https://www.facebook.com/Akhbarulkurd
Carekê li Bloga me jî binêrin: http://cankurd.wordpress.com http://www.facebook.com/madmiro1 Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Têldest: (+49) 163 869 81 59, Cankurd >________________________________ > Von: Evdile Koçer <[email protected]> >An: Evdile Koçer <[email protected]> >Gesendet: 17:07 Mittwoch, 29.August 2012 >Betreff: {Diwanxane} Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike > > >Evdile Koçer: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dikeHeke karekterên tîpên >nivîsa jêr baş neyê xwendin, lînka nivîsê: >http://www.nukurd.com//ziman-wje/welatpar%C3%AAz%C3%AE-ji-zimanpar%C3%AAziy%C3%AA-dest-p%C3%AA-dike-makale,182.html > >Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike > >Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. > >Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. > >Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. > >Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. > >*** > >Kurdên ku bi kurdî dizanin binivîsin, lê di Facebook û Twîtterê de ileh bileh û tileh bi tirkî dinivîsin, bila li min negirin lê ez dibêjim qey ji "Zanîngeha Çepgirtiya Sexte" dîplome wergirtine. > >*** > >Ferqa di navbera nivîskar û zimanzanan de ev e: > >Yek rihê peyvan vedibêje, yê din behsa gurçik û kezeba peyvan dike. > >*** > >Siyasetmedar û nivîskarên ku li gorî çepik û sloganan gotinên xwe hildibijêrin, heke ji ferhenga civaka kurd derketana, ez bawer dikim dê ji nişka ve barê me gişan sivik bibûya. > >*** > >Hin kurdên 'spî' hene di afirê Dewleta Tirk de rûdinin û paşê ji me feqîrên >Xwedê re behsa rewşenbîriya serbixwe dikin. > >Ez dibêjim qey "rewşenbîriya serbixwe" li gorî wan afirên dewleta tirk in. > >*** > >Heke li Bakur kurdperwerî xurt bûya, dê 5-6 partiyên xurt yên kurdan hebûna, û dê hemû partiyên kurdan jî li dijî sîstema dagirker bûbûna barîkatek. > >*** > >Gelek caran ez vê pirsê ji xwe dikim: Siyaseta ku nivîskar û hunermendan bixe >çeqçeqoka armancên xwe, gelo dixwaze civakeke çawa ava bike? > >*** > >Hin nivîskarên tirk dema ku di derbarê kurdan de diaxivin, tu dibêjî qey >seriyek pîvaz di qûna wan de ye. > >Dema behsa me kurdan dikin, gelo çima devê xwe wekî bîra tiwaletekê >dilebitînin. > >*** > >Medya Tirk tirşika derewên xwe hezar caran dikelîne û wekî xwarineke nû dîsa >datîne ber civaka kurd û tirkan. > >*** > >Dînê Dewleta Tirk wiha ye: > >Ji nijada tirk re misilmantiyeke çêkirî, ji nijad û dînên din re jî >barbariyeke modern pêşkêş dike. > >*** > >Civakeke sîvîl, sedem çi dibe bila ew be, lê tu carî mirin û xwekuştinan meşrû >nake mîrê min. > >*** > >Dema cendek dikevin erdê, dema xwîn dikeve ser kolanên feqîran, dema êş û rondik diherikin ser dilê dêbavan, analîstên şer û mirinê jî serê xwe radikin. > >*** > >Tişta min fêm kirî ev e: > >Aştî bi ziman û rihê şer pêk nayê. > >Lînka nivîsê: >http://www.nukurd.com//ziman-wje/welatpar%C3%AAz%C3%AE-ji-zimanpar%C3%AAziy%C3%AA-dest-p%C3%AA-dike-makale,182.html > >************************************ > > >Ligel silavên biratiyê... > > > > > >________________________________ >Evdile Koçer >[email protected] > > >________________________________ >www.evdilekocer.blogspot.com/ > >www.facebook.com/evdile.kocer2 > >www.twitter.com/Evdile_Kocer > >www.youtube.com/Gulanbihar > > > > -- >- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu >Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u >rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret >qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. > >Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > >- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. >Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. >Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. > > > -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
