya gelek parêzgehên welêt
pitir e. bi kufte, mobîlya û bi germav û seyrangeha Oylatê navdar e.
Şikefteke wê ya ku 665 mîtro dirêj heye. Pajarekî pîşesaziyê ye.

   Înegol bajarekî qedîm e. Li wê herêma ku damezrînerên Împaratoriya
Osmaniyan hespê xwe ajotîne û xelkên sê pazemînan birêve dibir de cî digre.

   Ji ber ku wê dema em li wir bûn termên leşkeran yên di şer û pevçûnên
welêt de jiyana xwe ji dest dayîn ber bi Rojavayê Anetolyeyê ve dihatin, em
ji ber êrîşên muhtemel yên nijadperestan di nav fikaran de bûn. Me jî weke
tedbîr qewîtî li zarokên xwe dikir ku dema ku ew derbikevin pazarê, sûkê bi
zimanê dayikê neaxivin, da kurdbûna me diyar nebe. *Lê paşê haya me jê çêbû
ku li vî bajarî hêzêke xurt ya kurdan jî heye. Ewqas ku êdî nijadperest
nikarin zerarê bidine wan. Her çiqas carcaran xwe ceribandibin jî lê ji ber
berxwedana xurt ya kurdên hişyar bêgav mabûn ku bi şûn de gavan biavêjin.*

   Di wan rojên ku ez li wir bûm de pêşniyazeke dostê min yê hêja birêz Doç.
Cûneyd Gokçek ya bo tevlîbûna bernameya "Bereketa Paşîvê" ya zindî ya
TRT-6-ê çêbû. Her çiqas rêwîtiya meha rojiyê nexweş jî be, lê ne mimkun bû
ku min ew pêşniyaz red bikira.

   Piştî demeke dirêj ez careke din li balafirê suwar dibûm. Firîna bo
asîmên û nêrîna ji wir ya bo rûyê erdê bi rastî, mirov di nav hêstên têvel
de dibe, diîne.

   Min bo wê bernameyê min gelek helbest û nivîs amade kiribûn, *bes ji ber
kêmbûna demê tenê min nivîseke Prens Bîsmark (li jêr e) ya li ser kesayeta
Fexrê Kaînatê Resûlê Kîbriya û Qur'ana Pîroz û herweha ji pirtûka xwe ya
"Ferhenga Bi Helbest" helbestek xwend.
*
   Ji ber ku ew der welatê biyanî bû û bêhna xweş ya Kurdayetiyê jê nedihat
hema bêje hemû dema min li malê, li ser kompiturê derbas dibû. Min jî ji
gotina Mewlana Cizîrî ya

      Tali' ko têt û furset muhlet li nik heram e

      Min 'umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweş

*sûd wergirt, ew dema xwe ya vala fersend qebûl kir û beşeke mezin ji
Rîsaleya Nameyan ya Seyda Bedîuzeman bo Kurdî wergerand.
*
   Bêha min heta tu bibêjî teng bibû. Bêhntengiya min ya tenêtiyê berdevam
kir hetanî haya min jê çêbû ku hembajariyeke min yê hêja li wir e. Tavilê
min telefonî wî kir, wî jî nemerdî nekir, demjimêra hevdîtina me û herweha
navnîşana xwe bo me aşkere kir. Dema ew demjimêra hevdîtinê hat, ez û xizmê
xwe me qesta mala wî kir. Bi rastî em bi awayekî gelek germ pêşwazî kirin.
Em rûniştin ew kete nav axaftinê.

   Hevdîtina min û vî zatê hêja yê li vî bajarî niştecih bûyî qehr û kula
min ya 'Çima ez neçûm Serhedê, çima ez ji welêt derketim, hatim Înegolê', ji
holê rakir. Lewre ev maweyeke dirêj bû ku me hevûdin nedîtibû. Ev zat ji ber
ku wê roja din çûbûya umreyê careke tenê seredana wî bû nesîp, me karibû
sohbeteke tenê bikira. Her çiqas sohbetek kurt bû lê gelek xweş bû. Min tim
lê guhdarî dikir. Min dixwest her ew bibêje. Lewre tiştên ku wî digot hem li
min xweş dihat hem jî min jê hêvî nedikir. Tijî bû... Tiştên derbarê
perîşaniya me de yeko yeko rêz kir. Derbarê kesayetiyên dîrokî yên Cizîrî de
agahî dan min. Pirtûkek diyarîyî min kir.

   Di nav axaftina wî de xisûsa herî balkêş û ya min jê hêvî nedikir,
şîroveya wî ya erênî û kurdewar ya derbarê wan bûyerên ku li welêt rûdidin
de bû. Gazinên wî yên derbarê hikûmetê û oldarên tirk de pir watedar bû. Her
çiqas min jî mînanî wî dihizirand, bes min nedizaniya ku mîna wî vebigota.
Holê digot vî kesayetiyê hêja: "Dibêjin 'yên doza mafê kurdan dikin bêol in,
em ê çawa bi yên bêol re pêwendiyê deynin û em ê çawa mafî bidne wan?' Gelo
ya bûyî sedema wê çendê ku ewana bibne bêol ne helwesta wan ya nemisilmanane
û nijadperestane ye? Gelo wan kengê bi çavê biratiya misilmantiyê li kurdan
nihêrtiye? Ya ji hemiyê jî girîngtir jî ewana oldar jî bin û bêol jî bin,
hûn di wê bêgaviyê de ne ku mafê wan bidne wan. Hûn nikarin mafê bêolan jî
bixwin. Ol cihê ye, maf cihê ye. Gelo dema hewe bi çavê misilmantiyê û li
gorî biratiya Qur'anê li doza kurdan û li gelê kurd nihêrtibaya,ma dê ev
doz  di vê rewşê de baya?"

   Ev tesbîtên wî bi rastî ez gelek dilzîz kirim. Min bi sekna xwe û
guhdarîkrina xwe derfet dayê ku ew van xisûsana têr û têr bibêje. Paşê mijar
hate ser terîqetê. Der heqê hatina terîqeta Nexşebendî ya bu herêma Botan û
kesayetiyên wê yên hêja yên mîna Şêx Xalidê Cizîrî de agahî da.

   Paşê me xatir ji hev xwest û ji wir cihê bûn. Ji ber ku roja din dê
çûbûya Umreyê seredaneke din nebû nesîp.

   Mixabin paşê min seh kir ku seydakî din jî ê pir hêja li wir bû, seredana
wî nebû nesîp. Her çiqas min ew bi wîcahî nas nedikir, lê min lawê wî yê vê
gavê li Ewropeyê ye nas dikir. Bawerim dê sohbeta wî jî xweş bûya û min ê
hinek agahiyên xweş ji wî jî wergirtibana.

   Betlana me ya vê salê bi vî hawî derbas bû. Bi hêviya betlaneya saleke
din.



                                                      GOTİNA BÎSMARK


    Ji ber ku min nikaribû bibama wicûdeke hevdemê Te ez xemgîn im ya
Muhemmed (s.e.w.)!

   Min bi awayekî baş li ser wan hemû kitêbên munzel ên semawî ên tên
angaştkirin ku di demên cur bi cur de ji aliyê Xwedê ve, ji bo îdarekirina
mirovan hatine şandin lêkolîn kiribe jî; ji ber ku (ew kitêbana) hatine
tehrîfkirin, min di yek wan de jî ew hikmeta ku lê digeriyam nedît. Ev
qanûnana, ne ku civakekê, ji mahiyeta pênkanîna bextiyariya xelkên malekê jî
gelek dûr in. *Lê belê Qur'ana Muhemediyan ji vê qeydê azade ye. Min Qur'an
ji her aliyî ve lêkolîn kir, di her peyveke wê de min hikmetên mezin dîtin.
*Dijminên Muhemediyan herçiqas angaşt bikin ku ev kitêp ji qabîliyeta
Muhemed çêbûye jî... Ku mirov angaşt bike ku xarîqeyeke holê ji mejiyek
mukemel, heta ji mejiyek herî mutekamîl derketiye... ev tête wê maneyê (ku
mirov) çavên xwe ji rastiyan re miç kiriye, bûye aleta kîn û xerezê... ku eva
hanê jî ji zanyarî û hikmetê re ne qabilê te'lîfê ye. Ez vêya angaşt dikim
ku Muhemed (s.e.w.) hêzeke bijarte ye. Ji îhtîmalê dûr e ku destgahê Qudretê
wicûdeke dûyemîn ya holê derxêne qada îmkanê.

   *Ji ber ku ez ne hemçaxê Te me xemgîn im ya Muhemed (sew)! Ev kitêba ku
tu mamoste û naşirê wê yî ne ya Te ye, ew Xwedayî ye. Ku yek înkar bike ku
ev kitêp ne Xwedayî ye eva hanê ewqas pêken e ku, wek çawa yek angaşt bike
ev ilmên hatine deynan (hemû) batil in...Ji ber vê çendê mirovahiyê hêzeke wek
Te bijarte carekê dîtiye, piştî wê wê qet nebîne. Ez di heybeta hizûra Te de
bi rêzeke tam xwe ditewînim.
*

Prens Bîsmark


Werger: Abdulkadîr Bîngol

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap