Nexweşiya mezin ya ziman û siyaseta Tirk-mancî

Heke nivîsa jêr neyê xwendin, lînka nivîsê: 
http://www.nukurd.com//ziman-wje/nexwesiya-mezin-ya-ziman-%C3%BB-siyaseta-tirk-manc%C3%AE-makale,169.html

Weke tê zanîn peyva „tirk-mancî“ ji gotinên „tirkî“ û „kurmancî“ daweriya ye. 

Vebêjiya zimanê tirkmancî dilxweve ji axaftin û nivîsandina nivî bi tirkî û 
nîvî bi kurdî pêk tê, lê di rastiya xwe de tirkmancî ji %80 
tenê bi tirkî tê axaftin û nivîsandin! 

Çend gotinên din yên bi kurdî jî wekî pêxwarina (çerez/kirtleme) zimanê tirkî 
li holê dimîne.

Di van 15 salên dawî de min gelek caran behsa şîrheramî û kurmên tirkmancî 
kirine; bi destûra we be ez dîsa jî dixwazim di vê nivîsara 
xwe de behsa vê zirar û talokeya mezin ya tirkmancî bikim.

***

Ziman û siyaseta bi tirkmancî ji gelek hêlan ve –yekser an jî bêhemdî!- 
zirareke mezin dide qurmê hebûna civaka kurd.

Zimanê tirkmancî ji dawa siyaseta tirkmancî dadiwere û bi rihê rîtûelên 
welatparêziyeke piştkurmî ve hemû meşteleyên zimanê kurdî hişk û ziwa 
dike.

Çend xalên girîng wiha ne:

1-    Ji ber zimanê kurdî ji mekanîzmayên xwe yên xweparastinê bêpar e, loma 
nikare li dijî nexweşiya tirkmancî xwe biparêze.

2-    Ev nexweşiya tirkmancî serê pêşîn hemû orf û adetên zimanê kurdî yên 
xwezayî dikuje.

3-    Ev nexweşiya tirkmancî dihêle ku êdî hemû kurd her tiştê zimanê xwe bidin 
ber bejna zimanê tirkî.

4-    Zimanê tirkmancî rê nade ku kurdî xwe di nava mijar û babatên nûjen de 
bivejîne û kirasê xwe yê zimanî nû bike.

5-    Tirkmancî, meydaneke fireh amade dike ku kurd êdî xwe bi xwe asîmîle 
bikin.

***

Gelek tirkmanc hene, naxwazin jidil fêrî deh gotinên zimanê 
kurdî bibin, lê dixwazin jidil deh pirtûk û ansîklobediyên kurdî 
"yazmîş" bikin; jixwe tişta ez dixwazim behs bikim jî nexweşiyeke wisa 
ye.

Gelek welatparêz ji ber tiraliyê xwe fêrî sê çar gotinê kurdî nakin, 
radibin hema pênc şeş gotinên xwe yên kurdî nav tirkiya xwe dixin û ji 
xwe re „zimanekî welatparêz“ yanî tirkmanciyekê pêk tînin.

***

Nexweşiya siyaseta Tirk-mancî jî wiha ye: 

Gelek siyasetmedarên kurd li Amedê dinyayê xira dikin, lê bêhemdî xwe li
 pey siyaseta Enqereyê nimêj dikin û didin dû rojeva siyaseta tirk.

Ne li dijî dewleta tirk lê li dijî partiyên tirk siyasetê dikin.

Gelek nexweşiyên siyaseta tirkî bêhemdî xwe tînin nav siyaseta kurd jî, 
gelek caran behsa yekîtiya kurdan dikin, lê çavê wan her dem li devê 
Enqereyê ye; bi vî rengî siyaseteke tirkmancî pêk tê. 

***

Jixwe zimanê tirk-mancî jî mixabin ji siyaseta tirk-mancî dadiwere ser rihê 
nifşên nû.

Ziman û siyaseta bi tirkmancî, dike ku gelek kurd bêhemdî xwe ber bi ziman û 
rihê siyaseta tirkî ve bimeşin!

Loma piraniya kesên tirkmanc, gelek caran di navbera hêlekana partiyên 
kurd/zimanê kurdî û partiyên tirk/zimanê tirkî de diçin û tên!

Jixwe nexweşiya herî mezin ya Kurdistanê jî ev e: Ziman û siyaseta Tirkmancî!



________________________________
Evdile Koçer
[email protected]


________________________________
www.evdilekocer.blogspot.com/

www.facebook.com/evdile.kocer2

www.twitter.com/Evdile_Kocer

www.youtube.com/Gulanbihar

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap