To: 
From: [email protected]
Date: Sun, 23 Jun 2013 09:08:07 +0000
Subject: [Diyarbekir] Ynt : Murad Ciwan Kurdên Rojava dereng dimînin

 
Birayê Delal,
Spas ji bo rexne û pêşnîyarên te. 
Lê, PYD nahêle ku hêzen çekdarên netewî giredayî Desteya Bilind bi keve 
rojhilat.
Kak Mesut PYD rexne kir. Rewşenbîrên Kurdan bê deng man.Ew çi axmaxîye.
Divê em, li ser navê Kurdan awa buyî partî û hêzên girêdayî îstîxbaratên 
dijminan her daim bînîn ber çawan.
Wek PYD,PKK
Em, bi lez, hawar ji Kak Mesut bixwasin.
Silawên germ.
Sacit Güneş
--------------------------------------
Değerli Kardeşim,
Eleştiri ve önerilerin için teşekkürler.
Fakat, PYD, Desteya Bılında bağlı ulusal silahlı güçlerin rojavaya girmesini 
engelliyor.
Kak Mesut, PYD'yi kınadı. Kürt aydınları sessiz kaldı.Bu ne ahmaklıktır.
Düşman istihbarat örgütlerinin kurdurduğu parti ve güçleri her zaman göz önünde 
bulundurmalıyız.
PYD, PKK gibi.
Acilen Kak Mesut'tan yardım istemeliyiz.
İçten selamlar.
Sacit Güneş 



> To: 
> From: [email protected]
> Date: Sun, 23 Jun 2013 09:31:26 +0200
> Subject: [Diyarbekir] Murad Ciwan Kurdên Rojava dereng dimînin
> 
> Kurdên Rojava dereng dimînin
> (Divê kurdên Rojava çi bikin):
> 
> Kurdên Rojava dereng dimînin
> 
> Civaka navneteweyî li ser pirsa rejima Sûriyeyê her çendî pirrdengî û 
> dijberiyên xwe biparêze jî gihîştiye wê qonaxê ku hukumeta Beşar Esed îdî ê 
> derengtirîn heta hilbijartina serokdewletiya Sûriyeyê a 2014-ê biçe.
> 
> Piştî biryara Amerîkayê û Ewropayê ya çekdarkirina hêzên mixalif bi çekên 
> tankşikên û balafirşikên, muhtemelen umrê desthilata Esed ji salekê jî kêmtir 
> maye.
> 
> Esas dihat payin ku rejim berî serê sala çûyî hilweşe. Rusya, Çîn, Îran û 
> piştgirên din; wan ji alî exlaqî ve jî nema dikarî barê rejima xwînrêj a 
> qirêjli raya giştî ya cîhanî hilgire. Lê qetlîam û hovîtiyên hêzên terorîst 
> ên ku bi navê radîkaliya Îslamê tevgeriyan hişt ku Rojava li gel Rusyayê 
> nêzîk bibe û çavê xwe li rejima Esed bigire da ew karibe hin derbeyên ciddî 
> li van hêzên xeterhên bixe. 
> 
> Di wê navberê de wan ji bo tecrîdkirin û pûçkirina van hêzan, mixalefet jî ji 
> nuh ve organîze kir û nuha biryar daye ku bêyî têkeve destên radîkalan ew 
> mixalefetê çekdar bikin.
> 
> Xelkê Suriyeyê ji xwe ji mêj ve di bin bombranên balafir û fuzeyên rejimê de 
> bi hesret li benda piştigiriyeka wiha bû.
> 
> Nexwe starta hilweşandina rejimê destpêkir.
> Esed û taxima xwe ê biçin, Rusya û yên li gel wê nikarin wê rawestînin ew 
> tenê dikarin ji bo berjewendiyên xwe têkevin nav bazaran.
> 
> Lê Rojava di wê mihaweleyê de ye ku berpirs û nunerên desthilata dîktatoriyê 
> biçin û bi awayekî mekanîzmaya dewleta berê; ordu, asayiş, muxaberat û 
> dezgeyên mayîn bimînin; ew di halê herî geşbîn de bi unsurên etnîsîte, dîn û 
> mezhebên cuda bên dagirtin. Xwdêgiravî civaka navneteweyî ji tecrubeya Iraqê 
> dersan werdigire. Li wê derê ordu, burokrasî û îstîxbarata Saddam hatibû 
> hilweşandin u qedexekirin.
> 
> Helbet dewletên mezin xwe, hê rasttir gelên Rojhilata navîn bi safsatayên 
> wiha dixapînin. Ya ku şerê navxwe yê li Iraqê ê navbera ereban piştî 
> referandumeka destûrê û çar hilbijartinên giştî û herêmî hê jî dide domandin, 
> ne tasfiyekirina mekanîzmaya dewleta Sadam bû, lê parvenekirina îdara Iraqê 
> di navbera şîe, sune û kurdan de li ser esasekî federalî ya sê alî bû.
> 
> Îro li Sûriyeyê eger sîstemeka ne-merkezî ya federalî neyê dîtin ku kurd, 
> elewî, durzî, xiristiyan û erebên sune xwe di nav de di ewleyiyê de bbînin, 
> Beşar ji desthelatê biçe jî ê şerê kavilker ê navbera etnîsîteyan, dînan û 
> mezheban bi salan tevî gelek hilbijartinan jî berdewam bike; bi dehan salan 
> bajar ê kavil bimînin, bi milyonan penaber ê nikaribin vegerin warên xwe û 
> hin welatiyên din bên qetilkirin yan penaber kirin.
> 
> Ji alî din ve, diyar e ê konferansên navneteweyî bilezûbez lidarkevin, 
> mihaweleyên ku hemû mixalefet li cihekî bigihên hev û rêk bikevin himbiztir 
> bibin. Berî dawiya salê ê hukmeteka mueqet a hemû pêkhateyan ava bibe. 
> Piştgiriya maddî û çekdarî a civaka navneteweyî ê ji bo mixalefetê zêdetir 
> bibe.
> 
> Kurdên Rojava, di vê rewşa kambax de israr bikin diyar e, dikarin di hemla 
> lezûbezandina qonaxa nuh de dereng bimînin. Sedemek eger ew be ku hêzên 
> mixalif ên ereb ne amade ne mafên gelê kurd qebûl bikin jî ya din kurd bi xwe 
> ne. Ew hê hevdu qebûl nakin, di warê statuya Rojava û îdareya sîyasî, eskerî 
> û burokrasî ya wê de nelihevhatî ne. Wiha dewam bike ew dikarin hem ji nav 
> cepheya giştî a Sûriyeyê hem ji beşdariya hukumeteka mueqet a Şamê, hem jî ji 
> alîkarî û piştgiriya navneteweyî bêpar bimînin.
> 
> A xerab ku rejima Esed hilweşe, bi navê îdarekirin û ewleyiya welat, 
> mixalefeta îro ku ê bibe desthilata sibê û Orduya Suriyeya Azad dikarin berê 
> xwe bidin kurdan ku çekên xwe deynin, îdareyên hemû bajar û deverên kurdan 
> teslîmî wan bikin.
> 
> Yan kurd ê serî li vê bitewînin, paçika hustuyê xwe bixwirînin û vegerin 
> malên xwe, yan jî li gel desthilata nuh a Şamê a ku hemû civaka navneteweyî 
> li pişt wê ye têkevin şerekî tecrîdbûyî yê kavilker, wek hêzên dijî şoreşa 
> Sûriyeyê bên demxekirin.
> 
> Heta nuha, tevî hemû dijwariyan, kurd hê neketine şerê esasî, divê kurd 
> bibînin ku rojên reştir û tarîtir gava Beşar bikeve û desthilateka nuh were 
> Şamê ê bi ser wan de bê.Ev muqqader e, madem mixalefeta ereb mafê rewa yê 
> kurdan qebûl nake zû an dereng ê ew û kurd bên hemberî hev. Kurd çend behsa 
> mafên xwe yên rewa bikin jî nikarin ji vê birevin. Lê gelo gava ew rojên reş 
> û tarî bi ser wan de hatin, kurd ê amade bin ku pêşwaziyê li wan bikin û li 
> ber xwe bidin? Ev girêdayî ye ku îro ew çend bi hev re xwe rêk dixin, çend 
> hedefên xwe yên ji bo statuyeka kurdan dikin yek reng û yek deng û hemû 
> alternatîfên din didin aliyekî, ew çend statuyeka îdarî ya demokratîk ya 
> pirpêkhateyî, pirrpartîtî ya parlamenterî ya bi medya û fikrên azad, ya bi 
> avakirina burokrasiyeka ne siyasî ya ji hemû partiyan serbixwe ava dikin.
> 
> Ya ferz, divê ew ji nuha ve ne ku hêzên yekîneyên gerîlla yên ser bi vê an wê 
> partiyê ve, lê orduyeka serbixwe ya ji 70-100 hezarî pêkhatî a xwedan beşên 
> operasyonên cuda û şiyana parastina li hemberî balafir û tankan ava bikin; 
> dest deynin ser îdareyên hemû bajar û deveran, dewleteka federe a ser bi 
> Suriyeyeka demokratîk a federal pêkhatî defkto deynin (ne lazim e ku îlan 
> bikin). Divê ew xwe wiha de fakto rêkbixin li ser axa Rojava û hemû gel wiha 
> seferber bikin ku desthilata nuh a Şamê ne ku tenê ji ber guh dide daxwazên 
> kurdan ê demokratîk, lê ji ber cesaretnekirina êrîşeka ser wan statuya federe 
> a kurdan qebûl bike.
> 
> Divê kurd hemû van amadeyiyan ji nuha ve bilezûbez bikin, kîjan mixalefet yan 
> kîjan dewlet çi dibêje bila bibêje guh nedinê. Piştî ku riyeka wiha dan 
> berxwe, kurd dikarin bêyî ku ereb kurdan û statuya wan qebûl bike, tenê li 
> ser esasê hilweşandina rejimê û beşdarîkirina di hukumeta mueqet a Şamê de li 
> gel mixalefetê lihev bike. Ne şert e ji bo ku mixalefet kurdan qebûl nake 
> kurd ji van platformên giring dûr bikevin. Bileks divê têkevinê, rolên giring 
> bistînin, lê bi hev re li ser navê Desteya Bilind a Kurd. Divê kurd ji ber ku 
> ereb vî yan wî heqê kurdan qebûlnakin xwe ji piştgiriya maddî, çekdarî, 
> siyasî dîplomasî a civaka navneteweyî bêpar nehêlin. Ew çekên balafirşikên û 
> tankşikên divê têkevin destên kurdan jî. Îdî roj hatiye ku tiştê ereb qebûl 
> nakin kurd bi xwe bi hev re de fakto ava bikin. 
> 
> Kurdên Rojava divê ji tecrubeyeka Kurdistana Başûr dersê werbigirin. Hema 
> hema her tiştê Kurdên Başûr ji ber yekîtiya wan serkeftî çû, lê ji bo ku wan 
> nekarî yekîtiya xwe li ser esasê dezgehên millî ên dûr ji partîtiyê ava 
> bikin, ew hê jî xwedanê gelek zeefa ne û ev zeef hergav sere wan diêşînin, di 
> paşerojê de dikare bibe zerareka mezin jî. Tê gotin ku Başûr rizgar buye; 
> belê beşek jê rizgar buye û destkeftinên mezin bidest ketine, lê hê Kerkuk, 
> Mûsil û Xaneqîn nehatine ser Herêma Federe. Heta bi hilweşiyana rejima Saddam 
> ger em bêjin Kurdistana Başûr bi xwe buye çar perçe; Qendil û devera sînor a 
> di bin desthilata PKK-ê de, du-pareyiya di bin desthilatên YNK û PDKê de, û 
> ji %40 axa Başûr a vederkirî rû dane ê ne şaş be.
> 
> Rojavayî divê vê zeafa Başûr bibînin, dersê jê werbigirin, ji nuha ve ji 
> delva çekdar, asayiş, îstîxbarat, maliye û îdreyên ser bi partiyan, ew 
> dezgehên millî demokrtîk avabikin. Yan na dikare Kurdistana Cizîrê, ya 
> Kobaniyê û ya Efrînê ava bibe, yan hê xerabtir; Kurdistana Rojava qet ava 
> nabe.
> 
> https://www.facebook.com/murad.ciwan/posts/10200553033960640
> 
> 
> --
> Mûrad Ciwan
> --
> 
> 
> 
> ------------------------------------
> 
> Diyarbakır Cezaevi Muze Olsun diyorsanız, lutfen, 
> http://www.istanbulist.net/bilesenler/haberler/haber.php?haber_no=2423 
> linkine girip bir imza da siz verin ve bu linki imza vermek isteyen 
> dostlarınızla da paylaşın.
> 
> Kardeş Sitemiz:
> 
> http://diyarbakirgrubu.blogspot.com 
> 
> "Seni baharmışın gibi düşünüyorum, Seni Diyarbekir gibi.."
> Grubumuzdan , dostlarınıza bahsedip, üye olmalarını önerdiniz mi? 
> 
> Gruptaki yazilarin sorumlulugu ilgili yazinin
> yazarina aittir. Grup yoneticileri ve diger uyeler
> sorumlu tutulamazlar.
> 
> Gruba üye olmak için: [email protected] a boş bir mail
> atılacak.Akabinde Yahoo dan gelen cevaba bir işlem yapılmadan iade 
> edilecek.Böylece Üyelik Tamam.Üye olmayı başaramayanlar 
> [email protected] adresine yazmaları halinde kendilerine yardımcı 
> olunur.
> 
> Gruba mesaj göndermek için: [email protected] adresine mail 
> atabilirsiniz.
> Yahoo! Groups Links
> 
> To visit your group on the web, go to:
> http://groups.yahoo.com/group/Diyarbekir/
> 
> Your email settings:
> Individual Email | Traditional
> 
> To change settings online go to:
> http://groups.yahoo.com/group/Diyarbekir/join
> (Yahoo! ID required)
> 
> To change settings via email:
> [email protected] 
> [email protected]
> 
> To unsubscribe from this group, send an email to:
> [email protected]
> 
> Your use of Yahoo! Groups is subject to:
> http://docs.yahoo.com/info/terms/
> 



__._,_.___

Diyarbakır Cezaevi Muze Olsun diyorsanız, lutfen,  
http://www.istanbulist.net/bilesenler/haberler/haber.php?haber_no=2423    
linkine  girip bir imza da siz verin ve bu linki imza vermek isteyen 
dostlarınızla da paylaşın.

Kardeş Sitemiz:

http://diyarbakirgrubu.blogspot.com 

"Seni baharmışın gibi düşünüyorum, Seni Diyarbekir gibi.."
Grubumuzdan , dostlarınıza bahsedip, üye olmalarını önerdiniz mi? 

Gruptaki yazilarin sorumlulugu ilgili yazinin
yazarina aittir. Grup yoneticileri ve diger uyeler
sorumlu tutulamazlar.

Gruba üye olmak için: [email protected] a boş bir mail
atılacak.Akabinde Yahoo dan gelen cevaba bir işlem yapılmadan iade 
edilecek.Böylece Üyelik Tamam.Üye olmayı başaramayanlar 
[email protected] adresine yazmaları halinde kendilerine yardımcı olunur.

Gruba  mesaj göndermek için: [email protected] adresine mail 
atabilirsiniz.


 


Your email settings: Individual Email|Traditional 
Change settings via the Web (Yahoo! ID required) 
Change settings via email: Switch delivery to Daily Digest | Switch to Fully 
Featured 
Visit Your Group | Yahoo! Groups Terms of Use | Unsubscribe 


__,_._,___                                        

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.


Cevap