GELO EZ Çİ BİNİVÎSİM?
Bi rastî ji ber ku ez têştan ji xwe re tim dikim derd û derd jî ku li min dibin bar û bar jî ku tim li min giran dibi ez mecbûr dimînim barê xwe bi xeberdanê sivik dikim. Belkî pirrê caran ez serê heval û hogirê xwe bi van xeberdanan diêşînim jî. Dîsa Xwedê ji wan razî be ku ji 'eyba rûyan jî be tim li min dibin guhdar.Tucarê ‘acizîya xwe ji min nakin û naînin ziman. Ne bes e îcar dibêjin mamoste. Van tiştê ku tû dibêjî ger ku ev dîrok in,çîrok in, meselok in ,metelok in ku hedîs û kur’an in an jî fikr û raman in her çi hene pêwîst e ku tu binivîsînî.Min got heyran nivîs karê behre û hunerê ye. Ew huner jî di min de tunne ye, wan gott na îlla tê binivîsînî çimkî em wê hunerê di te dae dibînin. Min jî ew hevalên xwe yên hêja neşikandin. Min biryar da ku ji bo ceribandinê ez ê nivîsekê binivîsînim.Îcar ez şaş mam min gott gelo ez çi binivîsînim. Ji Adem û wê de em pir tiştan nizanin lê ji Adem û vir de jî pirrê tiştan hatî nivîsandin.Tiştê ku ez binivîsînim di nav ‘îlmê beşerîyetê de weka ji behrê dilopekî be. Min mêze kir va ye Kur’ana pîroz jî mealen behsa dilopê dike û dibêje heke darê ruyê erdê bi qelembin û avên behran jî ji wan re bi hibir be dîsa gotin û îlmê Xweda bi nivîsa wan kêm nabe. (Loqman 27) Tê fêmkirin îlmê beşerîyetê li ber îlmê Xweda weke dilopekê ye.Bila nivîs û zanebûna min jî dinav îlmê beşerîyetê de, ne dilopek weka nîv dilopekê be jî dîsa pêwîst e ez jî binivîsînim dibe ku rastî di nav van gotinê min de jî derbikeve holê. Nexwe hat fêmkirin dilop awqas bêqîymet nîne, ferzûmîsal îroj çiqas mêş û mor û heywanetê hur hene tev jî bi dilopeke av jîyana xwe di meşînin. Em vegerin ser mijara xwe. Min gotibû gello ez çi binivîsim. Dîsa ez ketim xeyalan, di nav van xeyalan derbas bûm li bendal û newalan ez weke têkevim binê behra kûr anjî rêya dur min biryara xwe da ez ê destpêbikim bi îlmê tûr. Min got gello ez behsa safîyyeta Habîl ya jî behsa îxaneta Qabîl bikim,min got gello ez behsa li berxwedana Nuh bikin an jî cehaleta qewmê wî bikim,min got gello ez behsa bûyera Eshab ê Uxdût bikim an jî behsa ‘îsyan û ‘edaweta Benî Îsraîlê ku li hember pêxemberan bikim , min got gello ez behsa zulm û zordestîya Qarun û Haman û Fîr’ewn bikim ya jî behsa zulm û hekareta Nemrud û Şeddad û Dehhak bikim. Gello ez behsa cehaleta Ebucehl û taîfeya wî bikim ya jî behsa ‘edalet û metaneta pêxember bikim. Gello ez behsa bîd’at û tehrîbata Emewî û ‘Ebbsaîya bikim ya jî behsa mezlumîyeta ehlê beytê û ehlê îlmê bikim.Min got gello ez behsa êriş û talanên Moxolîyan û Tîmurîyan û xaçperstan bikim an jî behsa têkuşîna ehlê Îslamê û mêrxasî û mêranîya Selaheddîn bikim. Gello ez behsa seltenatê Osmanîyan bikim ya jî behsa şêx û meşayîx û sofîyan bikim. Gello ez behsa tarîtîya kîlîsê û îşkenceyên dadgehên engîzîsyonê Avrupî bikim ya jî behsa emperyalîzma Ewrîpîya bikim. Gello ez behsa şehadeta Elbenna, Seyyîd Qutûp,Êvdilqadir Ûdeh,’Elî Şerî’etî,Seyyîd Rîza,Şêx Se’îdê Kal,Qazî Mihemmed w.s.bikim yajî behsa serdestî u zordestîya dewletê îslamê ku xulamê emperyalîstani bikim.Min go gello ez behsa zulmu asîmîlasyona nîjadperestên Tirkan li hember Kurdan bikim ya jî behsa serhildanê Kurdan li hember faşîstên Tirk û ‘Ereb û Farisan bikim,ya jî behsa serhildanê ehlê Îslamê li hember ehlê zulm û kufrê bikim,di dawîyê de ez dîsa dibêjim gello ez behsa çar-pênç hezar gundê şewitî,çil-pêncî hezar kuştî, bi mîlyonan koçber û birçî yan jî behsa bîst hezar faîlîmechûl û bi mîlyonan însanên melul bikim. Ya jî behsa wan kesên bune birîndar,ji xwe me ew neanî ziman û zar,ki em wan ji xwe re têkin mijar û bazar,dibe ku jimara wan bigîhîje sed hezar.Di dawîyê de min fam kir ku barê min çiqas giran e. Ji ber vî qasî min biryar da ji bo ku ez vana binivîsînîm pêwîst e ku hûn li min bin alîkar belkî ez jî bibim nivîskar.Ez li benda we me ku hûn mijaran dîyar bikin ez jî binivîsînim.Ne kû tiştê ku min behsa wan kir ez bi şev û roj binivîsînim jî ne emrê min qîm dike ne jî diqedin. Ger ku hûn nebin alîkar jî dîsa ez ê binivîsînîm.Hema bila Xweda bide siheta xweş nede bextêreş, bila bide ‘emrê dirêj nede qelema qirêj. Belê ez ê binivîsînim Ya îro ya sibê ya jî ji sibê nêztir. Li bendê bin…xulaseyê kelam wesselam. Ziyaeddin ‘EMBARÎ -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
