Hebûna hemû zindiyan bi mirinê girêdayî ye. Emê tev bimirin. Mirov nikare jê xelas be. Rastiya yekem, rêya ku insan nikare jê derkeve ev e.
Di dinê de tê çi bikî dîsa bimrî. Berhemê herî navdar çêbikî, romanên pir balkeş binivîsî û wêneyên bê hempa çêkî... Dîsa bimirî. Mirin, xelas bûna hemû tişt û bûyeran e. Sed sal bijî çi û bîst sal bijî çi? Jiyana me ji xincê xûy û hînbûnî ne tiştek e. Lewma em nikarin ji nişke ve jê bifilîtin. Heger tiştek ji bingehê ve (bi temamî) neyê bi dest xistin, qet nebe hinek jê birewînin. Em nikarin wadeya amrên xwe dirêj kin lê em dikarin qadên nû ên jiyanê ji xwe re biafrînin. Lê çawa? Bi min kujerê jiyana me xewn e. Û çawa ku rezvan, darên daristanan dibirin an dişewtînin û jê cihên nû ên rezan çêdikin... Em jî dikarin ji xewnan demên nû birewînin û jiyana xwe piçekî berfirehtir bikin. We çareseriya min eciband an na? -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
