KA MİSİLMANTÎ Û KURDAYETÎ ÇÎ YÊ HEVÛDÛ NE?

         Pir caran ez li halê kurdan û misilmanan dinêrim ya jî li wan
kesên ku de’wa kurdayetî weyahût de’wa misilmantî dikin qedera herdû
alîyan bi hevûdû mînane. Dema ku em li pêvajoya dîrokî bi nêrin an jî
bi nirxînin em ê bibînin di cîhanê de bi kurtasî di Tirkiyê de tevger
û polîtîka û nêrînîya li hember herdû alîyan di bingeh de yekin.
Binêrin îroj ger dinya û an jî Tirkîyê de ê ku de’wa îslamê ya jî
kurdîtiyê dikin, wan kesan bi navê terorîzm lanse dikin. Ji wan re
dibêjin “bulicî an jî ayrimcî” dema ku wan digrin bi eynî maddeya
mehkûm dikin.Wê dema ku serî hildin bi eynî awayî tên pelixandin û
îşkencekirin û ‘îdamkirin. Di demkê de çawa misilmantî qedexe bu ji bo
ku misilmantî ne yê fêmkirin hezar dek û dolap anîn serê îslamê, islam
rût û zilût kirin. Yên ku de’wa îslamê kirin tev îşkence û hepskirin.
Li hember wan, mirovê xwe yê bel’amî derxistin ûsa kirin ku, misilman
tev bi laîsizmê îqna kirin û misilman bi misilmana kirin wek gur û
mîh. Dînê eslî rakirin. Ji bo ku dîn tam neyî fêmkirin termînîlojîyê
dînî tev guhertin. Kesên ku de’wa dînê eslî kirin bi “dunyanedîtî” yê
tehdît kirin. Ew jî dîsa bi misilmanên çêkirî dan terbîye kirin. Dîn
di dilan de hepskirin, dîn bû karê wijdanê, bu navbera mirov û Xwedanê
wî de tiştek veşartî. Mixabin Xwedanê herkesî di wijdana wî de  cure
cure yi. Yên hineka pere ye, yên hineka meqam û mewqî ye, yên hineka
zar û zêç e, yên hinekan xelwet û şehwet e, yên hinekan welat û
qewmîyet e, yên pir hindikan jî bi taybet Xwedayê ‘Alemê Ellah û
Zulcelal e.Dîn ûsa anîn dereceyekê ji alternatîfa jîyanê derxistin û
kirin karê kerr û lalan, pîr û kalan, bêkes û hejaran û cahil û
nezanan. Piştî ku asîmîlasyona dîn temamkirin anha jî êdî êdî serbest
dikin û dibêjin de ka werin dînên xwe bijîn.weka mirîşka tu bi
ruçikînî, ‘eyarê tenê mabe. Wek mînak: îro kal hem nimêj dike hem rojî
digre, law rojîyê digre lê nimêj nake, nevî(torin) ne nimêj dike ne jî
rojî digre. Ev hal ji bo îslam û ehlê wê trejedî ye. Ev dînê ku
dixwazin misilman bijîn jî ji xêrî Îslamê bi her awayî mîna ye. Gava
tu tiştek dibêjî an jî di pirsî ji herserî kî gotinek derdikeve.Hinek
dibêjin di İslamê de hed tune, hinek dibêjin di îslamê de dewlet tune,
hinek dibêjin di îslamê de niximandin tune,  hinek  dibêjin di îslamê
de mezheb û terîqet tune, hinek dibêjin di îslamê de cîhad û herb
tune, hinek dibêjin İslam ji xwe laîsizm an jî demoqrasî bi xwe ye.
Demokratê herî mezin jî Hezretî Pêxember e. Di dawîyê de hat fêmkirin
îslama ku ji teref sîstemê de hatîye çêkirin iroj bûye hakime li ser
misilmana. Ji xwe misilman jî bune qerewêlê(bekçi) sîstemê, dema ku tu
li hember sîstemê derbikeve jî ront balansê te ji teref misilmanê ku
îroj jê re tê gotin oldar ve tên ‘eyarkirin.
       Em vegerin li ser kurdan û kurdayetîyê. Ji xwe tiştê ku hatî
serî kurdan neyî gurê serê çîya.Ji xwe ez dibejim tiştê ku hat serê
misilmanan jî tev ji ber kurdan bu. Çimkî zilm û zortdesti û
îşkenceyên li misilmana hat kirin, rê yû rêbaz û tecrubeyê xwe ji zilm
û heqareta  li ser kûrdan hatî kirin, digirt. Ji ber ku pirê kurdan
misilmanin, serhildanê wan jî tu bibêje hemî îslamî bûn. Ji ber vî
qasî misilmanan jî,bi taybet misilmanên Tirkiyê, nisîbê xwe ji
helandin û qedandinê girtin.
Belê bi rastî halê kurdan komedî trajîk e.Kurd ne ku li Tirkîyê li her
derê cîhanê bi taybet li rojhilatanavîn de weke qewmeke suçdar tên
dîtin. Ev jî gellek balkêş e. Pêwîst e meriv liser gellek bifikiri. Bi
kurtasî ez liser kurd û kurdayetîya Tirkîyê  rawestim. Ew jî weka ehlê
İslamê  cara yekem  hetta ku şerrê azadîyê dewam kir bi nermî û xweşî
kiryarî nîşan dan.Hetta ku bi ser neketin felsefeya xwe ya ku dibêjin
“hetta ku meriv pirê derbas neke gerek meriv ji hirçê re bije xalo”
tetbîq kirin.
‘Ewwil kêfa kurdan anîn qala misilmantî û yekîtî û biratîyê kirin
piştî ku îşê wan bi kurdan qedîyan û li ser kurdan vegerîyan û li wan
hatin xezebê.Liser kurdan hezar sazî û kanûn û rapor derxistin wek
mînak binavê: “şark îstîklal mahkemelerî,şark islahat fermani, îsmet
İnönü şark seyahatî raporu,takrîrî sukûn kanûnû,hiyanetî vatanîye
kanûnû, 2510 sayili îskan kanûnû hwd… bi van kanûn û fermanan kurd
helandin û qedandin, ziman û çand û hunerê wan tev qedexe kirin, Axa û
şêxê wan, mîr û begê wan, mezin û zaneyê wan tev yan kuştin ya
hepskirin an jî koçber kirin. Navê der û berê wan û gund û bajarê wan
tev guherandin. Usa anîn wê derecêye kê ku kurd ji kurdîtîya xwe
fedîkar kirin , ketin kompleksê, Kurdî bu zimanê feqîr û fuqera,kal û
pîra, cahîl û cûhela. Kesên ku gotin em jî Tirkin an jî kurdê Tirkin,
ew kes filitîn,ji teref dewletê de hatin taltîf kirin, qedr û qîmet ru
û rûmet dîtin. Kesên ku liser rêça bav û kalan çû, li ber asîmîlasyonê
sekinî tev yan talanbûn ya koçberbûn,ya jî hatin îşkence û hepskirin
yan jî bi îzzet û şeref jîyana xwe ji destdan.Sîstemê piştî ku
pêvajoya xwe ya helandin û qedandinê temam kir, anha hatine dibêjin
“de ka werin kurdeyatîya wxe bijin” ka kurd hêdî çi bijin gava tu qala
kurd û kurdîstanê dikî ji Tirkan pirtir tu kurdan li  hember xwe
dibînî.Gava tu ji heval û hogirê xwe re dibê jî de ka werin em ji xwe
re bi kurdî biaxivin, te dî wan jî got “kusura bakma biz anliyoruz ama
konuşamiyoruz.(lıqisûr nenêr em fêm dikin lê em nikarin
biaxivin)”oppala de ka werin vê kerê ji vê avê derxin. Dema tu li halê
civaka kurd dinêrî Kalo kurdî tenê zane, law Kurdî û Tirkî zane, lê
Tirkî ji Kurdî baştir zane,nevî(torin) jî tenê Tirkî zane. Di dawîyê
de ev tê fêmkirin kalo li ber mirinê ye, ewlad berve mirinê diçe lê
kurdîya wî liber mirinê ye. Ka pêşeroj di dest kê de ma? di destê
torin de ma, torin kî ye? ne bêllî ye,lê zimanê wî xas Tirkî ye.
      Ez bawerim di dawîyê de we halê Misilman û Kurdan an jî
misilmantî û kurdayetî li ber çavê xwe dît. We dît ku kurdîtî û
misilmantî herdû jî çiqas me’sum û xerîbin, çiqas bêkes û mezlûmin.
Neyar û dijminê wan li hember wan çiqas zalim û xeddarin.Sîyaset û
polîtîkaya wan li hember herdû alîyan çiqas yekin.Pergalên zulmê
nêrin, ka nikarin hem li hember kurdan û li hember misilmana ango li
du enîya de têkoşîn bidin.Di dawîyê de biryar da ku herdû alîya berdin
hevûdû.Lê mixabin bi serketin. îroj yên kesên ku de’wa kurdîtî û
misilmantîyê dikin tim bi guman li hev dinêrin. Halbikî ez bawerim
qasî ku ez li halê wan û qedera wan dinêrim. Ev herdû alî di bingeh de
dibe ku merivê hevûdibin; ya xal û xwarzî hevin ya jî ap û birazîyê
hevin.piştî ku merivê hevin ji xwe qurana pîroz jî emrê edalet û
başîyê û arîkarîya eqrebeya dike. Nehya zilm û zordestî û nebaşîyê
dike (nehl 90)
        Bi rastî ji min gotin xwezî goli min bikin xwezî nekin. Yên
zirarê herdû alîne. Ez zanim hûn goli min nakin qene goli Xwedê bikin.
Xulaseyê kelam wesselam.


 
Ziyaeddin ‘EMBARÎ


Not: Dema ku min qala kurd û misilmana kirî min ji hevûdû cuda
nirxandin.Bila şaş ney fêm kirin.Dema ku min gotî misilman qesta min
wan kesên oldarin û dîn ji xwe re kirine tarza jîyanê, di vî warî de
sazî û komele û civat û cema’atê wan hene.Dema ku min gotî kurd û
kurdîtî, hakeza wan kesên ku doza kurd û kurdîstanê  ji xwe re kirine
tarza sîyaset û jîyanê. Û xebatê wan jî tev di vî warîde ne. Ne ku Yên
ku de’wa kurdî dikin jî misilmanin yên ku de’wa misilmantiyê jî dikin
di herêma me de hema tu bibêje tev bi eslê xwe jî kurdin.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap