Merheba Nivîsa min li jêr e, bi eleqedariya we. silav û rêz.

Paşa Amedî


*Pişko û Pûka Pîrê *

Pişko (koz, cemre) li welatê me, di nav gel de çîrokeke devkî heye, ev
çîroka mîna raporek hêwa ye, pişko (cemre) ku bi zanîstî  jî nebe, lê
çîrokeke ya ceribandî heye, bi vê çîrokê pê bihar tê zanîn. Dema pişko
xelasiya zivistanê û pêk hatina biharê ye.



Meriv û gelên berê pir feqîr bûn, Jiyan bi xêzanî derbas dibû. Wexta ku
zivistan dihat berf diket erdê û her der sarma dibû. Ji ber zivistanê
perîşantiya wan hê jî zêde dibû, merivê ku xwarin, mal û arduyê wan hebûna
pir dewlemend dihatin hesibandin. Ku zivistanê de cihê kê germ bû, zivistan
jê re zû derbas dibû, rewşa feqîran jî hûn hesap bikin.



Di zivistanê de meriv bi feqîrtî û li rewşa zivistanê pir dikişandin, ji
dijwartiyê zivistanê meriv dinaliyan, li hêlekê bê xwarin, li hêlekê serma,
li hêlekê jî ji berfê navîna gundan dihat birin, bi rojan, bi mehan, berf
li erdê dima. Carna merivên maldar jî bê xwarin diman, zivistan ewqas zor
bû ku rojê zivistanê dihat hijmartin, digotin ji zivistanê rojek çû, du
roj..çûn-çûne û çûyînin.



Wexta ku dema pişko tê yan jî ku pê dihesin meriv pir bi kêfxweş dibûn,
feqîr û maldar ferq nake, tev pê şa dibûn. Çimkî pişko ku were zivistan li
ber qedandinê ye û mizgîniya biharê ye, ji zor û zehmetiyan xelas bûne.



Wateya pişko di sermayê de destpêka germahî ye, dema pişko di meha
zivistana dawî de du hefte nin, di meha Adarê jî hefteyek e,  pişko bi
hefte hefte dewam dike di sê heftada diqede, Pişkoya ewil koz dikeve hêwayê
yanê germahî dikeve hêwayê, serma dişkê, sirra sermaye wenda dibe, ê
duduyan koz dikeve avê êdî av na cemide, ê sisêyan koz dikeve erdê, binê
erdê germ dibe û hêdî hêdî rih dikeve erdê, giha û çêre ber ve bi şênahiyî
diçe.



Hefta koz ketina erdê ji wî heftê re dibêjin "Pûka Pîrê" di Pûka Pîrê de
zivistan bi şillî here nere jî, şillî hewla xwe dide vî heftê, hindik kes
dibêjin pîrê heyfa xwe hiltîne; di nav gelê me de di derheqê vî çîrokek de
wiha tên gotin;



" Rojek Pîrê dibêje ez ê herim cihê çekşo yê ku çekê xwe bişom. Dema ku
Pîrê dere cihê çekşo yê du heb gîskê xwe jî bixwe re dibe ku li wir  biçêrîne
û biqûsîne, Pîrê çek mekê xwe dişo, serşo yê xwe dike, çekê xwe radixe ku
ziwa bibe. Gavek dere mêze dike ku ji dûr de şillî tê, zû û bi lez çekê xwe
berhev dike û dike nav buxçê û dide hev, buxçê li pişta xwe dike, beroşê jî
bi piyê xwe re dike û gîskê xwe dide pêş xwe û dikeve rêya mala xwe.



Di wî demê de şiliyek wer tê kû şilliyek bi tav, dibe hur hura ewra, ewrê
reş, birusk di şerqînin, baran destpê dike, baranê bi berf, baran û berf
tevlihev dibe erd dibe şilope, bager ra dibe, gavek din car jî baran destpê
dike, dilopê hişk û mezin, baran dibare  dibare ewqas baran dibare ku lehî
ra dibe, gîskê wî yê yek bi avê ra dere û dimre, gîskê din jî dike bin
beroşa xwe, beroşê ser de diqelîwîne, bi xwe û gîskê wî difilête tên mal.
Di van rojanan de pir şilî dibe carna jî hindik dibare, wexta baranê û
berfê ne eşkereye.



Ku hefteyek Pûka Pîrê temem dibe, Pîrê diçe ser Zinarê Kelê, wexta çûyîna
pîrê, şilî destpê dike, baran dibare dibare, ewqas ku baran dibare, dibe
afat, lehiyek pir mezin ku bi ser kîjan malê de here wê malê tev  bi xwe re
dibe. Bager jî radibe li ser zinarê heşê Pîrê dere û Pîrê dikeve xwarê,
afat jî tê li pîrê diqeliwe, afat pîrê bi xwe re dibe û Pîrê dimre. Gîskê
pîrê tenê xelas dibe û sax dimîne, Gîskê pîrê jî dimîne salek din.



Bi mirina Pîrê re Pûka Pîrê jî diqede. Ji wî şunda hêdî hêdî dinya xweş
dibe, serma diqede û dibe bihar, êdî bihara rengîn destpê dike."


*Paşa Amedî*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to [email protected].
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Attachment: Pişko û Pûka Pirê.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap