*Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê*CIZÎRA BOTAN, 8/11 2013 -- Peyva "aşûreyê" ji
erebiyê tê û wateya wê deh e, ango hejmara dehê ye. Li gorî salmaneya koçî
dehê meha muherremê di gelek baweriyan de bi awayên cur be cur tê pîroz
kirin.

Li navenda Cizîra Botan jî kevneşopiyeke aşûrayê heye. Bes weke xeletê
meşhûr ji "aşûrayê" re "aşîran" tê gotin. Li Cizîrê aşîran tê pîroz kirin.
Bes bi qasî ko ez dizanim li herêma Botan tenê li navenda Cizîrê aşîran
heye. Lê belê di aşîrana Cizîrê de heta van demên dawî jî xwarin, vexwarin
tune bû; tenê gera malan û duaxwestina bo mexsed û muradê hebû.

Pîrozkirina aşûrayê ji serê meha muheremê dest pê dike. Serê pêşî zarok
digerin. Zarok ji bo ko neyên nas kirin çarikê li xwe dikin yan jî mexmelê
tavêjin ser serê xwe û mal bi mal digerin. Tên ber deriyê malê û bêdeng
disekinin. Eger bizanibin ko haya xwediyê malê ji wan çênebûye yan ew
nedîtine, ji boyî ko wan haydar bikin hêdîka lingê xwe li erdê didin. Eger
dîsa jî haya xwediyê malê ji wan çênebibe vê carê hêdîka di ber xwe de holê
dibêjin "aşîran in", "aşîran hatine."

Xwediyê malê şekir yan çeqolat yan jî tiştekê dide wan. Ji xwe beriya hingê
amadeyî dihat kirin. Eger xwediyê malê nexwaze tiştekê bide wan yan jî
tişteke ko bide wan di malê de tunebe, ji wan re holê dua dikin: "Xwedê
miradê hewe bike!" Ew jî mecbûr dibin ko dest-vale vegerin.

Piştî ko bû nehê meha muheremê hingê aşîrana rastî dest pê dike. Roja
berîya aşîranê, roja aşîranê û roja piştî aşîranê, ango roja neh û deh û
yazdehê muheremê ev rojên aşîranê ên heqîqî ne. Bes şeva dehê mehê ko jê re
"Şeva Mamê Kerr" tê gotin wek navenda aşûranê tê qebûl kirin. Ger wê şevê
bêhtir tê kirin.

Hetanî hingê zarok tenê digerin, bes piştî nehê û pê de îca jin jî digerin.
Welê tê bawer kirin ko yê wê şevê here mala yekî û yên wê malê jê re duayan
bikin ew dua tên qebûl kirin.

Jinên ko murad û mexsedeke wan hene, ango kul û kedera wan zarokek e yan
selametiya nexweşiyekê ye; qîzên ko dixwazin deriyeke zewacê li ber wan
vebe çavên wan li hatina aşûranê ye. Di wan hersê rojên dawî de jin û qîz
digihin hevudin û mal bi mal digerin. Bes taybetmendiyeke wê gerê heye.
Divê teqez herin heft malên ko di nav ferdên wê de navekî Muhemed heyî.

Piştî ko jinên aşîranê hatin ber deriyê mâlê jineke malê dest diavêje
tiştên ko bide wan û diçe pêşwaziya wan dike. Şekirê çayê, çeqolat, bindeq,
fisteq... dide wan û ji wan re holê dua dike: "Xwedê murad û mexseda hewe
bike." Eger ew qîzeke ko murad û mexseda wê zewac be di bin çarika xwe de
destê xwe dirêj dike û distîne. Lê dema distîne jî daku neyêt nas kirin
destê xwe rût nake.

Eger ew jin mexseda wê zarokek be wê demê kar tê guherîn. Wan tiştên ko
xwediyê malê jê re anîne nastîne û hêdîka jê re holê dibêje: "Ji min re
hêkê bîne." Lewra welê tê bawer kirin ji bo ko duaya wan a çêbûna zarokê
qebûl bibe divê xwediyê malê hêkekê yan dudo-sisêyan bidiyê. Dema welê
dibêje jina xwediya malê haya wê jê çêdibe ko daxwaza wê zarok e. Hema diçe
jê re hêkê/hêkan tîne.

Her çiqas gera aşîranê xasî jin û qîzikan jî be, bes carînan lawik jî ji bo
ko hin tiştên xwarinê bi dest bixin çarik yan jî mexmelê li xwe dikin û ew
jî digerin. Ji ber ko pêçayîne nayên nas kirin, lê belê hin hene ji qelqa
wan, ji hereketên wan wan nas dikin. Dema nas dikin jî li wan dikin hêle
hêle û wan dihetikînin.

Mixabin di salên dawî de ev kevneşopiya me jî ketiye bin bandora tirkan de
û kevneşopiya wan a aşûreyê tevlî ya me bûye. Ji ber wê çendê tama wê ya
kurdewar nemaye.
-----------------------------------Nivîskar: *ABDULKADIR BÎNGOL
[email protected]* <[email protected]>

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.

Cevap