Gelî xûshk û birayan Silavek ji dil Ji zû ve, kesek an hinek kes, li ser navê min (Cankurd), û bi rêya e-mailin ku navê wan pir nêze ji e-mailên min ve, nameyin gelek nebash, ku gotinin kêm bo hinde kadroyên tevgera kurdî û bo hinde roshenbîran dishînin. Hinek kes jî bi navê min dikevine odeyên Paltalkê, û tishtin nebash bo xelkê dinivîsin. Li vê dawiyê bi rêya ([email protected]) nameyek bi zimanê Erebî dîsa li ser navê min bo hinde dostan dij hêja Fuad Alîko, ku mezinekî Partiya Yeketî li Sûriye hatiye hinartin. Ajansagelya kê ye ez nizanim, lê ez bash dizanim, ku gava ez rexneyan li serok û li tevgera kurdî dikim, ez ya dilê xwe dibêjim, hema ez gotinên vala û erzan nanivîsim, û li ba min kêsheya gelê Kurd ji serokan mestir û giringtir e. Ez hêvîdarim, ku bi vê agahnameyê min hûn haydar kirin. Carekê li Bloga me jî binêrin: http://cankurd.wordpress.com http://kurdax.wordpress.com
Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Têldest: (+49) 163 869 81 59, Cankurd -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
