10 duayên serê salê binê salê...
Va ye dîsa „Serê salê binê sale” hat û wekî adeteke koçerî va ye dîsa 10 duayên min yên ji bo serê sala nû: Serê salê binê salê, Xwedê tovê zimanê kurdî bireşîne nav hemû sazî û dezgehên kurd! Serê salê binê salê, Xwedê aqil û hişeke Kurdistanî bide hemû hunermend û siyasetmedarên kurd! Serê salê binê salê, Xwedê teorî û îdeolojiyên tevlihev û şêlo ji civaka kurd kêm bike! Serê salê binê salê, Xwedê sloganên kelevajîk/arabesk ji devê siyasetmedarên kurd kêm bike! Serê salê binê salê, Xwedê daxwuyanî, bang û belavokên beredayî ji serê civaka kurd kêm bike! Serê salê binê salê, Xwedê maçên zimanê kurdî ji serê Kurdistanê kêm neke. Serê salê binê salê, Xwedê çepgirên tirk yên sexte ji serê sazî, partî û siyasetmedarên kurd kêm bike! Serê salê binê salê, Xwedê kesên "dûredîtî, dixwederîtî"yan ji serê partiyên kurd dûr bixe. Serê salê binê salê, Xwedê felsefeya Xanî û Cizîrî bike nesîbê Beko û kundirên kurdan jî. Serê salê binê salê, Xwedê wêje û çanda kurdî ji xwe-ne-nasîn û tirkîfikrînê biparêze. Not: Ji kerema xwe re li pêveka Mailê binêre! ________________________________ Evdile Koçer [email protected] ________________________________ www.evdilekocer.blogspot.com/ www.facebook.com/evdile.kocer2 www.twitter.com/Evdile_Kocer www.youtube.com/Gulanbihar -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
10 duayên serê salê binê salê.doc
Description: MS-Word document
