Helbesta Hilbijartinê
Adar ku li ser me hat sihê wê Em Kurd dê bikin cuda cihê wê Ango dê zefer ji bo me bêtin Dengên zêde ser me bête rêtin Ala BDP-ê gelek bilind kin Rewşa gelê Kurd jî gelkê rind kin Ehmed dê bibit serok li Mêrdîn Ruha dê silav bidit Silehdîn Tuncer dê bixwit li Sêrtê biryan Ew partiyê din dê bikne giryan Gûlten dê li Amedê de rûnê Aydın dê xelet nebit bo Sunê (Suna) Leyla li Cizîrê bikne tirxan Da şad bibitin ruhê Bedirxan Şirnex dê qedir bidit bo Serhat Perwarî bilind ke navê Ferhat Bismil dê Cemile rake jor e Çermik dê bidit Cemalî dor e Girka Emo dê ji bo Emine Mohrek ji beledyê jê re bîne Dê Balpınar Eşderê xwe hilde Hazro dê Güler biêxe dil de Ahmet li Çınar wekî çinar e, Rastî bo gelê xwe dost û yar e Çingu bûye mest ji bo Niyazi (Çüngüş) Dê parityê din bihêle tazî Êlih ji bo Sebri Özdemir e Wer lê binêrin çiqasî jîr e Gercews tê zanîn çiqas eşîr e Esla dê Kaya nekin ji bîr e Farqîn dê ruhê Yusif çi xweş kit (Yusuf Azizoğlu) Yuksel dê rûyê neqencî reş kit Şirvan ji Zeki re deyne kursî Da xelk li wirê nemîne birsî Hênê dê nebit bo Zorlu zor e Hêvî dikin em ji Rebbê Jor e Bağlar ji bo Birsenê li ser pê Solhan bo Şirina xo vekit rê Gerger belê dê gelek biweste Lakîn dê Bilal nekin ji deste Oztürk ku bibit serê Bişêrî Dê tevbigerit mînanî şêr î Qoser bi Simaîl û bi Leylê Govend bigirin bi heylê heylê Pîran dê ji bîr nekit Seîd î (Dicle) Bo Bîlgînî dê pîroz ke îd î Sergol çi xoş e bi Evdirehman (Gölbaşı) Bulat dê pîroz be bo Bekîrhan Sara li Nisêbînê dixwazim Ku serbikevit dê xoşî razim Alî ku nebit reîs li Dêrsim Dê sar nebe qet di dil de hêrsim Mazgirt bo Meral bibit seferber Şemrex ji bo Nejla dê bikit şer Rexşan li Hezo digel Reşît î Xizmet we bikin kesî nedîtî Dih dê bi giyanê Aqûb Axa Dengê BDP-ê gihîne taxa Facîxe dê Mustafa bilind ke (Ovacık) Xeyrî dê Kêxî bo xelkê rind ke (Kiğı) Hawêl bi 'Elî re rê dewam ke (Baykan) Xizmet ji bo xelkê xas û am ke Bingol dê çi xweş be ew bi Îlhan Qulp geş bibe gel Metîn û Baran Rêzan Licê kit wekî Biheşt e Hikmet li Hezex divê ke geşt e Wer hûn binêrin Yusuf Çinar e Dê Qisleyê kit çi xoşî war e (Nazimiye) Yayladere gelkê xoşîmêr in Cengîz dê ji bo xwe hilbijêrin Dilbikulê Cizîrî (Abdulkadi Bingöl) -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.
