Sempozyûma "*Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd"* di 6,7 û 8'ê mehê Nîsanê  di
Zanîngeha Artukliyê de pêk hat. Sempozyûm bi alikariya Zanîngeha Artukliyê
ve ji alê Weqfa Lêkolînên Aqademîk (Aqademîk Araştirmalar Vakfi) û
Aqademiya Rîsalê (Akademi Risale)  ve hate sazkirin. Gelek nîvîskar,
pispor, aqedemîsyen, serekê civatên Rîsaleyên Nûr di sempozyûmê de fikr û
ramanên xwe ji temaşevanan re gotubêj kirin.

Min dixwest ku ez jî herim Mêrdînê lê qîsmet nebû  ku ez herim, lê min
sempozyûma  "*Fikra Netewî û pirsgirêka Kurd" *an *"Munazarat"*ê di Tv'nê
zindî de temaşe kir û piştê sempozyûmê nivîs û şîroveyên ku di sempozyûmê
de hatibûn nivisandin min şopand.

Sempozyûm bi navê berhemê Ustad Bedîûzeman Seîdê Kurdî/Nûrsî
*"Munazaratê"*hate dîyarkirn. Hema bibêje yên ku ji bo guhdarkirinê
hatibûn tev jî ji
xwendevanên Rîsaleyên Nûr bûn.

Mijara sempozyûmê pir bi balkêş û  girîng bû. Jixwe "*Fikra Netewî û
Pirsgirêka Kurd"*    pirsgirêka bi sed sala ye.

*"Munazarat " *çi ye?

Bi Kurtayî jî be divê em ewul  pirtûka Munazaratê nasbikin. Rîsaleyên Nûr
ji tefsîrekî Quranê ye. *"Munazarat"*  jî ji berhemekî  Rîsaleyê Nûr e.
Taybetî  û mijarên  Rîsaleyên Nûr  bi piranî li ser  heqîqetên îmanê be jî
di  Rîsaleyên Nûr  de pir beşên cîvakî, sîyasî, çareserî, kelam, felsefe....
hene xususen  pirsgirêka Kurd dihundurîne. Û pîvanên rast û nêrinên balkêş
yê çareserî dide mirov.  Ji xwe encama îmanê jî ev in.

 Ustad Bedîzûzzaman Seîdê Kurdî  piştê Meşrûtiyeta Duyem çûye Kurdistanê bi
serekê aşîretên kurdan re rû bir û peyîviye,  jixwe kurd bû, pirsgirêkên
kurd dizanî bû jî *" ji biharê heta payizê bi gera havînî"* 1 geriya, rewş
û pirsgirêkên kurda di cih de dît weka mamosteyekî li mekteba Kurdîstanê de
bi munazarayê fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parvekkir ku çawa kurd bi
pêşkevin, ji kurdan hemiyeta mîlî xwestiye ku ji medeniyetê dûr nekevin û
jê dereng nemînin.

Ustad Bedîûzeman di  pêşgotina Munazaratê de wiha dibêje:*" Va ye ' du
înqilaban' ez mecbûrê du telîfên tevlihev kirim. Du seyehatan jî, du kitêb
li min dan îlhamkirin, Ji van berheman her yek jê, çawan ku kurd e,  wîsan
jî tirk, di heman wextê de jî ereb e, tu dibêji qey berhemeke wisan e, mîna
kurdekî bi kilos e ku ebayê erebî li xwe kiriye û pantolonê tirkî li xwe
kişandiye." 2* *" Ez bi kurdî difikirim; lê belê  bi tirkî û erebî
dinivîsînim..."*3  "*Ev du berhemên ku 'Reçeteya Kurdan' " *4  û "*Seyqala
Îslamiyetê*"5  ne.

Ji bo berhema Munazratê, Ustad* "Gelî ehlî Însafê! Mazereta min ev... heke
hûn qebûl bikin şeina însafê ye; heke hûn qebûl nekin, bawer bikin ez
nakevim binê mîneta we. Qet jî qebûl mekin. Mîneta we û serê çiyê. Ne ji bo
ku bi we bidim ecibandin; belkî min ji bo xîzneta heqqîyê nivîsandin.
Wesselam. Ji bo ku mirov, bikaribe li newayên vê berhemê guhdarî bike, divê
mirov cesedê kurdekî li xwe bike; xeyalê kovitiyekî bide serê xwe. Nexwe ne
xwestina xwe guhdarîkirinê helal e; ne jî bihîstin şêrîn dibe."6*

Weqfa Lêkolînên Aqademîk (Aqademik Araştirmalar Vakfi) û  Aqademiya Rîsalê
(Akademi Risale)   civatek ji Rîsaleyên Nûr e. Ji ber vê divê her nêrînê
telebeyên Rîsaleyên Nûr jî bi adalet be, biratî be, bi îxlas û dilsoz be.

Hinek kes çiqas bi niyetek xweş bibêjin  "*Ji ber ku Ustad siyaseta xwe ya
ewul a cara yekem li Mêrdînê destpêkiriye"* ji bo çareseriya Kurd
"Sempozyûma Munazaratê" destpêkeke girîng e. lê gumanên min li ser *"Sempozyumê
"* hene û ji min re pir xerîb û ecêp tê.

Çimkî kî ku sempozyûmê organîze bike divê ewul fikra û ramanên Munazaratê
bi xwe bipejrîne, paşê  ramanên xwe yê çareserî bide gel. Gelo ev civatê ku
*"sempozyûma Munazaratê"* organîze kiriye çiqas di nav endamên xwe de
pirsgirêka kurd  çareserkiriye û civatê wan netewîya kurd çiqas pejirandiye
ku li dervayê civatê *"Sempozyûma Munazaratê"* saz dike.

Tiştên herî ecêb ev e ku; qey dibê wekfa... rîsala eqedemî  bi salan ve
berhema Ustad "*Munazarat"* ê nedîtîne û teze dîtine, nexwendine. Qey bi
xwe bêjeyên *"kurd, kurdîstan"*  ji rîsalê dernexistine û sansor nekirine,
û ji nû ve munazarat kifş kirine û dîtîne ku dibêjin çareseriya Kurd
bi "*Munazarat
" *ê ye.

Car jî berhemên Ustad yên Seîdê berê yên ku bi navê *"Asarê Bediye"* hatibû
bi navkirin ji teleban vedişartin, nedidan xwendin, kurdî di nav telebeyan
de qedexe dikirin, Jiyana Seîdê Kurdî  yê "*Seîdê Berê"* înkar û red
dikirin. Kî ku qala mafê Kurdan dikir wan sujdar dikirin, yên ku zarokên
Kurdan asîmîle dikirin ma qey ne ew bûn.

Ji civatên Rîsaleyên Nûr ; Med-Zehra û  Zehrayê/Nûbîharê re digotin
"*nîjadperestên
kurd, Xîzmetkarê Barzanî, Ew ji PKK'ê ne" *.... Ma ne ew bûn. Divê ev civat
"Munazarata" rast bi xwe bixwîne, bipejrîne û bawer be ku gel jî ronî bike.

* *

*Çîma Mêrdîn?*

Gelo yên nîjadperestiyê dikin ma kurd in ku tên cara ewul ji Kurdan re
sempozyumê çê dikin, bîla herin bajarên tirka li hêla Anatoliyê ji
nijadperestên tirkan re vê sempozyûmê çêbikin û bîla bibêjin "divê em
pirsgirêka Kurd çareser bikin, mafê kurdan bidin, em biratiya xwe ya dînî
diyar bikin ji kurdan lêborîn bixwazin û em civatên telebeyên Rîsaleyên Nûr
yên ku mafê kurdan diparêzin wan sujdar nekin  û ji wan lêborînê bixwazin."
Çimkî yên heri mihtac tirkên nîjadperest in.

An jî di fîkra xwe yê nîjadperestiya tirk weka nîjadperestî nabînin; ku
kurd dawa mafên xwe dikin kurda nîjadperestî dibînin, hinek pispor digotin "
*Ji ber ku kurd mexdur û mezlum in dibe ku pêvajoyekî bide nîjadperestiya
kurd"* û hêj jî dibêje *"bi taybetî kurdên bawermend ji jiyana Sîdê Nû
dersan werbigrin,  hewcetiya wan heye û jê pîvanan werbigrin". * Ez ji vî
kesê re dibêjim *"gelo te çiqas ji Seîdê nû û yê berê ders girtiye û fikra
xwe li gor Ustad pejirandiye?"  *Tê vê maneyê ku herkes di pencera xwe de
xwe dîbîne!

Ez nabêjim ku kurd ne mihtacê sempozyûmê an munazaratê ne. Weka miletan jî
nasîhet ji kurda re jî lazim e û kurd tim jî mihtac in. Lêbelê hewcetiya
tirkan ji Kurdan zêde ye çimkî tirkên nîjadperest kurda qebûl nakin û ne ji
hêla çareseriya kurd in. Ku îro tîrk! nîjadperestiyê nekin û bixwazin wê
çareserî zû were Tirkiyê û wê pirsgirêka kurd çareser be.  Ji ber vê
nîjadperestên di nav tirkan de xususen jî di nav civatên Rîsaleyên Nûr! de
pir in

Ecêbekî din jî ev e ; qaşo fikr û ramanên wan guheriye dînîn sempozyûma
Munazaratê bi navê *"Fikra netewî û Pirsgirêka Kurd"* li Kurdîstanê bajarê
Kurdan li Mêrdînî ji kurdan re sempozyûm çê dikin li Mêrdînê ji kurdan re; "
*ku me guhdariya Ustad bikirana yê nîjadperestî,  berjevandî...çê nedibû û wê
çênebana." *Ewul divê bi xwe guhdarê Ustad bikirina.* *

* *

**

*Gelo çibû û çi qewumî ?*

Çîmkî ev civat; heta niha Munazaratê nedixwendin çîmkî di Munazeretê de
Kurd hebû, netewa Kurd hebû, û kurdayetî  hebû...

Çawa ku rîsaleyê guherandin li gor ramanên xwe,  niha jî dibêjin *
"Munazarat"* ne ji bo Kurda tenê ye.  Gelo dixwazin derd û daxwazên Kurdan
ji kurdan bigrîn li gor xwe çareseriyê! bidin, *çareseriya wan jî ew e ku
heta niha ji bo kurda çi çareserê kirine jî çareseriya wan jî ew e. *

Ji  wataye *"Munazarat "* ê jî belî ye ku munazara ye, munazara jî di nav
Kurdan de biye, Ustad bi Kurdan re munazere kiriye. Helbet tirk, ereb..wd
jî dikarin jê munazaratê sud wergirin, ev mafê her kesî û yê her mîletê ye.

Dibe ku civatên Rîsaleyên Nûr! dibînin ku *hamiyeta Kurdan roj bi roj pêş
dikeve, netewa kurd weka her mîletan diyar dibe... ku bi armanca sempozyûmê
bi navê "Munazaratê" xapandina kurdan be ku ji bo tunekirina û pişavtina
netewiya kurd be, ji ber ku kurd dawa mafên xwe nekin. Jixwe di sempozyumê
de çareserî tune bû, tenê pesindayîna Ustad û Munazaratê hebû. Hinek
nivîskar û pispor helwesta civatên Rîsaleyên Nûr rexne kirin û lêborîn ji
kurdan xwestin lê divê ev fikir ji tevahiya cîvatê bihatana.*

*Divê Telebên Rîsaleyê Nûr ewul xwe rexne bikin!*

Ku ev sempozyûm bi dilsozî be divê civatên Rîsaleyê Nûr yên sîstemparêz ji
vir şunda ders û ramanên xwe bi kurdî bikin, pirsgirêka kurd di nav xwe de
bînin rojevê, zarokên kurdan asîmîle nekin, biratiya xwe ji bo mafdayina
kurdan bidin nişankirin.... Di nav malên telebeyan de kurd, Kurdîstan, qedexe
nekin yên ku "kurdîstan" bibêjin wan sucdar nekin.  Divê ewul xwe û endamên
xwe îqna bikin.

Ev sempozyum ji bo çareserkirina Kurd  û fehmkirina Ustad Bedîûzaman pir
baş çêbû. Bi taybetî ji Civatên Risaleyên Nûr re! Di sempozyûmê de gelek
nıviskar rexneyên wêrek û gotınên zelal gotin. Ez disa bi hêvi me ku wê
civakên Risaleyê Nûr rojekî ustad fehm bikin lê bi salan dereng  be jî (ku
bi dîlsoz bin). Di sempozyûmê de her çiqas hinek nivîskar tewşiya xwe dewam
kiribe/kiribin jî, fikra xwe yê nîjadperestiya tirk û sîstemparêz
didomandin jî  lê car jî bi giştiyên sempuzyûmê baş bû.

Baweriya min ew e ku civakê organîzator ji pirsgirêka kurd re û ji
Munazaratê re bi dilsoz be, ku ne bi dilsoz be sepmozyûm weka
xwenişandanê(show) be, ev nêrina civakê wê di demên pêş de xwe xuya bide.

Di sempozyûmê de çareseriya pirsgirêka kurd tunebû, tenê herkes fikra xwe
gote. Û nîqaş hebû. Ka em bibînin di encama Sempozyumê de çi heye hê jî ne
diyar e.

*Di îslamê  û xîzmeta Rîsaleyê Nûr de ya herî giring divê xîzmeta Rîsaleyên
Nûr û îslama pîroz ji bo sîyaseta desthilat ve neyê bikar anîn û nehêlin ku
tu kes li ser ola Îslamê bilîze. *

*Divê em ji bîr nekin pirsgirêka kurd bi nêrîn û siya "Yek dewlet, yek al û
yek mîletê " de çareser nabe.*

Ev gotina ku Ustad ji bo Munazaratê nivîsandî ye,  çimki heqîqetên rast
hene ji bo pejirandinê :* "Ji bo ku mirov, bikaribe li newayên vê berhemê
guhdarî bike, divê mirov cesedê kurdekî li xwe bike; xeyalê kovitiyekî bide
serê xwe. Nexwe ne xwestina xwe guhdarîkirinê helal e; ne jî bihîstin şêrîn
dibe."*

* "Xatirê heqê  gewre ye, ji ti tiştê re nayê fedakirin"7*



*Paşa Amedî / Gazetekurd  *



_______

1-     Zehra Yayincilik Munazarat , Werger:A.Meretowar, Rp:11

2-     Zehra Yayincilik Munazarat , Werger:A.Meretowar, Rp:9

3-     Zehra Yayincilik Munazarat , Werger:A.Meretowar, Rp:9

4-     Zehra Yayincilik Munazarat , Werger:A.Meretowar, Rp:10

5-     Zehra Yayincilik Munazarat , Werger:A.Meretowar, Rp:10

6-     Zehra Yayincilik Munazarat , Werger:A.Meretowar, Rp:10

7-     Bedîûzaman Seîdê Kurdî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap