Sibe li İtfaiye Park a Fatihê (Stenbol) di saet 13.00'an de Daxuyaniya me ya çapemeniyê heye, kerem kin...
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ JI BO ROBOZKÊ Piştî kuştina 34 (sih û çar) Kurdên Robozkê/Qilabanê, nîv sal derbas bû. Qetlîameke ku şeş meh in tê xwestin ku em jibîr bikin... Dîtina kujeran li aliyekî, zîhniyeta ku lêborînekê jî zêde dibîne, dixwaze ku ev zilma neînsanî nebînin. Ji kesên wekî me re yên ku dixwazin qatil werin dîtin re dibêjin: "Qetlîamê îstîsmar nekin." Belê, di dîroka 28ê Çileha 2011an de ji aliyê Hêzên Eskerî yên Dewletê ve operasyonek hate çêkirin û bi gelemperî zarok 34 Kurd hatin qetilkirin. Hikûmetê ji bo vê qetlîamê lêborînekê jî nexwest. Pêşî gotin "Ev komplo ye, dixwazin hikûmetê sûcdar bikin." Pişt re jî gotin "Ev xeletiyek bû, tazmînat be em ê bidin! Pere bidin wê dengê xwe bibirin." Wekî din wezîrekî hikûmetê got ku "Heke nehatina kuştin wê jixwe bi sûcê qaçaxçîtiyê bihatina cezakirin." Dozgerî dewayê bi şerha veşartî hewaleyî dadgeha leşkerî dike. Serokwezîr, di derheqê Dêrsimê de axaftinên hestiyar dike, lê di derheqê vê qetlîamê de dixwaze pirsgirêkê tenê bi tazmînatê çareser bike. Çapemeniya ku oldaran temsîl dike, dibêjin ''Rondikên we yên ku ji bo Robozkê hatin xwarê, ji bo tevgerê bû ava jiyanê'', bi van gotinê xwe dixwazin li ser mirinê, zimanekî bêexlaq çêbikin. Yên ku bêdeng namînin jî, ji karê xwe dibin. Ne şerên ji bo bidestxistina îqtîdara dewletê û ne jî denge û hesabên navnetewî, ji van sedeman tu yek jî nikare xwestina edaletê bide jibîr kirin û bêdengkirin. Mêjiyê dewletê li Qilabanê/Robozkê dîsa polîtîkayên xwe ê hezar salî da nîşandan û da dubarekirin. Qetlîam ji bo ku di navbera hêzên siyasî de nebe sedema melzemeyê eşkere re, li holê ye û zindî ye. Em kesên xwedî wijdan, bi şerê di nava hêzan re eleqedar nabin. Di şerê siyasî de teref nîn in. Tenê em dixwazin ku bila ji kesên li Qilabanê canên me, birayên me kuştine hesap bê sitendin. Em kesên xwedî wijdan, ji bo berpirsiyariya ku dikeve ser milê me, em dixwazin ku qetlîama ku li Qilabanê/Robozkê qewimî, kujer û berpirsiyarên vê qetlîamê bê dîtin û bên cezakirin. Em tenê dixwazin ku edalet were bicîh. Li gorî sûcdarkirina hikûmetekî, ji sûcdarkirina kesekî girîngtir nîn e. Îro jixwe hikûmet bi vê bêdengiya xwe, xwe sûcdar kiriye. Ji bo ku em vê "bêdengiyê" ji holê rakin em li vir civiyan. Em ê ji bo 34 çar mirovên mesûm; bêdeng, bêslogan û tenê em ê dengê wijdana xwe guhdar bikin û bisekinin. Heta ku berpirsiyar hesab nedin, li vir em îlan dikin ku em ê dev ji wan bernedin û em ê bixebitin. Em ê tu wextê destûrê nedin ku Robozkê bi mirinan bê bibîranîn. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
