Hevalno silav,

Eyda we, ya zarê we, ya qîzê we, ya bûkê we, ya pişîka ber devê tendûrê we
bimbarek pîroz be!
Werin emê herin welêt û tijî şekir û loqim top kin. Emê destên bapîr û
dapîren xwe paç kin.

Di nava bajaran de weleh tehma eydê nema ye.

Emê herin nanê tendûrê bi hev penêrên bi mendik bixwin.

Tenê bi awayê tehma nostaljîk evîna welat nabe hevalno. Divêt emê hinekî
zehmetê bikişînin; mesajên e-mail û telefona destê, bi zimanê xwe
binivîsin,
heval û eqrebayên xwe re miheqeq bi Kurdî bişeynin. Evîna welat û kurdeyatî
wisa xuya dibe. Xêra Xwedê re, qet bê zimanê Kurdî, doz û dewa gelê Kurda
çaraser dibe?

Tê me destê mezinên xwe,
Tê me çavê piçûkên xwe,
Eyda we dîsa ji dil û can pîroz be.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap