*Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya "Xelqo! Li min kin şîretê!"*CIZÎRA BOTAN, 24/1 2014 -- Mewlana Cizîrî yek ji wan lehengên herî mezin û hêja yê edebiyata kurdî ye. Dîwana wî ya pîroz her demê li ser devê evîndaran e. Bes heyf û mixabin hejmara yên ji dîwana wî, ji wan heqîqetên ko di dîwana wî de ne fêm bikin gelek hindik in. Eger ji wan were pirsiyar kirin, wê bibêjin ko di dîwanê de peyvên biyanî, ango yên erebî û farisî tê de hene, lewma ew jê fêm nakin.
Ji ber wê çendê min xwest ko carcaran ez qesîdeyeke wî digel şîroveya wê pêşkêşî xwîneran bikim. Îro min qesîdeya wî ya "Xelqo! Li min kin şîretê!" bijart. Piştî her çarînekê şîroveya wê heye. Di dawiyê nivîsê de jî derbarê peyvên biyanî yên di qesîdeyê de derrbas dibin ferhengokek heye. Xelqo! Li min kin şîretê Ew dilbera zerrîn-kemer Min dî di halê xefletê Hat der ji bircê wek qemer Şîrove: Ey milet! Ricaya min ji we ewe ko hûn werîn şîretekê li min bikîn. Hewceyiya min bi şîretê heye. Lewra îro ji nişka ve û hay jixwe neyî min ew dilbera ko kemera wê zêrîn e dît. Min dît ko ew dilber ji bircê derdikeve. Bi wî rûyê xwe yê ko wek heyîvê ronahî jê diçe ve... Dema min ev rewş dît ez şewişîm. Vê gavê ez ji ber wê dîtina jinişka ve pir bêhal im. Deka îca werin şîretekê li min bikin ka ez çawa karibim xwe li ser lingan bigrim. Hat der ji birc û penceran Dil girt û da ber xenceran Ev reng e halê dilberan Lew 'aşiqan xwîn bûn ceger Belê ew dilber ji birc û pencereyan derket û berê xwe da min ango evîndarê xwe. Bi wê bedewiya xwe ya nuwaze destê xwe avêt dilê min û da ber ber xenceran. Dilê min ji ber wan xenceran bû perçe perçe, xwîn jê herikî. Dema xencer li dilê min dida, bi qasî serê nûnê rehm û şefqet di dilê wê de nebû. Jixwe edeteke van dilberan heye ko dema evîndarê xwe dibînin bi hemû hêza xwe ya bedewî û naz û delaliyan ve êrîşî wan dikin. Muameleya wan a bi evîndarên wan re li ser dilhişkî û bêdilovaniyê ye. Ji ber wê çendê ye cegera wan her demê bixwîn e. Qelb û ceger min bûne xwîn Lewra ko nû der bûn birîn Ey can were halim bibîn Wer rûh ji qalib bête der Dil û cegera min tev mane di nav xwînê de. Ji ber ko ew birînên ko berê tê de bûn ji nû ve der bûn. Xwînê her derê wan girtiye. Dilbera min! Ey ruhê min! De were, tu bi çavê xwe li halê min binêre, da tu zanibî ka ez ji ber evîna te di çi halî de me. Dibe ko dema tu bêyî min di vî halî de bibînî, ew hatina te bibe sedema derketina giyanê min a ji cesedî, ango bibe sedema mirina min jî. Eger wusa jî be qet ne girîng e. Canê min er bê ser cesed Mizgîn bi afaqan resed 'Alem hemî pê bin hesed Insan û cinn û caniwer Eger canê min ango hebîba min daxwaza min a "dîtina halê min" qebûl bike û were ser vî laşê min ê ji ber evîna wê û ji ber hesreta wê ketî halê mirinê, wê demê ev xeber wê li çar aliyê dinyayê bigere. Wê haya her kesî jê çêbibe ko dilbera min hatiye serdana min. Wê demê neku însan û cin tenê, hema bêje çiqas candarên di gerdûnê de hene hemû tevda wê ji vê hatina wê bihesidin. 'Alem hemî têk bûne sef Sey'rîn li şahê min bi xef Hatin temaşa çar teref Şatir xumar tayên di ber Ji çar aliyên dinyayê ango çiqas ferdên di vê alemê de hene, hemûyan tevda xwe kirine rêz û hatine pêşwaziya sultana min, ango dilbera min daku ji nêz ve li husna wê ya ecêb û huner temaşe bikin. Ew dilbera min a çavên wê mîna çavên serxweş û mestan û elwan û eşkalên xemlan pê ve heyîn. Bes ev temaşe bi awayekî xef û nihînî pêk tê, daku sultana min di pişt perdeyê de fihêt nebe. Hat padişahê pir sipah Qamet elif dêm şubhê mah Dad û meded sed ah û ah Zulf û 'eqarib têne ser Padîşeha min, ango dilbera min hat. Digel da artêşek ji evîndarê xwe ve. Bejn û bala wê zirav û rast mîna tîpa elîfê, rûyê wê yê bimbarik mîna heyva çardeh şevî ronahî jê diçû. Hawar û sed hawar ji ber vê bedewiya ecêb! Ey milet! Bi Xwedê kî hûn werin alîkariya min bikin ko ez karibim li hember vê husna holê zêde xwe rabigrim û nemirim. Lê çi heyf û mixabin bîskên wê yên wek dûpişkan xwe berdane ser wî rûyê delal. Tirsa min ew tirs e ko pê ve bidin. Gestî me xelqo 'eqrebê Mest im ji şewqa xebxebê Tali' tinê mi d'kewkebê Îro 'eqarib têne der Xelkino! Vêya zanibin zulfa dilberê ya mîna dûvikê dûpişkê ye, biminvedaye. Jehra xwe hemû xistiye laşê min de. Herweha ez ji ber şewqa xebxebê, ango wî goştê ko di qirika wê de ketî ser hev ez mest û serxweş kirime. Di nav evqas aşiqan de tali û bextê min tenê li ser stêra dûpişkê derket. Ango biska dilberê ya mîna dûpişkê. Îro 'eqarib hate xwar Çû nêv-i baxê gul'izar Ew buxçeya her lê bihar Lew bilbilan lê qal û şer Ev dûpişk îro hatin xwarê. Ango zulf û biskên dilberê yên mîna dûpişkan in xwe berdan xwarê. Heta gihîştin ser dêma/hinarokê rûyê wê yên wekî bexçeyê gulan. Ew bexçe bexçeyek welê ye ko her demên salên bihar e, rewşa biharê jê kêm nabe. Her demê tejî tê de gulên sor û bêhnxweş in. Ji ber wê çendê ye ko evîndarê husna wî rûyî û wê bexçeyê li ser da şerî dikin û li ser de dinalin û dikalin. Bê hed ji dil nalî û keyb Di ew buxçeya ridwanê xeyb Van naliyan nînin çu 'eyb Sohtîne em dil bû seqer Ji dilê min nalîn û kalînên bêhed û hesab derdikevin. Dîsa di dilê min xemeke zêde heye. Ev nalîn û ev xema hanê wê demê çêdibin wê dema ko ez li rûyê dilbera ko di husn û cemala xwe de dişibihe Biheşta Ridwanê xeybê. Ev jî heye bila ti kes ji ber van nalîn û kalînan min şermezar neke, lewra di dilê min min de agireke mîna agirê Dozexa Seqerê heye û ez tê de dişewitim û diperitim. Sotin li min cerg û hinav Werdên di hûr girtî xwinav Zulf hate ser lê kir bilav Bayê nesîm weqtê seher Ax ew dêmên sor, ko di sorbûn û bêhnxweşiyên xwe de mîna gulên welatê Cûrê ne! Serê sibehê xunavek ketiye ser de. Belê wan dêmên sor cerg û hinavê min sotin, peritandin. Sedema wê jî ew bû ko derfeta min nîne ko ez bigihîjim wan dêman û mirada min bi wan hasil bibe. Bayê nesîm di dema seherê de lêda û bêhna wê belavî dinya alemê kir. Tirsim muxalif ba detê Zulfên di dora cebhetê Rakit qiyam wê sa'etê, Alem bibit zîr û zeber Tirsa min ew tirs e ku, vê carê bayê nesîm ji aliyekî dijber ve rabe û zulf û biskên li ser eniya dilberê bide hereket kirin, ew jî bibe sedem ko di vê gavê de qiyamet rabe. Û ji ber wê çendê jî alem hemû serobino bibe. Zahir dibêjim pendî gîr Da dil nedî zulfa herîr Şubhê Melê dimînî esîr Guh dêre qewlê mu'teber Aşiqo! Ez bi awayekî eşkere vê ji te re dibêjim, tu jî vê şîreta min baş têxe guhê xwe: Ew jî ev e ko zinhar zinhar tu dilê xwe bi biskên dilberan ên wek hevrîşimî ve girênede. Ango newebit tu bibî evîndar! Eger tu li vê şîreta min guhdarî nekî û dilê xwe radestî dilberan bikî, wek çawa Mela di qeyda dilberan de maye girêdayî û esîr, teqez dê tu jî bimînî esîr. Ey kesê evîndar! Vê gotina min a mu'teber û vê şîreta min a hêja guhdarî ke, da tu rehet bî. Afaq : Pirhejmara ufuqê ye, aso. Ango asoyan Canûwer: Candar, canlı Cebhet: Enî, alın Cûr: Welateke ko bi culên xwe yên spehî navdar e. Güzel gülleriyle meşhur bir şehir. Dad : Edalet Eqarib-eqreb: Dûpişk, akrep Gestî: Pêvedan-sokma Gîr: Bigire, tut Herîr: Hevrîşim, ipek Kewkeb: Stêr, yıldız Keyb: Huzin, xemgînî-Üzüntü Mah: Heyîv, ay Meded: Hawar, îmdat Pend: Şîret, öğüt Qamet: Bejn, bejn û bal, Boy Qemer: Heyîv- ay Qiyam: Qiyamet, kıyamet Resed: Biçit, gidecek (Farisî) Sipha : Artêş-Ordu Seqer: Dozex, Cehennem Şatir : Serxweş, sarhoş Tali' : Şans, Werd: Gul, gül Xebxeb: Ew goştê ko li qirikê ketî ser hevdu Xumar: Serxweş, sarhoş Zîr û zeber: Serobino, yerle bir -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
