Evdile Koçer: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dikeHeke karekterên tîpên nivîsa jêr baş neyê xwendin, lînka nivîsê: http://www.nukurd.com//ziman-wje/welatpar%C3%AAz%C3%AE-ji-zimanpar%C3%AAziy%C3%AA-dest-p%C3%AA-dike-makale,182.html
Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Kurdên ku bi kurdî dizanin binivîsin, lê di Facebook û Twîtterê de ileh bileh û tileh bi tirkî dinivîsin, bila li min negirin lê ez dibêjim qey ji "Zanîngeha Çepgirtiya Sexte" dîplome wergirtine. *** Ferqa di navbera nivîskar û zimanzanan de ev e: Yek rihê peyvan vedibêje, yê din behsa gurçik û kezeba peyvan dike. *** Siyasetmedar û nivîskarên ku li gorî çepik û sloganan gotinên xwe hildibijêrin, heke ji ferhenga civaka kurd derketana, ez bawer dikim dê ji nişka ve barê me gişan sivik bibûya. *** Hin kurdên 'spî' hene di afirê Dewleta Tirk de rûdinin û paşê ji me feqîrên Xwedê re behsa rewşenbîriya serbixwe dikin. Ez dibêjim qey "rewşenbîriya serbixwe" li gorî wan afirên dewleta tirk in. *** Heke li Bakur kurdperwerî xurt bûya, dê 5-6 partiyên xurt yên kurdan hebûna, û dê hemû partiyên kurdan jî li dijî sîstema dagirker bûbûna barîkatek. *** Gelek caran ez vê pirsê ji xwe dikim: Siyaseta ku nivîskar û hunermendan bixe çeqçeqoka armancên xwe, gelo dixwaze civakeke çawa ava bike? *** Hin nivîskarên tirk dema ku di derbarê kurdan de diaxivin, tu dibêjî qey seriyek pîvaz di qûna wan de ye. Dema behsa me kurdan dikin, gelo çima devê xwe wekî bîra tiwaletekê dilebitînin. *** Medya Tirk tirşika derewên xwe hezar caran dikelîne û wekî xwarineke nû dîsa datîne ber civaka kurd û tirkan. *** Dînê Dewleta Tirk wiha ye: Ji nijada tirk re misilmantiyeke çêkirî, ji nijad û dînên din re jî barbariyeke modern pêşkêş dike. *** Civakeke sîvîl, sedem çi dibe bila ew be, lê tu carî mirin û xwekuştinan meşrû nake mîrê min. *** Dema cendek dikevin erdê, dema xwîn dikeve ser kolanên feqîran, dema êş û rondik diherikin ser dilê dêbavan, analîstên şer û mirinê jî serê xwe radikin. *** Tişta min fêm kirî ev e: Aştî bi ziman û rihê şer pêk nayê. Lînka nivîsê: http://www.nukurd.com//ziman-wje/welatpar%C3%AAz%C3%AE-ji-zimanpar%C3%AAziy%C3%AA-dest-p%C3%AA-dike-makale,182.html ************************************ Ligel silavên biratiyê... ________________________________ Evdile Koçer [email protected] ________________________________ www.evdilekocer.blogspot.com/ www.facebook.com/evdile.kocer2 www.twitter.com/Evdile_Kocer www.youtube.com/Gulanbihar -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
