AKP Û PİRSGİRÊKA KURD

        Li  gorî min, di nav hukumetên Tirkiyê de hukumeta herî bi
xizmet AKP ye. AKP di warê aborî de, di tendurustiyê de, di rê û beran
de, di warê maf û dad û azadiyan de hwd. gelek xizmet û reform kirin.
Berî her tiştî wesayeta leşkerî -bi temamî nebe jî- kuşt. Di warê
kurdan û pirsgirêka kurd de jî, hinek pêngav avête û diavêje jî. Weke
vekirina TRT ŞEŞ’ê di zanîngehan de vekirina beşa zimanê kurdî, dersa
bijerte ya kurdî, rakirina qedexekirina propogandayê ya bi zimane
kurdî, di warê sîyasî de, rakirina zextên li ser kurdî, rakirina rewşa
awarte hwd. Lê belê helwesta AKP’ê, di derheqê kurdan û pirsgirêka
kurd de ne net e. Biçivûçûr e. Hîn, navê pirsgirêkê dananiye û di navê
wê de jî ne net e. Gav dibêje pirgirêka kurd heye û pirsgirêka min bi
xwe ye, gav dibêje pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêkên hemwelatîyên
kurd, hene, gav dibêje, ev pirsgirêk, pirsgirêka terorîzmê ye. Gav
dibêjê  ev mes’eleyek pirr muhîm e, divê acîl bê çareserkirin. Carna
jî dibê je, me ji sedî heştê ev mes’ele çareser kiriye. wezîrê karê
hundir! Dibêje: “Ez digerim nagerim pirsgirêka kurd nabînim.” Bi rastî
AKP’ê  ji bo çareseriyê berê got “vekirina kurd”, dawîyê nav
guherande, kir “Projeya Yekîtî û Dîgelhevîya Netewî (mîllî)”, yanî di
encamê de dîsa mîllîtî pê ve zeliqand. Hal ew e ku ev mes’ele, bi xwe
ji neteweperweriyê derketiye.

       Bi rastî, ev pirsgirêk tenê mes’eleya kurd û ya dewletê nîne,
bi giranî mes’eleya PKK ê û ya dewletê ye. Ger dewlet bibêje, ez PKK ê
derveyî vî karî de dihêlim, wê pirsgirêk tucar çareser nebe, çimkî
îro, yê ku li vê mes’eleyê xweyî derketî û dikeve PKK ye. Dîyarkerê
rojeva vê meselê PKK ye. Îroj,  bêPKK pirsgirêk çareser bîbe jî PKK,
dê nehêle Ez bawer dikim, çawa ku mes’eleya Filîstînê bêHemasê,
mes’eleyên Lubnanê bêHîzbullah, meseleya Efxanîstanê bêTalîban, ê
çareser nebe. Pirsgirêka Kurd jî, ê bêPKK çareser nebe. Em çiqas
sîyaseta PKK’ê, şaş bibînin jî realîte ev e. Di heman deman de pêwîst
e ji bo çareseriyê muxatab tenê PKK nebe. Muxatab, pêşî gelê Kurd û
nûnerên gelê Kurd be. Herkes, li gorî temsîlîyeta xwe, xwedî maf be.
Wê deme, ê pirsgirêk çareser bibe.

       Şaşîyên Ak Partîyê, yek jê ev e ku KCK’ê di şibîne Ergenekonê.
AKP dibêje, me çawa rêxistina Ergenekonê, bi binçavkirin û girtinê
qedand, em ê, PKK’ê jî di bin navê KCKê de biqedînin. Hal ew e ku
Ergenekon, rêxistinek kûr û nepenî bû. Bêbingeh bû, hêza xwe ji gel
nedigirt, hêza xwe ji peywendiyên kûr û tarî digirt. Rêxistinek xurt
nebû, û digotin belkî tim rêveberî ê di destê wan de be. Û ji bo
paşerojê, tu amadehî nekiribûn. Ergenekon, ji ber vî qasî di xew de
hat girtin. Ji xwe, hejmara endamên Ergenekonê, encax 2-3 hezar kes
hebin.
Lê li gorî tê fêmkirin, KCK ne wusa ye. Hêza xwe ji gel digire.
Rêxistineke wê ya pirr bi hêz heye. Li her derê dunya yê heye, bi
hezaran mîlîtan û bi mîlyonan sempatîzanê wê hene. Li gorî ku ji
rayagiştî tê fêmkirin, ev operasyonên KCK’ê yên sîyasî, PKK’ê hem
rêzdar dike, hem jî hêzdar dike. Ger neheq be jî ev psîkolojîya
mexdurîyetê jî, dê wê heqdar bike. AKP, PKK’ê, di hefsan de “xwedî
dike bi nanê xwe, mezin dike berdide canê xwe.”

        AKP, lazim e rê û kanalên sîyasî ji bo temamê Kurdan, bi
taybet ji bo PKK’ê veke. Dev ji binçavkirin û girtinan berde. Divê ku
net be. Ji aliyekî de zimanê Kurdî dike dersa bijarte, ji aliyekî de
jî di mehkemeyan de parastina bi Kurdî qedexe dike. An jî dibêje,
Kurdî ne zimanê medenîyetê ye.

        AKP, lazim e zagonên xwe hinek sivik û şeffaf bike.Bala min
dikişîne cezayê herî giran ji bo dozên sîyasî têne dayîn. Ji bo kefiyê
(çefî)  13 sal û 3 meh ceza hate dayîn, ji bo avêtina molotofekê 28
sal û 7 meh, yan jî hefsa muebbed tên dayîn. Ji bo Aysel TUĞLUK’ê ,14
sal û 6 meh, ji bo mebûsê DTPê yê bere yê Dersîmê Şerafettîn Halîs 15
sal û ji bo girtiyên sîyasî 10-15-20 sal ceza tên dayîn. Îroj, nêzî
8000 kes di warê sîyasî de hatine girtin û girtin jî berdewam dikin.
Ev rewş, ne ji bo Kurdan ne jî ji bo gelênTirkîyê, rewşeke xêrê ye.
Bîra me tevan tê “di deştê de sîyaset” gotina AĞAR bû. Lê sîyaseta AKP
ê bû. Îroj jî di şûna di deştê de sîyasetê de “di hefsê de sîyaset” ê
girtiye.

       Di dawî de ez dikarim eviya bibêjim, divê hukumeta AKP’êcesûr û
bêtirsbe.”Ger dixwaze barana biharê bibare, divê ji teqûreqa birûskan
netirse, çimkî birûsk venedin baran nabare. Baran nebare, xweza şîn
nabe, xweza şîn nebe, bihar nayê.
Dibe ku carnan birûsk li hinek deran bixe û zirarê jî bide. Lê pêwîste
dîsa li rê ya xwe bidome. XULASEYÊ KELAM WESSELAM.  14.06.2012



        
Ziyaeddin EMBARÎ




-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap