Birayê Delal, Demokrasi, sedî set pêkanina anjî karanîna Huquqa gerdunîye. (Huquqa navnetewî) Yanî, welatekî de çıqas erkê huquqa gerdunî pêk ware, ev welat ewqas demokratîke. Pîwan ewe. Huqmeta AK partî di vî warîda pir dereng dimîne. Bi rêbazên (şêveye) demokratik gelo em çibikin bila dereng nemînin? Em lêgerîna wê bikin. Slavên germ. Sacit Güneş
Değerli Kardeş, Demokrasi,yüzde yüz Evrensel Hukukun uygulanmasıdır. Yani,bir ülkede Evrensel Hukuk ne kadar uygulanıyorsa, o ülke o kadar demokratiktir. Ölçü budur. AK Parti Hükümeti bu alanda çok geç kalıyor. Demokratik yöntemlerle geç kalmamaları için ne yapabiliriz? Biz bunun arayışında olalım. İçten selamlar. Sacit Güneş To: [email protected] From: [email protected] Date: Tue, 9 Jul 2013 12:04:57 +0200 Subject: [Diyarbekir] Murad Ciwan: Sindoqa hilbijartinan "eşhed"a demokrasiyê ye, lê... MÛRAD CİWAN Sindoqa hilbijartinan "eşhed"a demokrasiyê ye, lê... Hatina ser desthilatê bi riya sindoqên hilbijartinan wek eşheda (kelîmeya şehadetê) ya îslambûyinê ye. Çawa ji bo ku meriv bibe misliman (îslam) divê meriv eşheda xwe bîne, ji bo ku welatek demokrat be, divê beri her tiştî lê desthilat ne bi darê zorê, bi riya hilbijartinan bê guherîn. Lê şertê îslamê ne tenê eşhed e, çarên din jî hene; rojî, nimêj, hec û zekat. Gava meriv yekî ji van 5 şertan înkar bike jî dibe kafir û bi cîbicînekirina yekî ji van şertan dibe gunehker. Misilmanekî ku tenê eşheda xwe bîne û şertên din bicîneke, gunehan dike, di nav misilmanan de meqbûl û tekkûz nayê dîtin. Hetta baweriyeka wiha heye yê ku her çar ferzên din cîbicî neke gav bi gav guman dikeve ser îman û eşheda wî jî. Demokrasî jî ji bilî sindoqên hilbijartinan hin şertên din ferz dike, hiqûqiyet û edalet, şefafiyet, eşkereyî, serbestî, misogerkirina maf û azadiyên takekesî û kollektîfî yên welatiyan, misogerkirina maf û azadiyên etnîkî, dînî, mezhebî, çînî û cinsî; qebûlkirina jiyana pirr-rengî û pirr-dengî ya civakê... Yekî ku tenê baweriya xwe bi desthilata pirraniya ku ji sindoqan derdikeve bîne û guh nede şertên demokrasiyê yên din dibe demokratekî wek misilmanê ku eşheda xwe bîne, lê nimêj neke, rojî negire, zekatê nede û neçe hecê. Wekî din gelek muhîm e ku sindoqên hilbijartinan di warekî serbest û azad de bên danîn, wesayet li ser sîstemê tunebe, azadiya siyasî û fikrî, pirr-partîtî û hilbijarinên bêhîle hebin, her partî û berbijêr di şertên wek hev de tevî hilbijartinan bibin. Bendên hilbijartinan ne wiha bin ku rê li ber hin çînan, gelan an mînorîteyan bigirin. Sindoqên hilbijartinan divê ne wek eşhedanîna fileyê(ermeniyê) ku Eloyê kurd bi kalanê xwe li ser dilê wî bû. Çîrokeka meşhûr e, dibêjin di dema terqa fila de kurdên misilman jî tevî kuştinan bûbûn. Eloyê kurd jî rakir kalanê xwe û derket derva, nêçîra filan. Hema rastî Xaçoyê hevalê xwe hat; wî bikuje nabe, nekuje nabe. Bazda ket ser dilê Xaço dest xist qirikê, rakir kalanê xwe li ser serê wî libakir û got: "Lawo Xaço zû eşheda xwe bîne, yan na ez ê te bikujim". Xaço nihêrt ku Eloyê kurd heneka nake, ji bêçaretî got: "Baş e Elo ez ê eşheda xwe bînim, lê ez nizanim. De ka bêje ez jî li pey te tekrar bikim." Elo devê xwe vekir, lê dev vekirî ma. Ew çi bû gidî, Elo jî nizanibû eşheda xwe bîne. Kir nekir nebû, bi hêrs got: "De hema bêje ez jî wek Eloyê kurd, ez jî wek Eloyê kurd." Hilbijartineka wek eşhedanîna Xaço û Elo jî helbet nikare bibe hilbijartineka serbest a demokratîk, bendavên ji %10-ê, hela hilbijartinên Beesa Sûriyeyê jî ên sindoqa ne, lê wek zordariya Elo ne. Pişt re hatina ser desthilatê bi riya sindoqên hilbijartinên serbest divê hiqûqiyeta xwe wenda neke, li hember mixalefetê dest bi riyên ne şer'î neke, rê negire ku welatî daxwaza heq û hiqûqê xwe bikin, hela hela dest bi şidddeta li hemberê welatiyan neke, hîle û pîlan neke ku bi hilbijartinan jî dev ji desthilatê bernede. Berî Şerê Cîhanê ê Duduyê li Îtalyayê hukumeta faşîşt a Musolînî û li Almanyayê hukumeta Nazîst a Hitler bi hilbijartinan hatin desthilatê, lê pişt re wan red kir ku ew bi hilbijartinan dakevin, gav bi gav mafên welatiyan hilanîn, êrîşî welatiyên ne wek xwe kirin, şerên derve û hundurîn derxistin, welê lê hat ku Herba Cîhanê a Duyê derket û ew di encama şerekî navneteweyî de bi darê zorê hatin xistin, hatin kuştin, mahkemekirin û cezakirin, hetta partiyên wan û tevgerên wan hatin qedexekirin. Loma jî mesela hatina bi riya sindoqan divê di hemî van çerçeweyan û perspektîfan de bê nirxandin, nabe em xwe hişk bi eşeda bênimêjekî bigirin. https://www.facebook.com/murad.ciwan/posts/10200643451621025 … __._,_.___ Diyarbak�r Cezaevi Muze Olsun diyorsan�z, lutfen, http://www.istanbulist.net/bilesenler/haberler/haber.php?haber_no=2423 linkine girip bir imza da siz verin ve bu linki imza vermek isteyen dostlar�n�zla da payla��n. Karde� Sitemiz: http://diyarbakirgrubu.blogspot.com "Seni baharm���n gibi d���n�yorum, Seni Diyarbekir gibi.." Grubumuzdan , dostlar�n�za bahsedip, �ye olmalar�n� �nerdiniz mi? Gruptaki yazilarin sorumlulugu ilgili yazinin yazarina aittir. Grup yoneticileri ve diger uyeler sorumlu tutulamazlar. Gruba �ye olmak i�in: [email protected] a bo� bir mail at�lacak.Akabinde Yahoo dan gelen cevaba bir i�lem yap�lmadan iade edilecek.B�ylece �yelik Tamam.�ye olmay� ba�aramayanlar [email protected] adresine yazmalar� halinde kendilerine yard�mc� olunur. Gruba mesaj g�ndermek i�in: [email protected] adresine mail atabilirsiniz. Your email settings: Individual Email|Traditional Change settings via the Web (Yahoo! ID required) Change settings via email: Switch delivery to Daily Digest | Switch to Fully Featured Visit Your Group | Yahoo! Groups Terms of Use | Unsubscribe __,_._,___ -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
