Fatma Savci hevala min a qursa zimanê kurdî bû. Di heman fêrgehê de me bi hev re perwerdehî didît. Mamoste Mewlûd Aykoç dersan dida me.
Fatma ji Mêrdînê ye; gava sêzde an çarde salî bûye, dikeve tevgerê û berpirsê pirtûkan dibe, wan pirtûkan di binê erdê (wedişêre) diparêze. Paşê ketiye hepsê. Nêzî deh salan li girtigehê mabû. Li ba min tenê pirtûkeke wê ya helbestê hebû: Gulên Qasid. Di zaroktiya xwe de dixwaze bibe pîlot. Gava ji aliyê sixûr û leşkerên taybet ên rom, li Kurdistana başûr tê girtin, bi helîkopterê tînin. Leşker, li hewayê porên Fatma digrin, tînin ber deriya vekirî a helîkopterê û jê re dipirsin: "Emê te biavêjin ha?" Paşê li girtigehê zorê dide xwe û tiştan dinivîse. Piştî Gulên Qasid, dîsa pirtûkeke wê a helbestê derketibû. Beriya çend mehan pirtûkeke wê a çîrokê derketiye. Niha jî li ser Rojava berhemeke nû derxistiye. Hevalê min ê Amedê Mihemed Ronahî, behsa pirtûka teze ya Fatmayê dike: http://awelat.com/haber/ber-bi-binxete-ve-1368 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
