*EMANETÊ GIRANBIHA:ZIMAN*
Ma berê ev bajêr(Êlih) wilo bû.Di her tax,sikak û quncikan de kurdî serdest bû.Dengê zarokan weke bilbila di nav bajêr de olan dida.Gelê me kurdî digrî û bi kurdî dikenî.Jin bi kurdî kar û barên xwe dikirin.Mêr bi kurdî dixebitîn.Jixwe ne hewceye ku ez qala ,pir û kalên me bikim,ew kurdologê xwezayî bûn. Wey felekê ev çi hal e.Êdî zimanê şêrîn ne serdest e.Di sikak û kolanan me de zarok bi zimanî biyanî dikenin û digrîn.Belkî ji were xerib werê lê belê ez ê bibejim:Min bêrîya sixêfên kurdî kir.Berê ku zarok şer dikirin çi xweş cêr dikirin(!) Helbet sûcê mezin ê vê dewlete hov e.Lê belê ma em bêguneh in.Ziman, xwedî giyan û can e.Gava lorîn,dia û hêvîyên dayika yan jî denge zarokan weke barana nîsanê lê neye barîn we ziwa be û mirê... Kurdên me yên welatparêz ji ber doza kurdayetîye bi dehan salan dikevin girtigehê.Temenê xwe yê herî bar û bereket di zindana de direzênin.Ev hal xireteke bêhempa ye.Lê werin li vê halê kambax meyzênin!Di heps û zindanan de disa bi zimanên biyanî diaxivin,difikirin û dinîvîsin. Wê roja ha ez çû me serdana hevalekî xwe.ji ber doza kurdayetîyê ji deh sala behtir di hepsê de mabû.Ez çûme ziyarata wî.Min meyîzand çi bibînîm.Hevalê min bi zarok û malbata xwe re bi tirkî diaxivî.Min got: -Ev çi hal e gidî.Ma tu ji xwe fihêt nakî?Wî got: -Çi bû hevalê delal? -Ka ji kerema xwe bersiva vê pirsa min bide.Gelo tu ji ber çi ketibûyî hepsê? Weke ku fam kiribû ku ez ê çi jê bipirsim.Bi şermokî: -Ez,ez ji bo mafên gelen xwe ketime girtîgehê. -Naxwe ev çi hal e lawo.Bi Xwedê ku yekî tirk werê mala te wê ji kêfa bifirê.Wê bêjê meyzênin lawo yên ku ji ber vê dozê ketine zindanê divî halî de ne.Heke yên hişyar wilo bin, Xwedê zanê bê êdî çawa ne.Hevalê min gelkî ber xwe ketibû.Hesir ji çavê wî dibarîn.Weke ku ji xewê rabû deste xwe avêt çavê xwe hesirên çavê xwe paqij kir bi kelogirî: -Wellah raste biracan.Hê em nizanin bê ji bo çi em ketine hepsê.De were li vî halê ecêb binêre.Wey xwelî li ser me yo!Min got: -Erê tiştê ku ji destê me nayê em destê xwe tavêjnê.Lê tişte ku ji destê me tê em nakin.Qe nebê, em zimanê xwe ye şêrîn di mal û sikakên xwe de biparêzin.Divê, herî peşî ,zimanê me, di mal û sikakên me de azad bibe. Dor dora xebatêye geli mirovan divê em ji vê xewa giran hişyar bibin.Zimanê me emanete û divê em li vê emanete xwedî derkevin. Bila têkilîya bav û kalên me, ji nişvên nû qut nebê.Zarok û nevîyên me bila ji vî zimanê şîrîn bêpar nemînin... Ramazan YAMAN 26/02/2014 -- Dinya guleke,behn bike u bide hevalê xwe... (Dünya bir güldür,kokla ve arkadaşına ver..) -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
