Zilamê Dewlemend û Xwarina Nîskê
Mêrik pir zengîn bû, lê belê gelek çikûs bû û malê xwe bi zarokên xwe nedida xwarin. Her şev xwarina wan nîsk, nîsk, nîsk. Zarokên wî ji ber vê rewşê gelek eciz bibûn. Rojekê di navbera xwe de biryar girtin ku dersekê bidin babê xwe. Şevekê ku babê wan di xew de bû hema babê xwe li kulav baş pêçandin û birin nav goristanê û xistin gorekê. Pişt re yekî xwe kire firîşte û pirsî: -Ez îfadeya vî yê mirî bigrim, ka rewşa emelê wî çi ye? Ez ê serê pêşîn binêrim ka wî çi xwarin bi zarokên xwe daye xwarin? Kasekê rawestiya û pişt re got: “-Hey lê… xwarina wan hemî nîsk e. Kuro te çima qedrê zarokên xwe ne girtiye. Kuro, qey di vê dinyayê de ji bil nîskê ti xwarin nebûn? Ma Xwedê malê dinê nedabû te? Te çima di mezaxtina pereyan de çikûsî kiribû.?” Pişt re fermanê dide ku lêxin. Lê dixin, lê dixin, lê dixin… Hetanî nehiş dikin. Piştî ji ser hişê xwe diçe, dîsa li kulavê dipêçînin û tînin malê, li ser cihê datînin. Piştî ku zilam tê ser hemdê xwe, dibêje jina xwe: -Xwarina êvarê çi ye? Jina wî bersiva wî dide: -Ne tu dizanî wekî her roj dîsa nîsk e. -Na, ne nîsk e, êdî di vê malê de ciyê nîskê nîne. Mihekê ser jê bikin, bila zarok bixwin. Tişta şevê dî min di xew de dîtiye… Eve helbesta vê pêkenînê: Zilamê Çikûs Zilamek dewlemend emma gelek kund, Heyata xo didomand wî di nav gund. Tejî çêlek, tejî pez, hem mih û gîsk, Hebûn bes xwarina wan her dibû nîsk. Digota qey ji bil wê her team e Ji mala wan re xwarna wê heram e. Beyanê nîsk û nîvro û şev eynî, Ne mimkun sofrê da tiştek dî deynî. Heta ku zarokan gotin êdî bes, Divêtin em bidîn babê xwe yek ders. Nikarin em bixwin êdî vê nîskê, Werin da em li babî kin lehîskê. Şevek ku babê wan mal da nivistî, Ji dil rabûn, bêyî ku bikne sistî. Kulavê wî bi lez dorê pêçandin, We paşê ew bi kendîrê şidandin, Li ser mil danîn û çûn ba ziyaret, Li der dora xwe hem dikrin nezaret. Li ber gorek kevinbûyî de danîn. We paşê dosyeya kirnê wî anîn. Kurek yê wî bo Munkir da bipirsî, Kurê dî jî Nekîr bû da bitirsî. Li wir danîn lêpirsînek xeyalî, Go: “lê’b nêrin çi xwarin da eyalî”. Dema dîtin hemû xwarin bo nîsk e, Go: “hûn lêxin heta kit îskeîsk e.” Ketin ser da pê kulm û pê pehînan, Kîna nîskê ji babê xo derînan. Nebû qey qet ji bil nîskê tu xwarin, Ezabê Rebbê Banî ser te barin. Te ev kuflet rezîl û birçî hişte, Neda wan qet te rojek hinkî goşt e. Ne savar hem ne kutlik, ta bi şorbê, Heta bo dolme û eprax dor bê. Nebû yekcar ji Yezdanî qe tirs e, Te ne’d zanî dê rojkê vê bipirse. Reben babî digot qey rastî mirye, Ji ber wê derneket jê pêjn û girye. Lêxistin ta nema aqil di ser de Heta êkê ji wan got dev jê berde. Kulav dîsa lê pêçan wan ji her al, We paşê rakirin ku wî bînin mal. Li ser wî ew cihê ku lê nivistî, Dirêj kirn û bêyî ku pistepistî. Di ber nîvro de hiş hatbû di ser de, Wî dît amanekî nîsk hate berde. Go “Ka ban kin bila bêt vir kevanî, Îro çi’b xwin di taştê da bi nanî? Go: “wek her roj bixwin dîsa wê nîskê”, Dema ev got, zilam rawsetî bîskê. Go: “na xatûn, nekin qet hûn jê behs e, Li ber çavê mi ew nîsk gelkî nehs e. Ji ber wê min gelek kulm û pehîn xwar, Sebep wê ew ji bo min dê nebit yar. Şevê din xewnekî min dît çi xewn e, Nû min zanî ku ev dinya çi kewn e. Ji cêba min diravan tu jê derxe, Bidim we ez ji goştê kar û berx e. Bila soz bit heta rabit qiyamet, Nexwîn esla ji nîska kurte-qamet -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to [email protected]. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.
