Hêja tu di sîtem û rexneyên xwe de gelek mafdarî, ez we pîroz dikim. Lê
divê em vê rastîyê jî bibînin: Rêxistin û partîyên li ser pişta Kurda dibin
xwedî cîh û xelatan tu carî qîmet nedan zimên. Di vî alî de jî divê kêmasî
bêne dîtin. Ligel silavan


2014-02-28 20:37 GMT+02:00 Ramazan Yaman <[email protected]>:

>
> *EMANETÊ GIRANBIHA:ZIMAN*
>
>
> Ma berê ev bajêr(Êlih) wilo bû.Di her tax,sikak û quncikan de kurdî
> serdest bû.Dengê zarokan weke bilbila di nav bajêr de olan dida.Gelê me
> kurdî digrî û bi kurdî dikenî.Jin bi kurdî kar û barên xwe dikirin.Mêr bi
> kurdî dixebitîn.Jixwe ne hewceye ku ez qala ,pir û kalên me bikim,ew
> kurdologê xwezayî bûn.
>
> Wey felekê ev çi hal e.Êdî zimanê şêrîn ne serdest e.Di sikak û kolanan me
> de zarok bi zimanî biyanî dikenin û digrîn.Belkî ji were xerib werê lê belê
> ez ê bibejim:Min bêrîya sixêfên kurdî kir.Berê ku zarok şer dikirin çi xweş
> cêr dikirin(!)
>
> Helbet sûcê mezin ê vê dewlete hov e.Lê belê ma em bêguneh in.Ziman, xwedî
> giyan û can e.Gava lorîn,dia û hêvîyên dayika yan jî denge zarokan weke
> barana nîsanê lê neye barîn we ziwa be û mirê...
>
> Kurdên me yên welatparêz ji ber doza kurdayetîye bi dehan salan dikevin
> girtigehê.Temenê xwe yê herî bar û bereket di zindana de direzênin.Ev hal
> xireteke bêhempa ye.Lê werin li vê halê kambax meyzênin!Di heps û zindanan
> de disa bi zimanên biyanî diaxivin,difikirin û dinîvîsin.
>
> Wê roja ha ez çû me serdana hevalekî xwe.ji ber doza kurdayetîyê ji deh
> sala behtir di hepsê de mabû.Ez çûme ziyarata wî.Min meyîzand çi
> bibînîm.Hevalê min bi zarok û malbata xwe re bi tirkî diaxivî.Min got:
>
> -Ev çi hal e gidî.Ma tu ji xwe fihêt nakî?Wî got:
>
> -Çi bû hevalê delal?
>
> -Ka ji kerema xwe bersiva vê pirsa min bide.Gelo tu ji ber çi ketibûyî
> hepsê?
>
> Weke ku fam kiribû ku ez ê çi jê bipirsim.Bi şermokî:
>
> -Ez,ez ji bo mafên gelen xwe ketime girtîgehê.
>
> -Naxwe ev çi hal e lawo.Bi Xwedê ku yekî tirk werê mala te wê ji kêfa
> bifirê.Wê bêjê meyzênin lawo yên ku ji ber vê dozê ketine zindanê divî halî
> de ne.Heke yên hişyar wilo bin, Xwedê zanê bê êdî çawa ne.Hevalê min gelkî
> ber xwe ketibû.Hesir ji çavê wî dibarîn.Weke ku ji xewê rabû deste xwe avêt
> çavê xwe hesirên çavê xwe paqij kir bi kelogirî:
>
> -Wellah raste biracan.Hê em nizanin bê ji bo çi em ketine hepsê.De were li
> vî halê ecêb binêre.Wey xwelî li ser me yo!Min got:
>
> -Erê tiştê ku ji destê me nayê em destê xwe tavêjnê.Lê tişte ku ji destê
> me tê em nakin.Qe nebê, em zimanê xwe ye şêrîn di mal û sikakên xwe de
> biparêzin.Divê, herî peşî ,zimanê me, di mal û sikakên me de azad bibe. Dor
> dora xebatêye geli mirovan divê em ji vê xewa giran hişyar bibin.Zimanê me
> emanete û divê em li vê emanete xwedî derkevin. Bila têkilîya bav û kalên
> me, ji nişvên nû qut nebê.Zarok û nevîyên me bila ji vî zimanê şîrîn bêpar
> nemînin...
>
>
>
>
>
> Ramazan YAMAN
>
> 26/02/2014
> --
>
>
> Dinya guleke,behn bike u bide hevalê xwe...
> (Dünya bir güldür,kokla ve arkadaşına ver..)
>
> --
> --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret
> qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator
> in.
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
> taninir.
>
> ---
> You received this message because you are subscribed to the Google Groups
> "Diwanxane" group.
> To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an
> email to [email protected].
> For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
>

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap