ji nû ve merheba
min dît ku di derbarê konferansê de deng ji kesekê derneket :)
li ser wê çend nêrînên xwe parve bikim, da ku em dikarîbin bi rehetî
bibêjin li yordamê
hessasiyetek heye ser rojeva Kurdistanê. belkî mamoste Reha şîroveyek bike
û em ji
bifikirin :)
* dema peyama Apo hate xwendin, nîvê mirovên salonê xwe kuşt ji çepikê
* jinên DÖK ( demokratik özgür kadin hareketi ) û Komeleya Kardelenê - ku
her du jî
xwe femînîst îlan dikin - em rexne kirin. ji ber ku me kincin gelerî li
xwe nekirîbû. lê ji
xwe nepirsiyan " belî me cilin xweş li xwe kiriye, lê belê em çima bi
tirkî diaxivin
porkora porkor? "
* li salonê herî balkêş em - jinên bi tesettur - û papazê suryaniya bû :)
ew jî bi kincin
xwe yen ayînê hatibû û em bi hevre bûn nîşana yekîtîya pirrengiya gelên
bakûrê
Kurdistanê :)
* dema ku Beşikçi dîsa behsa nivîskar-lekolîner-gerok î.Sediyanî kir,
hindik mabû birêz
S. jixwe biçûya :) ji xwe cara din li konferansek, cîvînek û hwd. çi bibe
bi îznî Xwedayê
Gewre û Dîlovan ez li cem kî rudinim dîqqat bikim :)
* hevalekê me bi navê Kurdî-der hatibû ku tera xwe heyranê "serokatiya" xwe
ye. min
got: " yaw ev çiye? mirovên we pirî bi tirkî peyivîn, îmanê me çû. ji xwe
ev pirsgirêka
we ji "serokê" destpê dike. got: heval qet dey neke, O.Baydemîr çawa
diaxive? min
got: çawê wî xwaro! çawa! got: ew xwendekarê min e :)
ji bilî her tiştî tecrubeyekê baş bû ji bo min, me, (Azadî) û ji bo
kurdên bakûrê
Kurdistanê
--
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
---
You received this message because you are subscribed to the Google Groups
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.