Têlefon
Zilamekî ku her du guhên wî şewitîbûn, bi ambûlansê gihandin ser
doxtor.
Doxtor bala xwe dayê ku her du guhên wî şewitîne û peritîne. Li ser vê
yekê doxtor ji nexweş pirsî:
- Çi bû ji guhên te, te çi kir?
Zilam got:
- Welleh doxtor beg, min pantorê xwe utî dikir, ji nişka ve telefonê
lêxist. Heta ku ez telefonê bidim ber guhê xwe, min ûtî da ber guhê
xwe.
Doxtor dîsa pirsî:
- Xwedê ji te razî, erê min vî guhê te fam kir lê çi bû ji guhê te yê
din?
-Doxtor beg ma qey min bang li ambûlansê jî nekira?

Hatiye Qewirandin
Hêj deh roj bû ku birê wî hatibû dinyayê. Lê Azad ji ber dengê girîna
wî aciz bibû.
Ji dê û bavê xwe re wusa got:
-Ê we got ji bihiştê hatîye, ev e?
Gotin ku:
-Erê ev e.
-Dîyar dibe ku ji bo çi wî ji wir qewirandine.

Cezayê kurt û yê dirêj
Mamoste ceza dide du xwendekarên xwe. Cezayên wan her yekî 50 car navê
xwe nivîsandin e.
Ji xwendekaran yek ji vî biryarê re îtîraz dike û dibê ev neheqî ye.
Mamostê wî :
-Çima neheqî ye?
-Navê hevalê min Elî ye lê yê min Ebdurrehman e.

Berçavk
Bijîşk ji nexweşê xwe yê dîn dipirse:
-Ez guhekî te jêkim, wê çi bibe?
Nexweşê dîn difikire, bersivê dide:
-Wê laşê min biêşe.
Bijîşk dîsa dipirse:
-Lê ez herdu guhên te jêkim wê çi dibe?
Dîn:
-Ezê kor bibim.
-Çima?
-Ma çimaya wî heye? Tu herdu guhên min jêkî, ezê berçavkê xwe têxim ku
 derê?..

ÇAVKANÎ:[email protected]

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap